logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Çend Têbinî Li ser Xatirxwestina Şêxê Helbesta Kurdî Ehmed Huseynî
  2. Ji mîtolojiyê heta modernîteyê Newroz
  3. Siyadê kesên Xelata Ked û Rûmetê wê bide wan eşkere kirin
  4. 'One Battle After Another' mohra xwe li Oscaran da
  5. Li Rojava bernameya Newrozê: Li 7 bajaran di heman demê de wê bê pîrozkirin
news-details

Kovareke nû bi navê DîWAR derdikeve

Kovareke nû ya bi kurdî bi navê Dîwar derdikeve. Li gor amadekarên kovarê dê kovar çandî, wêjeyî ya mehane be û kovar dê

  • Dîrok: 19/11/2012
  • Beş: Çapemenî

Diyarname
Kovareke nû ya bi kurdî bi navê Dîwar derdikeve. Li gor amadekarên kovarê dê kovar çandî, wêjeyî ya mehane be û kovar dê aktuel be.

Niha ji bilî başûrê Kurdistanê li parçeyên din kovarên du mehane, sê mehane hene lê yên mehane hema bibêje di asta nînbûnê de ne. Jixwe kovarên mehane çandî û aktuel nîn in. Niha kovareke bi navê DÎWAR wekî mehane dertê ku dixwaze vê valahiyê dagire. Kovar dê hejmara wê ya yekemîn serê salê derê.

Di nav koma ku kovarê derdixe de navê sê kesan hatiye diyarkirin; Berpirsiyarê Giştî Agirî Soran,  Gerînendeyê Giştî yê Weşanê Helîm Yûsiv û Kordînatorê Weşanê Cemil Oguz. Li gor gotina Helîm Yûsiv, ev her sê kes wekî sereke di kovarê de cih digirin lê ji her derê ku kurd lê dijîn kes hene ku bi wan re ketine nav têkiliyê û dê di warê têkilî û nivîsande alîkariya wan bikin.

Kovarê bi navê "Kovaradiwar.com" malpera xwe jî vekiriye û ji ser wir re dixwazin xwe bigihînin hezkiriyên kurdî.
Berpirsên kovarê li ser çima kovareke wisa û rêgezên wan ev tişt weşandine:
 
Çima Kovara “Dîwar”?
 Her weşaneke, berî dest bi weşanê bike, pirsa “Çima em dertên?” divê ji xwe bike. Yê me jî bersiva “Çima Kovara Dîwar?” wisa ye:
Li seranserê cîhanê, kovarên bi kurdî yên çandî û wêjeyî, kovarên ku bi mijarên çandî yên aktuel mijûlin, pêre jî nimûneyên baş ên ji çîrok û helbestên kurdî biweşînin, hene yan nîn in, yan jî gelek hindik in. Li ser vê em ketin rê û “Dîwar” wekî
pêdiviyekê hate holê.

Kovar wê li ku amade bibe û li ku belav bibe?
Navenda kovarê li Al
manyayê ye. Edîtorî jî. Lê di serî de ji Stenbolê, ji bakur û rojavayê Kurdistanê, her wiha ji Ewropayê hevalên ku ji niha de em bi wan re ketine nava tevgerê, ew dê hem ji me re nivîsan amade bikin û bişînin, hem jî dê bi der û dora xwe bidin nivîsandin û şandin. Bi vî awayî emê bikin ku kovar hem neteweyî û hem jî navneteweyî be. Lê emê bikin ku hem bi awayekî çapkirî, hem jî bi ser internetê re (wekî PDF) ragihînin her kesî.
 Di warê xwegihandina kovarê de, hem bi rêya e-mailê û hem jî bi rêya telefonê her kes dê bikaribe xwe bigihîne kovarê. Emê bikin ku li her welatê dinyayê aboneyan çêbikin û kovarê bigihînin wan. Ji bilî vê, li hin bajaran (wekî Stenbol, Amed û hwd.) dê li hin cihan kovar bê peydakirin
 
Çima mehane?
 Em başûrê Kurdistanê deynin aliyekî, li perçeyên din ên Kurdistanê, li Ewrupayê û welatê din ku gelek kurd lê dijîn, hejmara kovarên bi kurdî gelek kêm in. Yên hene jî, hin jê sê mehane ne, hin du mehane, hin nikarin di dema ku diyar kirine de bi rêk û pêk bên derketin jî. Bi gotineke din, bi kurmancî, hin kovarên sê mehane û du mehane yên kurdan hene, lê mehane nîn in. Me xwest bi awayeke mehane em kovarê ragihînin xwendevanên kurdî û hindik be jî vê valahiyê dagirin.
 
Çima Aktuel
 Kovarên me yên kurdan piranî “çandî, hunerî û wêjeyî” ne. Lê piranî jî sar in, ji aktuelbûnê dûr in. Me xwest bi “Dîwar” hem aliyê çandî yê aktuel pêş ve bibin, hem jî nimûneyên girîng ên ji wêjeya kurdî pêşkêşî we bikin. Di kovarê de hûnê her meh bikaribin bi rehetî agahiyên çandî yên aktuel, mijarên girîng, balkêş û aktuel bixwînin. Di heman demê de mînakên baş ên ji çîrok û helbesta kurdî, hûnê di kovarê de bibînin. Perçeyeke girîng emê ji bo danasîn, rexnekirin û nirxandina pirtûk û bûyerên wêjeya kurdî veqetînin. Bi awayekî ku reng û dîmenê wêjeya kurdî ya nûjen, meh bi meh, bê bigewdekirin. Pêşniyara me ev e: Hema Dîwar bişopînin hûnê bibînin ka em qala çi dikin…
 
Kovara ku telîfê dide
 Di serî de me got tenê derxistina kovarê, ji bo vê ji nivîskaran nivîs xwestin têrê nake. Me got li dinyayê tiştê heye ku em kurd nakin çi ye û em li ser wê fikirîn... Di dawiyê de me got her kes peyvek be jî, binîvisîne, ew peyv bi qîmet e û nivîsa ku ji van peyvên bi qîmet dertê biqîmetir e, loma jî telîfê heq dike. Loma em dê ji bo her nivîs, çîrok û her helbestê telîfê bidin.
 
Rêbazên me ji bo weşandina nivîs û nûçeyan
 - Edîtoriya kovarê azad e, her nivîsa ku bê biryara weşandin an neweşandinê bide. Di vî warî de azadiya xwe her diparêze. Ger biweşîne jî neweşîne jî hayê nivîskar pê dixe.
 - Edîtoriya kovarê her nivîsa ku ji wan re bê şandin ger biecibîne diweşîne û pêre jî telîfa nivîsê çiqasî bike dişîne ser hesabê bankeyê yê xwediyê/a nivîsê.
 - Bîrdozî û baweriya kesan çi dibe bila bibe, her kes dikare ji Dîwar re nivîsan bişîne.
 - Di çîrok û helbestan de nivîskar azad in ji xwe re mijarê hilbijêrin. Lê wekî din nivîs/nûçeyên balkêş û girîng ên li ser çandê hebin û nivîskar/rojnameger bixwazin ji me re bişînin rûpelên kovarê ji bo wan jî vekirî ne. Her wiha di rewşeke wisa de berê de dikarin me agahdar bikin ku dê li ser mijareke wisa nivîsekê binivîsin û bişînin.
- Her nivîsa ku ji Dîwar re hatibe şandin divê li ciheke din nehatibe weşandin.
 - Her nivîsa ku ji Dîwar re bê şandin û bê weşandin, êdî ew nivîsa “Dîwar”e û bêyî destûra fermî ya edîtoriya Dîwar li tu kovar, rojname, malperan nayê weşandin, çavkanî bê nîşandayîn jî weşandina wê qedexe ye.
- Ger ew nivîs çîrok an helbest be, xwediyê nivîsê rojekê pirtûkekê derxe dikare wê helbesta xwe an çîroka xwe têde biweşine, lê wekî din nikare li ciheke din biweşîne. Ger Dîwar bi xwe ji çîrok û helbestên jêre hatine şandin weku pirtûk berhev bike û biweşîne, wê çaxê li gor derfetên xwe careke din telîfê dide xwediyê nivîsê.
 - Edîtoriya kovarê, di nivîsan de, li asta wêjeyî, li girîngî û balkêşî, li zimanekî şayik û kurdiyeke pak digere.
 
Em kî ne?
 Em çend kesên serbixwe ne ku di bin banê “Hêvî Gruop”ê de hatine ba hev û derdê me ew e, ku bi vê kovarê em beşdarî avakirina dîwarekî ji dîwarên avahiya wêje û çanda kurdî ya hemdem bibin.

Ji bo têkiliyê:
www.kovaradiwar.com
peywendi@kovaradiwar.com
Dîwar
Friedhofstr. 19
64401 Gross-Bieberau
Germany

Parve Bike

Youtube Me

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Ji mîtolojiyê heta modernîteyê Newroz

news

Cihê sohbet û hevdîtinê Firata Nûbiharê; Suleyman Çevîk qal dike

news

Video Project 4

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news

H. Kovan Baqî: Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

news

Dilşêr Bêwar: Pêlên Lacîwerd

news

H. Kovan Baqî: …dayikekê didirû ji dengê min re

news

Mesûd Qeya: Ezê bikim

news

Omer Dilsoz: Rexneya Rexneyê

news

Yeqîn H.: DESTPÊK

news

Şaredariya herî kurdewar, binêrin çi kir...

news

Em hejmara çapkirina 386 pirtûkan derxin 10 qatên wê

news

Di nivîs, şano, fîlm, û di helbestên 'Lewerger'ê de 'Dê'

news

Hemû agahiyên ji bo hilbijartina Kurmancî-Zazakî

news

Li KOBANÎ pirsgirêkên tenduristiyê

news

Piştî peymana 29.01.2026'an li Rojava rewşa perwerdehî, çand û weşangerî dê çawa be?

news
Çapemenî - Nivîsên Dawî
news
  • 10 03 2026

Nûbihareke nû li ber destên xwendevanên xwe ye

news
  • 25 02 2026

'129 rojnameger hatin kuştin'

news
  • 13 02 2026

Kovareke nû ‘Kewar’ê dest bi weşanê kir

news
  • 11 02 2026

Kerem bikin, bi 'Peyvname'yê bilîzin

news
  • 09 02 2026

WP hejiya: CEO'yî îstîfa kir, bi sedan rojnameger ji kar hatin derxistin

news
  • 31 01 2026

Kovareke nû bi kurdî, ‘Bizot’ derket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
news

Ziman Dirêjo Hed Nezano

  • Kadir Stêra
news

Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

  • Omer Dilsoz
news

Berxweş

  • Mesûd Qeya
news

Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin 

  • H. Kovan Baqî
news

Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

  • Hogir Berbir
news

Destpêk

  • yeqîn h.
news

Pêlên Lacîwerd

  • Dilşêr Bêwar
news

10 hezar girtî bên berdan Tevgera Kurd wê bikaribe çi bike bo wan?

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Di "Tasa Seferê" de çi heye?

ad

Rêveberiya Kontona Cizîrê biryarên nû girtin

ad

Vê hefteyê 5 nivîsên nû

ad

Li dû nûçeyan 14 sal

ad

'Her meh pirtûkek bixwînin'

ad

Vê nameyê ji AkBank û Garantîyê re bişînin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çend Têbinî Li ser Xatirxwestina Şêxê Helbesta Kurdî Ehmed Huseynî

  • 16 03 2026
news

Ji mîtolojiyê heta modernîteyê Newroz

  • 15 03 2026
news

Siyadê kesên Xelata Ked û Rûmetê wê bide wan eşkere kirin

  • 15 03 2026
news

'One Battle After Another' mohra xwe li Oscaran da

  • 16 03 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname