"Min Ṣîfa di dema amadekariyên vekirina Rûdawê de hev nas kiribû. Me çend mehan bi hev re perwerde dît. Bi azmûn bû. Di perwerdeyê de yekem weṣana zindî ya navxweyî wêbi awayekî gelekî serkeftî pêk anîbû. Miroveke gelekî giran bû. Heta tu bibêjî ji xwe bawer bû. Di nava civakeke konservatîf û sêncên hesasiyetên çêkirî yên civakî de mezin bûbû. Lê xwe di ser wan sêncan re qewastibû. Xwe bi vî awayî dabû qebûlkirin. Herdem vê jixwebaweriya wê bala min kiṣandibû."
Zekî Ozmen ku ligel Şîfa Gerdî kar kiribû li ser wê nivîsî. Vaye nivîsa Ozmen:
- Dengê melodîk ê Ṣîfa Gerdî jî çû