Diyarname
Klibeke nû li pêşberî guhdar û temaşevanan e, "Tol". Niha ew Klîba Me ya Hefteyê ye.
Gotinên strana "Tol" ji aliyê Zeynep Mensûr ve hatine nivîsandin û Zeyneb Mensûr û Mufîde Hemdî bi hev re ew strandiye.
Ji bo stranê klîb hat kişandin û ew li ser kanala youtube hat belavkirin.
Ev şebat bi piştgriiya Tevgera Jinên Hîlala Zêrîn a Bukar û Rojavayê Sûriyeyê, Studio Mizgîn û Sîne Jinê hatiye kirin. Derhêneriya klîbê jî Gulê Welat kiriye.
Em klîbê wekî Klîba Hefteyê hildibijêrin û pêşkêş dikin.
Kerem bikin.