Diyarname
Fîlmê derhêner Kenneth Branagh ê bi navê “Death on the Nile” (Li Nîlê mirin) niha li gelek welatan di vîzyonê de ye. Fîlm niha li Tunusê hat qedexekirin.
Fîlm ji romana Agatha Christie ku di sala 1937’an de nivîsandibû hatiye girtin. Fîlm bi heman navî niha li vîzyonê ye û li hin welatan tê qedexekirin. Di fîlm de lîstikvana ji Îsraîlê Gal Gadot dilîze û qedexe ji ber vê yekê hatine.
Seroka tevgera jinan a dijî siyonîzmê Kaouther Saida Chebbi li ser Gadot wisa gotiye, “Serlîstikvana fîlmî ji Îsraîlê ye û di nav artêşa Îsraîlê de perwerdehî dîtiye, û her wiha piştgiriya kolonîzekirina Filistînê jî dike.”
Ji ber serlîstikvan Gal Gadot berê li Kuweytê û Lubnanê hatibû qedexekirin, niha jî li Tunusê hat qedexekirin.
Li Tunusê piştî protestoyên dijî fîlmî ev biryara qedexeyê hat girtin.
Di fîlm de ligel Gal Gaot, Tom Bateman û Annette Bening dilîzin.