DÊRIK
Desteya Darayî ya kantona Cizîrê çapxaneyek bi nav Fermandar Şehîd Hisên Şawîş (Herekol) vekir. Ji bo 1'emîn salvegera şehadeta Şehîd Hisên Şawîş (Herekol) Desteya Derayî ya Kantona Cizîrê bi navê Herekol li Dêrikê çapxaneyek vekir. Çapxane bi merasîmek hate vekirin. Çapxaneya Herekol yekem çapxaneya herî mezin li ser asta Rojavaye ku pirtûkan çap dike.
Di merasîmê de şandeyek ji Rêveberiya Xweser, malbata Şehîd Herekol û bi dehan şêniyên bajarê Dêrikê amade bûn. Serokê Meclisa Rêveber ê Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Sarûxan axivî û soz da ku heta dawî riya şehîdan bişopînin. Sarûxan li ser kesayetiya Herekol jî sekinî û got: ʺŞehîd Herekol bi hezaran şervan perwerde kirin. Em bawer in ku dê şagritên şehîd Herekol hedefên wî yên avakirina civaka demokratîk pêk bînin.ʺ
Berdevkê Fermî yê YPG`ê Mehmûd Nûrî ji di merasîmê de axivî û wiha got: ʺTêkoşîna ku şehîd Herekol daye meşandin, em ê bidomînin. Hedefa wî ew bû ku nifşekî nû yê zane û şareze ava bike. Bi riya vê çapxaneyê wê pirtûk li temamê Bakurê Sûriyê werin belav kirin û ji bo pêşerojê bibe deriyê ronîkirina nifşên nû.ʺ
Diya Şehîd Herekol jî di merasîmê de têkoşîna Şehîd Herekol di Tevgera Azadiya Kurdistanê de û rolê wî di Şoreşa Rojava de anî ziman û wiha got: ʺXeyalê Şehîd Herekol avakirina welatekî demokratîk bû ji ber vê yekê ev rê hilbijart û şehîd bû.ʺ
Di dawiya merasîmê de beşdarên merasîmê li çapxenaya Şehîd Herekol geriyan.


