Batman
Îsal 2’eymîn Xelatên Kedê yên Wêjeya Kurdî û Çîrokan ya Şerzan Kurt ku ji aliyê Şaxa Egîtîm Sena Batmanê ve tê dayîn eşkere bûn. Li gorî vê îsal “Xelata Demokrasî ya Şerzan Kurt” dan nivîskarê rojnameya Azadiya Welat û Edîtorê DÎHA’ê Tayyîp Temel ku ew li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê ji 12’ê rezberê ve di çalakiya greva birçîbûnê de ye.
Serokê Şaxa Egîtîm Sena Batmanê Bulent Hatûn di derbarê Xelatên Kedê yên Çîrok û Wêjeya Kurdî ya Şerzan Kurt ku îsal duyemîn car e didin, daxuyaniyekî nivîskî da. Hatûn balkişand ser binpêkirinên mafan yên li welat, dirêj kişana girtî mayînê, çalakiya birçîbûnê ya li girtîgehan, tundiyên li ser rojnameger, rewşenbîr û nivîskaran berdewam dikin û azadiya fikir û ramanê. Hatûn da diyar kir ku, bi armanca balê bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku ji ber sedema binpêkirina mafan hatiye destpêkirin, ew van xelatan didin.
Hatûn diyar kir ku îsal ew wekî Şaxa Egîtîm Sena Batmanê Tayyîp Temel hêjayî Xelata Demokrasî ya Şerzan Kurt dêtine ku Temel niha di Girtîgeha Tîpa D ya Amedê de ye û ji 12’ê rezberê ve di çalakiya greva birçîbûnê de ye.
Her wiha kesên di vê pêşbaziyê de bi ser ketine û navên berhemên wan wisa ne:
Di beşê Çîroka Kurdî de, bi çîroka “Erdhej” Menaf Osman û bi çîroka “Leylika min” jî Mahmûd Baran.
Di beşa Çîroka Tirkî de jî, bi çîroka “Araf” Hande Baba, bi çîroka "Beklerken” Fatîh Debbag girt.
Ji bo dayîna xelatan dê 16'ê vê mehê roja înê saet 19.00 de li Salona Konferansê ya Şaredariya Batmanê merasima xelatdayînê li dar bikeve.


