Diyarname
Serokomarê Fransayê Hollande li ser kuştinê 3 siyasetmedarên kurd axivî û got: "Ji van her sê kesên hatine kuştin yek jê her dihat bi me re hevdîtin çêdikir, min ew nas dikir."
Hollande li ser siyasetmedarên kurd Sakîne Cansiz, Fîgen Dogan û Leyla Soylemez ku li Ofîsa Enformasyona Kurd hatin kuştin wisa got: "Min wekî şexs ji her sêyan yek nas dikir. Ew her dihat bi hev re hevdîtin pêk dianî. Gelek aktorên siyasî jî ew nas dikir. Niha lêpirsîn hatiye destpêkirin. Ji bo em sedem û kujerên bûyerê nas bikin ez bawerim divê em hinek bisekinin.
Siyasetmedara ku Hollande dibêje me nas dikir Fîdan Dogan e. Dogan li Fransayê bi gelek siyasetmedaran re di nav têkiliyê de bû.
***
Nûçeyên eleqedar:
- Li Parîsê 3 siyasetmedarên jin ên kurd hatin qetilkirin