Zekî Ozmen
Li Zanîngeha Teknîkê (TU)-Darmstadt a Almanyayê hefteya borî kursa zimanê kurdî dest pê kir. Kursa kurdî ku beşek ji mûfredata dersa Zanîngeha Darmstadtê ye, berdewamiya demsala xwendinê ya derbasbûyî ye. Ev kursa kurdî ji xwendekarên TU-Darmstadt re wekî 3 kredî tên hesabê, eger tevlî dersê bibin û di azmûnê de serbikevin. Di demsala xwendinê ya borî de 19 xwendekarên heman zanîngehê û 3 xwendevanên ji Zanîngeha Frankfurtê jî wekî mêvan beşdar bûbûn. Ji bo kursa nû 13 xwendekarên Zanîngeha Darmstadtê xwe nivîsîne û hinek mêvan ji zanîngehên derdorê tevlî dibin. Di nava xwendekaran de ji bilî kurdan, alman û tirk jî hene.
Mamosteyê kursa kurdî Mehmet Mutî Sonmez (Dilşad Mutî) ji Diyarnamê re diyar kir ku bi amadekariyeke baş mirov dikare li gelek zanîngehan kursên fermî yên kurdî bide û wisa didomîne: "Bawer dikim li her zanîngehên Almanyayê ev şans mewcûd e, bêguman eger daxwazî ji şagirtan hebe û mamosteyekî kurdî yê xwedî belgeya pedegojî mûracatê bikin."
Berpirsê Beşa Kursa Kurdî ya Zanîngeha Darmstadtê Sonmez derbarê pêvajoya pejirandina kursa kurdî di nava mûfredata zanîngehê de destnîşan kir ku wî li ser daxwaza xwendekaran wê demê serî li zanîngehê dabû û dibêje: "Min ji rêveberiya Beşa Zimanî re emailek nivîsî û got ku daxwazek zêde li zanîngeha we ji bo fêrbûna zimanê kurdî heye. Li ser vê mijarê tikaya hevdîtinekî ji we dikim. Piştî hefteyekî telefon ji min re vekirin û ji bo hevdîtinê me civan çêkir."
Derbarê naveroka hevdîtina wê demê ya bi erênî qediya Mehmet Mutî Sonmez wiha axivî: "Di hevdîtinê de min ji wan re diyar kir ku ev ê ji bo me kurdan şansek zêde baş be û nîşana demokrasî û pirengiya we be. Lewra serdestên me li ser xaka bav û kalên me, ji tiştek wiha em mehrûm hêlane. Wan jî tirsên xwe anîn zimên; Îhtîmala ku kurs têkeve rêçên polîtîk de. Xwestin ku komîsyonek bi xwendekaren re hevdîtinê çêbikin, ka sedema taleb û xwesteka wan a fêrbûna zimanê kurdî çi ye. Bi vî awayî serîlêdana me pejirandin û me peymana nivîskî çêkir.”
Sonmez li ser pirsa ka gelo şansê fermîkirina kursên kurdî li zanîngehên din ên Almanyayê jî hene, ev bersiv da: "Di sêrî de divê xwendekar daxwaza xwe ji rêveberiya zanîngehên diçinê re ragihînin. Eger daxwaza xwendekaran hebe, mamoste hebe, tu sedem nîn e ku zanîngeh piştgiriyê neke."