logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Bi deh hezaran kesî hesabê komkujiya Parîsê pirsî

Ji duh êvarê de bi hezaran kes berê xwe dan Parîsê û li Gare de l’Est (Gara Rojhilat) a li Parîsa kom bûn. Li dor sed he

  • Dîrok: 12/01/2013
  • Beş: Nûçe

Parîs
Ji duh êvarê de bi hezaran kes berê xwe dan Parîsê û li Gare de l’Est (Gara Rojhilat) a li Parîsa kom bûn. Bi deh hezaran kes beşdarî meşa ji bo şermezarkirina komkujiya li Parîsê bû.

Ji danê sibê ve kolana ku diçe cihê çalakiyê bi kurdan tije bû. Derdora garê tije mirov bûn. Esnafên kurd derabe daxistin û tevlî çalakiyê bûn.

Qada ku girseya gel lê kom bû, li nêzî Navenda Enformasyona Kurdistanêye. Siyasetmedarên kurd ji damezrênerên PKK’ê Sakîne Cansiz, nunera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama tevgera ciwan Leyla Şaylemez roja 9’ê rêbendanê li vê Navendê hatibûn qetilkirin.

Qad bi alên KCK, PKK, PJAK, PYD, rêxistinên jinan KJB û PAJK û posterên Serokê PKK'ê Abdullah Ocalan hat xemilandin. Her wiha nûnerên partiyên başûrê Kurdistanê û partî û rêxistinên Fransayê jî tevlî xwepêşandana girseyî bûn.

Rêxistinên çepgir ên Tirkiyeyê wekî MLKP, MKP, ATİK, DİDF, DHK, DKP, ADHK, EOÇ û KDO tevî al û pankartên xwe tevlî çalakiyê bûn. Partiya Komunîst a Kurdistanê û Civata Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) jî bi rengê xwe tevlî çalakiyên bûn.

Her wiha, rêxistinên Êzidî û Elewî jî piştgirî dan çalakiyê. Asurî-Keldaniyên li berbajara Villiler-le-Bel a Parîsê dijîn derabeyên dikanên xwe venekirin û piştgirî dan kurdan.

Kurdistaniyên ji her çar parçeyên Kurdistanê tevlî çalakiyê bûn. Çapemeniya Fransî ya ku bi rojan e li cihê bûyerê ye, îro jî eleqeyek mezin nîşanî çalakiya kurdan da.

Her ku çû tevlîbûna xwepêşandanê bi berdewamî zêde bû û girse heta Qada Colonel Fabien meşiya. Hevserokên BDP’ê Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş, Hevseroka KCD’ê Aysel Tûglûk jî tevlî meşê bûn. Siyasetmedarên kurd ên li Ewropayê û nûnerên sazî û rêxistinên kurdan jî di meşê de amade bûn.

Piştre jî bi tevlîbûna bi 10 hezaran kesî meşek hate lidarxistin. Kurdistaniyên ku serê sibê zû li Gare De l'est hatin cem hev û xwestin bimeşin lê ji ber ku qada kombûnê teng bû û têrî bi deh hezaran kesî nekir, meşa ku wê saet 12.00’an dest pê kiriba hate paşdexistin.

Piştî meşeke dirêj saet li nêzî 14:00'an serê korteja kurdan a meşê xwe gihanda qada ku wê mîtîng lê pêk were, Kolonel Fabien. Gelek partiyên siyasî yên Fransayê, sendîkayan û rêxistinên çep ên Tirkiyeyî jî cihê xwe di meşê de girtin.

Ji 7 salî heta 70 salî bi deh hezaran kes wekî lehiyê herikîn cihê wê lê mitîng pêk were. Piştî ku mitîngê dest pê kir bi 2 saetan jî dawiya korteja kurdan nehat û bi hezaran kes herikîn qadê.

Li qadê piştî rêzgirtinê, Serokê Federasyona Komeleyên Kurd Mehmet Ulker axivî û ji bo beşdarbûna zêde malavahiya gel kir. Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak jî axivî û got: "Ez li ber her sê qehremanên jin li ber têkoşîna wan, ku îro bûne sedama vê hevdîtina mezin bi rêz bejna xwe ditewînim."
Kişanak diyar kir ku ewê 3 fîdanên têkoşîna jinên kurd ber bi dawiyê ve bişînin. Gultan da zanîn ku niha ew li ser navên wan ji vir diqîrin û wiha axivî: "Em vê komkujiyê şermezar û nelet dikin." Kişanak bang li hikumeta Fransayê kir ku komkujiyê zû ronî bike û wiha got: "Tu komkujî, mirin, zilm nikare pêşî li têkoşîna azadiyê ya jinên kurd bigire. Emê wekî jin di refên pêş ên vê têkoşînê de her tim cihê xwe bigirin û xwe nedin paş."

Piştre Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Aysel Tugluk jî axivî û daxwaza ronîkirina bûyerê ji hikumeta Fransayê kir. Li ser navê Tevgera Jinê ya Kurd jî Sakîne Karakoçan axivî û wiha got: "Her 3 hevalên me bi rûreşiyeke mezin înfaz kirin. Ew li ser rastiya heqîqeta rojê dimeşiyan, ew ji roniya wan tirsiyan. Karakoçan destnîşan kir, ku ewê serê xwe li ber vê komkujiyê netewînin. Bila ew kes û hêzên komkujî pêk anîne, ew rûreş, vî gelî, vîna vî gelî bibînin, û binêrin ka Sakîne, Fîdan û Leyla mirine an na?"

Serokê Kongra Gel Remzî Kartal jî daxwaza ronîkirina komkujiyê kir û bang li Yekîtiya Ewropayê kir ku PKKê ji lîsteya terorê derxe û wiha got: "Çawa tu lîstik, plan û konsept li dijî gelê kurd neçûn serî wê ev jî neçin serî, dê gelê kurd bi ser bikeve. Heke dixwazin Yekîtiya Ewropayê û bi taybetî Fransa dixwazin di vê pêvajoya aştiyê de cih bigirin, bila vê bûyerê ronî bikin."

Mîtîng bi axaftinên mêvanên ji sazî û rêxistinên biyanî berdewam kir. Tevî nunerên kurdan gelek rêxistin û parlementerên Fransî jî amade bûn. Her wiha derdora 50 rêxistinên jin ên Fransî jî amade bûn û peyam dan.

 

***

Nûçeyên eleqedar:

- Serokomarê Fransayê: Min yek ji wan nas dikir

- Li ser bûyerê kî çi got?

- Li Parîsê 3 siyasetmedarên jin ên kurd hatin qetilkirin


 

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

news
  • 18 10 2026

Ji bo jinan qursa xwendin-nivîsandinê ya bi kurdî dan dest pê kirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Hemû Berhemên Ehmedê Xanî bi hev re hatin çapkirin

ad

Li romana kurdî 'Berfa Sor'ê jî doz vekirin

ad

Li Ewropayê jî siyasetmedarên kurd ketin grevê

ad

Lîsteya bajarên herî bi ewle diyar bû

ad

Romaneke nû ‘Şevên Derîhesin’ derket

ad

Xelatên azadiya çapemeniyê dan Tajik û Shabelle

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname