Mêrdîn
Yek ji Dayikên Aştiyê Atiye Ozalp (75 salî) li Nisêbînê serê sibê li ser rêya Îpekê dema derbasî hember dibû TIR'ek li wê qelibî û wê jiyana xwe ji dest da.
Dayika Aştiyê Atiye Ozalp ku ji bo xebatên aştiyê beşdarî gelek xebat û çalakiyan bûbû vê serê sibê di qezayê de wefat kir.
Ji bo Ozalep merasima cenazeyê li dar xist ku endamên Dayikên Aştiyê, MEYA-DER, BDP'a Nisêbînê û gelek kesên din amade bûn.
Li Mizgefta Taxa Mohriz nimêja cenazeyê hate kirin û ew bi diruşmên "şehîd namirin" hat definkirin.