Nenas Hîçîstanî
Roja ku çavên te rastî li çavên min hatin nêrînên te bûn tîr û yek bi yek di dilê min de çikiyan. Çavên te bûn kevan û nêrînên te jî bûn tîrên xwînrij. Te bi nêrînên xwe yên xwînrij dilê min ê ji neçariyê dûr dîl girt. Di her kêliyê de tu heyî, di her bêhnvedanê de tu. Te bi çavên xwe yên xapînok min dorpêç kir û çûyî. Ez winda bûm di reşika çavên te de. Bîbikên çavên te bûn bîrên ziwa yên xapînok û tarî. Ji tîbûnê ez bi wan xapiyam. Nizanim ka ew çi çav in ku ew qas tîrên kujer jê diweşin û her di dilê min de diçikin. Dil nasitire ji ber çavên te yên tîravêj. Ne mertal heye li min, ne jî parêzvan. Di şerekî têkçûyî de me. Di vî şerî de miriyekî jibîrbûyî me.
Dil her tim bendewarê te bû. Lê, tu çûyî û nehatî... Min ji xwe re jiyanên ku tu têdeyî avakirin. Lê tu nehatî. Min xewnên ku bi hebûna te rengîn bûn dîtin, lê tu nehatî. Min helbestên bi te destpêkirî û bi te qediyayî risiya li ser rûpelên simspî, lê tu nehatî. Min hebûna mirovahiyê bi te da destpêkirin, lê tu nehatî. Û hew hatî…
Tim bi dengekî lerzok digiriya dil. Ew deng diltenik bû, dildax bû. Hestên têkel pêçabû dil. Dil teng û fetisok bû ji nebûna te. Hest sip û sar bûn ji nebûna te. Gulên bişkojk nepişkivîn ji nebûna te. Ew mezin nebûn wekî zarokekî/ê di dergûşê de. Te wan bê dê hişt bi çûyîna xwe…
Min te da ber tîrên jibîrkirinê lê te xwe bi mertalên polayî parast ji wan. Min xwest xwe, wekî welatê xwe yê bindest, ji te rizgar bikim lê dagirkirina te ya dilê min bêeman bû. Min xwest birînên di dilê min de vebûyî bi peyvan der bibim, lê ew jî bi neçarbûnê hatibûn lanetkirî.
Min dest bi hevaltiyê kir bi şevên reş û tarî re piştî çûyîna te. Tenê reşahiya şevê min dihevîne êdî. Bi çûyîna te rojên çîl û spî ji min re bûne pîrebokên tirsnak. Di tenêtiya şevên reş û tarî de der û dora xwe bi hebûna te dixemilînim. Di bêdengiya şevan de li te guhdar im. Di spêdeyan de bi heviya dîtina te ya di xewnan de xwe berdidim behra xewê…..
ciyanakli@hotmail.com
***
Nivîsên Nenas Hîçîstanî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin: