DUHOK
Li gorî daneyên Dadgeha Barê Kesî ya Dihokê, di sala 2020’an de hezar û 367 serlêdanên ji bo jihevberdana jin û zilaman çêbûye.
Dadgeha Barê Kesî ya Dihokê derbarê jihevcûdabûna kesên zewicî û jihevcûdabûyîn de daxuyaniyek parvekir. Li gorî daxuyaniyê di sala 2020’an de 2 hezar û 166 doz hatine çareser kirin, 2 hezar û 405 gilî jî hîn li ber destê dozgerin. Hate gotin ku di nava sala 2020’an de 11 hezar û 984 zewac çêbûne.
Rojnews