Li ser kuştina sê siyasetmedarên kurd Sakine Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Soylemez ku li Ofîsa Enformasyona Kurd hatin kuştin, ji gelek aliyan ve daxuyanî hatin dayîn. Vaye îro daxuyaniyên ku hatin dayîn:
Hevserokên BDP'ê: Bila kurd rabin ser piyan
Li ser navê BDP'ê daxuyaniya Selahattin Demirtaş û Gultan Kişanak: Em vê bûyerê wekî komkujî dibînin û bi tundî şermezar dikin. Bila hikumeta Fransayê bûyerê zelal bike. Bila kurd li her derê rabin ser piyan û komkujiyê şermezar bikin.
KCD: Ev komkujiya li hemberî têkoşîna azadiya jina kurd e
Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk Ahmet Turk û Aysel Tugluk: Ev êrîşa li hemberî siyasetmedarên jin ên kurd di heman demê de komkujiyeke li hemberî têkoşîna azadiyê ya jina kurd e. Yên ku dibêjin qey bi şêwazeke wisa siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskarên kurd bêdeng bikin, bila careke din li dîroka tije berxwedan a kurdan binêrin.
Çelikê AKP'yî: Ev kuştikeke navxweyî ye
Cîgerê Serokê AKP'ê Huseyin Çelik: Wisa dixuye ku ev dişibe hesabpirsîna ji hev a li nav PKK'ê.
Demirtaş: Em çi dizanin wan ev êrîş nekiriye?
Hevserokê BDP'ê Sehalattin Demirtaş: Li ser gotina Çelîkê AKP'yî ji Tiwitterê bersiv da: Ji ber vê rewşa xesas, ji dêvla ku AKP ji bo bûyerê zelal bike serî li rayedarên Fransayê bide, dibêje 'înfaza navxweşî ye' û bûyerê digire. Li hemberî ev helwestê ez vê dipirsim: Em çawa dizanin yên ku ev daxuyanî dane ev komkujî pêk neanî ne? Nexwe ev leza we ji ber vê ye?
FARC: Em şermezar dikin
Delegasyona Aştî ya FARC'ê (Hêzên Çekdar ên Artêşa Gel a Kolombiyayê): Em vê êrîşa li hemberî hevrêyên xwe bi tundî şermezar dikin û em hestên xwe yên piştgiriyê pêşkêşî hevrêyên xwe yên PKK'yî dikin.
KCK: Ev karê Gladyoya Tirk e
KCK'ê daxuyaniyeke weşand û got: Ev bûyer karê Gladyoya Tirk e.
Herî dawî li Fransayê endamê KNK'ê Adem Uzun hatibûn tewqîfkirin. Ne mimkûn e di navbera van her du bûyeran de têkilî nîn be.
Neyarên gelê kurd jinên rêber ên mîlîtan kirine hedefa xwe, bi vê yekê tolê ji tevgera apocî digire û dixwaze ev pêvajoya pêş dikeve asteng bike.
KNK: Fransa bûyerê zelal neke dê di bin şikê de be
KNK'ê di daxuyaniya xxwe de wisa got: Li Fransayê kurd di bin çavdêriya ewlekariyê de ne. Jixwe di kolaneke wisa qelebalix de pêk hatina komkujiyeke wisa tiştek bi fikar e. Hikumeta Fransayê divê di cih de vê bûyerê zelal bike. Ger Fransa bûyerê zelal neke dê di bin gumanê de bimîne. Ji ber vê yekê desthilatdariya çepgir a Fransayê divê bi awayeke cidî dest biavêje bûyerê.
Jelpke: Yekîneyên Fransayê jî şirîkên kuştinê ne
Mebûsa Partiya Çepgir a Almanyayê Ulla Jelpke: Ji aliyê kî ve ev kuştin pêk hatibe bila bê yek ji şikîrên sûcê jî yekîneyên Fransayê ne. Hêzên ewlehiyê yên Fransayê ku komeleyên kurdan qedexe dikin, siyasetmedarên kurdan tewqîf dikin, her cure xebata kurdan dişopînin çawa pêşî li komkujiyeke wisa nagirin. Divê hikumeta Fransayê di cih de kujeran biqufile. Ez êşa tevgera jinan a kurdan parve dikim.
BASK: Bila serê kurdan sax be
Tevgera azadiya baskan Ezker Abertzale: Têkoşîna gelan yek e. Em wekî Çepgirên Abertzale em piştgiriya xwe ji bo gelê kurd, bi taybetî kurdên diyasporayê pêşkêş dikin û sersaxiyê dixwazin.
Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê: Em Lêkolînê dikin
Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Manuel Valls: ev bûyer nayê qebûl kirin. Emê şopînerê bûyerê bin. Lêkolînên me didomin.
***
Nûçeya eleqedar:
- Li Parîsê 3 siyasetmedarên jin ên kurd hatin qetilkirin