Diyarname
Qeleparêzê navdar ê Real Madrîdê yê berê Iker Casillas dixwaze bibe Serokê Federasyona Fûtbolê ya Spanyayê (FFS). Casillas li ser vê yekê peyam weşand û got: "Dema pêvajoya hilbijartinê dest pê bike ezê bibim berendam. Bi hev re emê fûtbola Spanyayê derxin lûtkeyê. Di hilbijartineke zelal û adilane de ji 23 hezarî zêdetir hilbijêr dê li benda me bin. Ji bo eleqe û hezkirina ku nîşanî me didin ez sipasdarê wan im."
Casillas ku roja 20'ê gulana 1981'ê li Mostoles a Sapanyayê hatiye dinê di tîma jêrîn a Real Madrîdê de giha, paşê derbasî tîma A bû û 16 salan formaya tîmê li xwe kir. Casillasê ku di sala 2015'an de transferê Portoyê bû roja 1'ê gulana 2019'an di dema antremanê de qeyrana dil derbas kir. Piştî vê biryar da ku êdî fûtbolê nelîze. Ji bilî maçên tîman, Casillas 167 caran formaya Tîma Neteweyî ya Spanyayê jî li xwe kiribû û bi vê yekê ew duyemîn lîstikvan e ku herî zêde di nav tîma neteweyî de cih girtiye.
Hê dem ne zelal be jî li bendê ne ku kongreya FFS'yê berî tûrnûvaya Şampiyona Fûtbolê ya Ewropayê ya 2020'an li dar bikeve. Tûrnûva îsal dinavbera 12'yê pûşperê û 12'yê tîrmehê de li dar dikeve.