Cemil Oguz
Li gelek welatên dinyayê li ser mafên mirovan festîval li dar dikevin. Li Tirkiyeyê jî hin belgefîlmên li ser mafên mirovan hene ku yek ji wan jî Festîvala Kîjan Mafên Mirovan e ku li Stenbolê li dar dikeve.
10'ê berfanbarê li dinyayê wekî Hefteya Mafên Mirovan tê pîrozkirin. Ev festîval jî di navbera 8-12'yê berfanbarê de, di vê çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de li dar dikeve û bi fîlman balê dikişîne ser mafên mirovan.
Mijara bingehîn a festîvalê ya îsal "mafê jiyanê" ye û her wiha beşên wekî "mafê xwedîbûna malek", "mafên sewalan", "mafên cinsî" jî têde hene û fîlm di bin van beşan de têne nîşandayîn. Ji gelek welatan li dor 40 fîlmên metrajdirêj, kurtefîlm û belgefîlm dê bêne nîşandayîn.
Îsal ligel nîşandayîna li girtîgehê, gelek çalakiyên din jî di nav festîvalê de têne li dar xistin.
Ji Liberya, Honduras, Bosna, Hirvatistan bigire heta Meksika, Iraq, Filistîn, Kamboçya û Tirkiyeyê, hema hema ji hemû parzemînên dinyayê çîrokên li ser binpêkirina mafên mirovan, têkoşîna li hemberî vê yekê di festîvalê de derdikevin pêşberî temaşevanan.
Belgefîlmên li ser kurdan
Di nav festîvalê de hin belgefîlmên derhênerên kurd ên li ser mafên mirovan jî hene. Ji van, belgefîlmê "Faîlî Dewlet" ê Veysi Altay ku li ser salên 90'î yên li Cizîrê û kurdên ku hatine windakirin; dîsa belgefîlmê "Min rastî nivîsand" ê Ersin Çelik ku li ser bûyerên Licê yên salên 90'î hatine kişandin dê bêne nîşandayîn. Dîsa kurtefîlmê derhênerê kurd Rêzan Yeşilbaş "Bêdengî" ku Cannes jî têde li gelek cihan xelat girtibû jî tê nîşandayîn.
Her wiha belgefîlmê "Kanî Meral" ê Melek Ozmen û Fîlmmorê ku li ser kuştina jinan disekine; belgefîlmê ""Ich Liebe Dich" ê Emine Emel Balci ku ji pencereyeke din meseleya almanîbûnê dinêre jî derdikevin pêşberî temaşevanan.
Belgefîlm û panelek li ser Roboskiyê
Belgefîlmê Umit Kivanç ê li ser Roboskiyê yê bi navê "Aglama Anne" (Megrî Dayê) jî dê bê nîşandayîn û bi beşdariya derhêner Kivanç dê gotûbêjeke li dar bikeve. Her wiha ji ber yekemîn salvegera Roboskiyê dê bi beşdariya xizmên windayên Roboskiyê paneleke li dar bikeve û komkujiya Roboskiyê careke din bikeve rojevê.
Her wiha di beşa navneteweyî de jî "Pênc Kamerayên Şikestî" yê ku di van salên dawî de yek ji belgefîlmên girîng ê li ser Filistînê ye; belgefîlmê "900 roj" yê li ser Dorpêçkirina Leningradê; belgefîlmê "Zarokên Şoreşê" li ser şoreşên li dinyayê ye; dîsa "Em dixwazin dizanin" ku li ser travmaya Kamboçyayê ya di dema Kmerê Sor de û gelek belgefîlmên din ên bi vî rengî, yên li ser pirsgirêkên civakî, mafên mirovan di festîvalê de dibin mêvan.
Ji bilî nîşandayîna fîlman û belgefîlman di çarçoveya festîvalê de li darketina atolye, lîstina şanoyê, lidarxistina pêşangeh, panel û gotûbêjan gelek çalakî li dar dikevin.
Festîvala Kîjan Mafên Mirovan îsal diçe pişt deriyên hesinî jî. Li Girtîgeha Ciwan û Zarokan a Maltepeyê festîval du rojan di bin sernavê şahiya mafên mirovan de li dar dikeve.
Festîval diçe Amedê jî
Piştî Stenbolê, hilbijêreke ji festîvalê dê di navbera 14-16'ê mehê de here Amedê û li wir jî bê nîşandayîn.
Çalakî û nîşandayînên festîvalê li SALT Beyoglu, Cihê çalakiyan a Aynali Geçit, Dutch Chapel û Tutun Deposu li dar dikevin û her kes dikare bê pere li hemû çalakiyan temaşe bike.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye
***
REKLAM
Kovareke nû bi navê DîWAR derdikeve
Ji bo têkiliyê:
www.kovaradiwar.com
peywendi@kovaradiwar.com
Dîwar
Friedhofstr. 19
64401 Gross-Bieberau
Germany
Ji bo nûçeyê LOGO'yê bitikînin