Diyarname
Vê hefteyê 8 fîlm ketine vîzyonê. Ji van 4 fîlm ji Tirkiyeyê û 4 jî ji derveyî Tirkiyeyê ne. Ji van 2 jê anîmasyon in û em van anîmasyonan derdixin pêş: "Feliks" û "Stran 2". Ji van jî bi taybetî em "Stran 2" derdixin pêş û pêşniyar dikin.
Li Tirkiyeyê 21'ê mehê ji bo du hefteyan dibistanan navber dayê. Yanê tam di hefteya ku zarok ketin betlaneyê de 2 fîlmên anîmasyonî yên xweşik derdikevin vîzyonê û em jî vê hefteyê wan derdixin pêş.
STRAN 2
"Sing 2" bi navê "Şarkini Soyle 2" (Strana Xwe Bêje 2) ketiye vîzyonê. Buster û koma wê dixwazin li bajarê Redshore li Şanogeha Crystal Tower konserek din bidin. Ew mecbûr dimînin dikevin ofîsa Crystal Entertainment ku ji aliyê gurê bê rehm Jimmy Crystal ve tê bi rê ve birin. Ji bo bala mîrze Crsytal bikişînin soz didin ku di konsera bê de dê stêrkê rockê şêr Clay Calloway jî cih bigire. Niha Buster mecbûr e here Clay qanî bike. Beşa yekem a vê fîlmê anîmasyonî gelek hatibû ecibadin
Fîlmê ku derhêner Garth Jennings bi rê ve biriye Matthew McConaughey, Reese Witherspoon, Scarlett Johansson, Taron Egerton û Nick Kroll têde lîstine.
FELIKS
Yann Tremblay fîlmê anîmasyonî "Feliks and the Treasure of Morgaa" bi rê ve biriye. Karine Vanasse, Gabriel Lessard, Guy Nadon û Marc Labreche ji bo vî fîlmî lîstine. Fîlm bi navê "Afacan Feliks" xistine vîsyonê.
Bavê Feliks ê 12 salî du sal berê di behrê de winda bûye lê ew bawer dike ku bavê wî hê dijî. Rojekê diya wê ji bo betlaneyê dikeve rê. Û Feliks di dema ku diya wî ne li mal e de dikeve dû rêça bavê xwe yê winda. Ji bo vê Feliks ligel behrkarê extiyar ê malnişîn Tom, dewdewê yek ling û pisîk Rover ku xwe wekî pisîka Feliks nîşan dide dikeve rêyeke macerayî.
Va ne hemû fîlmên vê hefteyê:
- Between Two Worlds / Derhêner Emmanuel Carrere
- The Colony / Derhêner Tim Fehlbaum
- Feliks and the Treasure of Morgaa / Derhêner Yann Tremblay / Anîmasyon
- Sing 2 / Derhêner Garth Jennings / Anîmasyon
- Şohretler Okulu / Derhêner Adnan Onal
- Cumali Ceber 666 / Derhêner Fuat Kurtoglu
- Kara Neme: Gelin Deresi / Derhêner Kara Neme
- Masal Zamani: Melez Prenses / Derhêner Kubilay Guleçoglu, Burak Karhaman
***
Stran 2 - Anîmasyon: