Diyarname
Komedyenê ji Spanyayê Juan Joya Borja ku bi kena xwe navdar bû ji vê dinyaye koç kir. Borja ev 7-8 meh bû li nexweşxaneyê dihat dermankirin.
Juan Joya Borja di 5'ê avrêla 1956'an de li Sevillaya Spanyayê hatibû dinê. Komedyen bû, lê di sala 2001'ê de dema beşdarî şovek bû navdar bû û deng û kena wî li dinyayê belav bû. Borja wê salê beşdarî bernameya "Ratones" ya Jesus Quintero bû û bi kena xwe ya taybet li dinyayê navdar bû. Komedyenê pênasa wî "El Risitas" e di gelek bernameyan re, her wiha di hin fîlmên sînemayê de jî cih girtibû. Di meha rezbera 2020'î de ji ber nexweşiya vaskuler ew rakirin nexweşxaneyeke û roja 28'ê avrêla 2021'ê de mir.
Borjayê bi kena xwe li nav înternetê tora civakî navdar bûbû bi kena xwe dê her bê bibîranîn.
Vaye ew vîdyo: