Diyarname
Kesên di warê çîrokê ya Pêşbaziya Abdullah Duran de bi ser ketin hatin diyarkirin. Roja 1'ê avrêlê li Şaxa Egîtîm-Sena Amedê (Saet 16.30) bi merasimekê yên bi ser ketine dê bêne xelatkirin.
Di bûyerên adara 2006'an de Abdullah Duranê ji aliyê hêzên dewletê ve hat kuştin. Egîtîm-Sena Amedê jî îsal 8 sal in ji bo bibîranîna Abdullah Duran her sal Pêşbaziya Çîrokan a Abdullah Duran li dar dike. îsal di beşa tirkî de 40, di beşa kurdî de 25 (18 bi kurmancî, 7 bi kirmanckî/zazakî) çîrok ji bo pêşbaziyê hatin şandin.
Di beşa tirkî de Murat Ozyaşar, Ayşegul Tozeren, Sibel Oz, Melike Uzun û Yavuz Ekinci endamên juriyê bûn û di encama nirxandina wan de ev berhem bi ser ketin:
1'emîn: Ji Girtîgeha Bolu F Tîpî çîroka Mahmut Yamalak a bi navê “Kaybolurken”.
2'yemîn: Ji Amedê Reha Ruhavioglu bi çîroka xwe “Uç mevsim bir mesel”.
3'yemîn: Ji girtîgeha Bolu F Tîpî Ruşen Tutku bi çîroka xwe “Kaybedilen nefes” bi ser ket.
Her wiha ji girtîgiha Balikesîr Tîpa L Îlhamî Çinar bi çîroka “Qîza Fileh”; ji girtîgeha Bolu F Tîpî Zeyni Arat bi çîroka xwe “Bir meçhul” û ji Bismila Amedê Ela Kiçik jî bi çîroka "Ester'in Duşu" bi xelata mansiyonê hat xelatkirin.
Çîrokên bi kirmanckî hatibûn şandin hemû bi xelata mansiyonê hatin xelatkirin.
Di beşa kurmancî de Mehmet Dicle, Omer Dilsoz, Îsmail Dindar û Lokman Ayebe endamên juriyê bûn. Di encama nirxandina wan de ev berhem bi ser ketin:
1'emîn: Ji Stenbolê Bîlal Ata Aktaş bi çîroka xwe "Golikên Xasuk ên mezinan”.
2'yemîn: Ji girtîgeha Mugla Tîpa E Resul Çetîn bi çîroka xwe "Andok".
3'yemîn: Ji AmeDê Jînda Çelîk bi çîroka xwe "Arzuhalên Jinane" bi ser ket.
Her wiha ji Amedê Vaydin Balî bi çîroka “Çîroka şivanekî”; ji girtîgeha Gumuşhane E Tîpî Talih Kalin bi çîroka "Dayo" û ji girtîgeha Alîgayê jî Orhan Çaçan bi çîroka xwe "Sîxur" bi xelata mansiyonê hat xelatkirin.