Diyarname
Fîrmayeke çapemeniyê ya Katarê Elmur Holding ragihand ku ji bo li ser Hz. Mihemed fîlmekî bikişînin di nav hevdîtinan de ye.
Elmur Holding ragihand ku sazkarê fîlmên "The Lord of the Rings" û "The Matrix" Barrie Osborne jî piştgirî dide fîlm. Fîlmê ku li bendê ne dê butçeya wê 150 mîlyon dolar be tê hêvîkirin ku di sala 2011'an de bê kişandin.
Elmurê ragihand ku li ser fîlm ew bi studyoyên fîlman ên navneteweyî, ajansên ku lîstikvan girêdayî wan in û bi şîrketên belavkirinê yên li DYA û Îngilistanê re di têkiliyê de ne.
Hate gotin ku hedefa wan ew e ku lîstikvanên navdar yên navneteweyî têde bilîzin.