Diyarname
Li Los Angeles a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) tiştên sporkarên navdar boksor Mihemed Elî û lîstikvanê fûtbolê Pere di mezatê de têne firotin.
Malpera Julien's Auction ku tiştên her du efsaneyan difroşe bi navê “Sembom û Îdol: Spor 2016″ (Icons and Idols: Sports 2016) tişt derxistine mezatê. Mezat 3'yê meha pêşiya me lidar dikeve.
Di koleksiyona Mihemed Elî de pirtûk, porter, lepikên boksê yên îmzekirî û çarfeya maseyê ku ligel John Travolta li ser nan xwaribû her wiha îmze kiribû hene. Yê Pele jî wekî madalya, formeyên îmzekirî, paseporta wî, tiştên din hene.