AMED
Êvara 18'ê mehê, li Qesra Îstenderpaşa ya li navçeya Sûra Amedê bi merasimek 9'emîn Festîvala Şanoyê ya Amedê dest pê kir. Festîval bi pêşengiya Şanoya Bajêr a Amedê û bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tê lidarxistin. Îsal diruşmeya festîvalê “Bi HEBÛNa xwe, bi XWEBÛNa xwe” tê lidarxistin
Pêşî lîstikvanên Şanoya Bajêr a Amedê Omer Şahîn û Berfîn Emektar derketin pêş mêvanan û xêr hatina li wan kirin. Dûre nivîsa ku ji bo festîvalê amade kiribûn bi kurdî û tirkî xwendin. Nivîsa kurdî Omer Şahîn ya tirkî jî Berfîn Emektar xwend.
Şahîn di metna xwend de nêzîkatiya wan a li şanoyê anî ziman, got ku ew wekî şanoger heqîqetê tînin ber çavan û got, "Ji bo me şano ne teqlîd e. Şano mudaxeleya rastiya ser rûyê avê ye. Mudexeleya rastiyên li pişt dîmena heyî ye. Em vê derdixe holê û pirsan li tiştên xuyayî dikin."
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak di axaftina kir de serketina di hilbijartina 31’ê adarê de anî ziman û paşê gotin anî ser fesTîvalê: “Spas ji bo keda hemû hevalan ku ev mîhrîcane amade kirine. Ji bo hemû hezkiriyên şanoyê gelek lîstik hene ku di nava hefteyê de temaşe bikin. Ji gelek welatan beşdarbûn heye. Dê lîstikên şanoyê bi zimanên ermenî û kurdî bên lîstin. Hêvîdarim her kes li Amedê hefteyek baş a şanoyê derbas bike. Me soz dabû ku em ê Amedê bikin bajarê çand û hunerê. Em ji vir soza xwe nû dikin."
Dûre Hevşaredar Dogan Hatûn silav li mêvanan kir û got, "Kayûmanan hewl da ku huner û çanda kurdî tune bikin. Îro me pêngava yekem a van sozên ku me dabûn we avêt. Werin em bi hev re çand û hunera xwe biparêzin.”
Piştî axaftinan lîstikvanên Batman YenîSahne û Şermola Performasê û bi beşdariya hin mêvanan çend lîstik pêşkêş kirin. Bername bi stranên hunermend Murad Demîr bi dawî bû.
19 LÎSTIN HENE
Di festîvalê de ji gelek bajarên kurdan lîstik têne pêşkêş kirin. 5 jê bi tirkî, 14 bi kurdî bi temamî 19 lîstik hene.