Cemil Oguz / Essen
Roja Helbesta Kurdî ku ji bo bîranîna Cegerxwîn tê li dar xistin îsal roja 14'e mehê li bajarê Essen ê Almanyayê li dar ket.
Roja Helbesta Kurdî ku ji aliyê komek helbestvan û nivîskarên kurd ên rojavaya Kurdistanê ve ji sala 1993'yan ve tê li dar xistin. Pêşî li rojavaya Kurdistanê roja 22'yê vê mehê, di roja koça helbestvanê mezin Cegerxwîn de hate li dar xistin. Lê ev çend sal in hem li welat, hem jî li Ewropayê ev roj tê li dar xistin.
Par Komîteya Amedekar ku ji Helîm Yûsiv, Keça Kurd û Elî Cefer pêk dihat ev roj hatibû li dar xistin îsal Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî wekî Komîteya Amadekar ev roj li dar xist û Komeleya Nûbihar a Berlîna Almanyayê jî piştgirî da wan.
Di çalakiya Roja Helbesta Kurdî de li dor sed nivîskar, helbestvanên rojavaya Kurdistanê amade bûn. Çalakî bi pêşkêşkirina Inyad Dîko li dar ket, piştî rêzgirtina ji bo kesên di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane, sirûda Ey Reqîb hate xwendin û piştre Qado Şêrîn li ser navê Komîteya Amadekar axivî. Şêrîn got ku di vê dema ku em têre derbas dikin de divê kurd ji bo mafên kurdan yek bin, yekîtiya xwe saz bikin.
Piştî axaftinan Keça Kurd, Hesen Îrandost, Newaf Mîro, Cankurd jî di nav de bi dehan helbestvanan helbestên xwe xwendin. Her wiha hunermend Zubêr Salih jî bi stranên xwe reng da şevê. Komîteya Amadekar ku her sal ji bo xebata wan a ji bo kurdî xelatek dide nivîskarek, komîteya amadekar îsal Jan Dost layiqî xelatkirinê dîtibû û wêneyek Dost ku amade kiribûn diyarî wî kirin. Jan Dost di axaftina xwe ya sipasiyê de Seyda Abdurrahman Durre ku çend roj berê wefat kiribû bibîr anî, silavên ji bo Arjen Arî ku niha li nexweşxaneyê tê dermankirin şand.
Di Roja Helbesta Kurdî de nivîskar di heman demê de ji bo hevdîtina hev ji bajarên cur bi cur ên Almanyayê û der û dorên wê tên ba hev. Di Roja Helbesta Kurdî de belavbûnek hebû û hin kêmasî xwe nîşan didan, lê dîsa jî çalakî heta dawî bi serketî dom kir.


