Diyarname
Koma Xwendinê ya Semsûrê vê carê pirtûka Hesenê Metê “Hefsar” nirxandiye. Kerem bikin ew nirxandin…
***
Ev kitêba Hesenê Metê bi cureya novelê hatiye nivîsandin, 94 rûpel in û ji aliyê Weşanxaneya Peywendê va hatiye weşandin.
Nivîskar di vê kitêba xwe da behsa derûniya kurdên bêxweyî yên diyasporayê dike.
Çîrok li Swêdê derbas dibe û wexta ku meriv çîrokê dixwîne pê derdixe ku nivîskar bi xwe şahidê vê çîrokê bûye. Bi vegotineke zelal û rewan qala çîrokê dike. Hesenê Metê ne tenê aliyê vegotina çîrokê ve, ji aliyê hevoksaziyê ve jî em dikarin bêjin gelek serkeftî ye û xwendevanên xwe nawestîne.
Di vê novela Hesenê Metê de du karakter derdikevin pêş me. Yek Behram e ku çîrok bi devê wî tê gotin. Yê din jî Germiyan e ku çîrok jiyana wî ye, yanê çîrok ew bi xwe ye.
Nivîskar bi çîroka Germiyan dixwaze pirsgirêkên kurdan û penaberiya kurdan ya ji ber van pirsgirêkan vebêje. Ew nîşanî me dide ku ew kesên pirsgirêk û zehmetiyan dibînin, ji ber mecbûriyetê dev ji welatê xwe ber didin diçin ciyekî hê azad lê li wir jî nikarin ji tesîra van pirsgirêkan xilas bibin. Hesenê Metê, tesîra serpêhatiyên wan kesan, travmayên ku li ser wan çêbûne û encamên van travmayan li ser jiyanên wan bi şêweyeke samîmî ji me re qal dike.
Di kitêbê de çîrok wisa hatiye hûnandin ku ew derûniya Germiyan yan jî ya bi sedan Germiyanên ku li diyasporayê dijîn gelek xweş xwe dide hîskirin û xwendevan bi xwe jî dibe perçeyeke çîrokê. Derûniya reşbîniyê, bêmanebûna jîyanê û têkçûyîna derûniya merivekî bi awayekî serkeftî hatiye vegotin.
Tevî van tiştan nivîskar ev derûniya ku me li jor qal kir bi hostatî bi lêpirsîna Xwedê û qederê ve jî girêdaye. Nivîskar dide xuyakirin ku wexta însan nikaribe berpirsiyarekî ji neheqiyan re bibîne yan jî nikaribe berpirsyariya neheqiyên jiyanê bide ser milê xwe, berê xwe dide Xwedê û dixwaze hesêb ji Xwedê û qederê bipirse û wan sûcdar bike. Karakterê vê kitêbê di dawiya çîrokê de dibêje “min çiqasî lava kir, min çiqasî bang li Xwedê jî kir deng jê derneket… Sebir û sebatek nîşanî min neda û êşa min kêm nekir.” û xwe bi hefsarê hespê xwe didaliqîne.
Çîrok, bi mirina lehengê me bi xemgînî xilas dibe. Nivîskar, bi xwedardekirina karakterê çîrokê dixwaze bi me bide zanîn ku tenêtî û bêxweyitî maneya jiyanê têk dibe. Û dawiya dawî meriv bêdeng dibe, dikeve nav derûniyeke tarî û paşê jî bi tûnebûyînê ango bi mirinê dawî li êşa xwe tîne.
***
Têbiniya Diyarnameyê: Berê jî me gotibû encamên nirxandinên Komên Wêjeyê bên emê belav bikin. Em bêyî dest bidin nirxandinên van koman em belav dikin.
***

Hesabên Diyarnameyê
- twitter.com/diyarname1
- facebook.com/diyarname
- instagram.com/diyarname1
- youtube.com/diyarnamediyarname
Ji bo têkilî: diyarname@diyarname.com


