logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çûyîna Bavo ya Hecê!
  2. Arsenal an PSG? Encam diyar dibe
  3. Mezinê Ewropayê diyar bû
  4. Fîlozof Edgar Morin mir
  5. Festîvala Boreka Kurdan li dar ket
news-details

Baciniyên êzdî û toreya tolhildanê

Ew nivîskarê ku di demek pêşwext de bi romanên “Xaltîka Zeyno” û “Xewnên Pînekirî”, bi vînek polayî kela pişavtinê hêriv

  • Dîrok: 01/06/2013
  • Beş: Serbest

Mahmut Ozçelik
                                  
Ew nivîskarê ku di demek pêşwext de bi romanên “Xaltîka Zeyno” û “Xewnên Pînekirî”, bi vînek polayî kela pişaftinê hêrivand û bi pêtalek kawayî ya wersiyona wêjeyî, rê û rêçikên xwendina kurdî bi ber me xist û bi berhemên giranbuhatir li pêşberî me ye, piştî bi dehan salan hîn jî ji xebatên xwe tiştek kêm nekiriye. Ji wan berhemên wî yên nû, min xwest ez “Dora Bacinê Bi Dar e”  hilbijêrim û li ser mijara wê ya dilojarê rawestim.

Romana Medenî Ferho “Dora Bacinê Bi Dar e” ji Weşanên Doyê bi çapa xwe ya duyem ya 2010’an û bi 358 rûpelî li pêş me ye.

Pirtûk ji sê beşan pêk tê: “Pirtûk Yek, Pirtûk Du û Pirtûk Sê”. Nivîskar pirsgirêkên di nava gundiyên Bacinê de ku kana xwe ji pergala feodaliyê digire û bûye egera kuştina bi sedan mirovên bêguneh û ji welat hetanî Ewropayê jî dilopên xwînê pejikandiye û her der herimandiye, tîne ser rûpelan û me difikirîne. Û pirsa ev çi bobelat e ku pê re serî nayê kişandin ji me dike. Mijara romanê ku nivîskar di bin navê “Çend Gotin”ê de kifş kiriye, çavkaniya xwe ji rastiyê digire: “Li gastîna nîvê gundê Bacinê darek heye. Ev çîrok li binê wê darê ji min re hate gotin.”(rûp.7). Gundê Bacinê di dema Eynoyê Yekem de, ku ji herêma Bota koç dike û tê li quntarê Çiyayê Hevêriya-nêzî Midyadê- bi cih dibe û ewilîn wekî ziving dizê û dû re dibe gundek ji hêla sê birayan ve hatî şênkirin:  Boto, Eyno û Misur. Piştî zar û zêçên sê birayan jî çêdibe û malbat şax û qurm û qoratên xwe belav dike, ji sê malbatan Eynoka û Botoka dikevin pêsîra hev û serokê Eynoka zor û zulmê li malbata Botoka dike û wan  mecbûrî koçkirina ji gund dike. Û ev zulm dibe egera teqîna fîşeka yekemîn, bi gotineke din ev barkirina ji gund, bi xwe re herikîna xwîna ciwanan tîne û  ew roj ev roj e, Baciniyên ku pismamên hev in, hevdu dikujin. Pê re jî ev xwînrijandina wan tixûbê Bacinê, yê li Kurdistanê derbas dike û hetanî parzemîna Ewropayê-Almanyayê- jî dibe egera kuştina çar mirovan. Li ser vê karesata ku nola libên tizbiya ku bendê wê qetiyabe û yek bi yek li erdê belav bûbe, ji herdu malbatan mirov tên kuştin. Taybetiya van pis û pismamên bê navber hevdu dikujin ew e ku ji ola êzdatiyê ne. Çîrok çîroka malbatên êzdiyan e.Dijminahiyeke sed- sed û pêncî salî dom dike mijara romanê ye. Nakokî jî ew e ku  di êzdatiyê de rengê spî û zer serdest e, lê tim rengê sor, rengê xwînê dibe para van malbatan. Tevî ku bi salan mirovên gotina wan bi bandor e ji bo vê toreya tolhildanê bide sekinandin dibin navbeynkar jî, tu serkeftinan bi dest naxin. Herî dawî sê mirovên welatparêz û hişmend li xerîbiyê-Almanyayê-dibin destbirakê hevdu û li ser rawestandina vê toreya tolhildanê dikevin nava xebatê:  Serhan, Ûsê û Koçek Birahîm…    
Sê destbirak li hev dicivin û li ser pirsgirêkên jiyanê yên rojane dipeyivin. Serhan xewna xwe vedibêje, kêliya ku Ûsê xeyala dilê xwe vedibêje, Apê Cemîl tê cem wan û li ser nekesiyê, bexîliyê dipeyivin. Pê re jî behsa zarokên, nifşên ku hatine Ewropayê û  ji çavkaniya jiyana xwe û welat qutbûne, dikin. Û xilasiya ji vê rewşê jî tenê di xebata ciwanan de dibînin. Apê Cemîl di nava nakokiyek dijwar de dijî: Ji hêlek de birakujiya ku ji welat hetanî Ewropayê belav bûye û ti çare jê re nehatiye dîtin û jiyan li wan herimandiye, ji hêlek de jî jiyana Ewropiyan ku qet naşibe jiyana wan ya li welat. Vê rewşa nakok wiha tîne ziman. “Xweşî û geşiya me û wan ji hev cuda ye. Ferhengên Ewropiyan wateya navê kurê min Serhan nanivîsin. Pirsgirêk ev e.” Tevî ku Apê Cemîl şazdeh sal in li Almanyayê dijî hîn jî bi bendewariya vegera welatê xwe li piya dimîne û dixwaze rojek berî rojekê li welatê xwe vegere û li wir bimire. Hevdu kuştina gundiyên Bacinê jiyana wan serobin kiriye û ev serobinbûn li Almanyayê jî didome. Jiyanek bi janan pêçayî para wan e. Ji bo vê kevneşopiya mirov kuştinê bidin rawestandin hin hewldan tê dayin. Ji vana yek xebatên sê detbirakan e ku xwîna tolhildanî bidin sekinandin. Koçek Birahîm, Ûsê û Serhan. Ya din jî xebata Feleknasê ye. Nivîskar di vir de rasterast parlamena kurd ya li Almanyayê dijî û bi siyaseta kurd ve têkildar e, kiriye lehengeke pasîf ya romana xwe û bi mudaxileya wê re dixwaze xwînrijandina gundiyên Baciniyan bide rawestandin. Feleknas keçek kurd a ronakbîr e, li Ewropayê di nava siyasetê de ye. Bi xwe jî ji kurdên êzdî ye. Ji malbateke şêxên êzdiyan e, û bandora wê li ser êzdiyan gelek e. Di şîna hatiye girêdan de axaftinek siyasî dike û her kesî vexwendî nav refên têkoşîna azadiya Kurdistanê dike û ji wan dixwaze ku hêza mirovên kurd divê ji bo berjewendiyên gelê kurd bê xerckirin. Di romanê de nivîskar ligel ku qala doza birakujiya gundiyên Bacinê dike jî hetanî rûpelên sedî qet bi hevokekê jî behsa sedema vê karesatê nake. Ka gelo ev doza tolhildanî ya xwînî ji ber çi sedemê derketiye û ji welat jî çilkên xwînê gihîştiye ta Almanyayê… Dîsa hatina Koçek Birahîm ya ji Başûrê Kurdistanê hetanî Almanyayê jî di xumamiyê de ye. Ew camêr oldarek payebilind yê ji ola êzdayetiyê ye û ji bo birakujiya gundiyên Baciniyê bide rawestandin dixebite. Lê ne kifş e bi taybetî ji bo vî karî hatiye an ji xwe ew jî ji ber sedemên cur be cur li Almanyayê penaber e. Nivîskar di vegotina romanê de dixwaze ji hêlek de bi hêza oldaran re, ji hêlek de jî bi hêza siyasetmedaran re ku navê Remzî Kartal, Elî Yigît, Zubeyîr Aydar derbas dibe, vê xwînrijandina malbatên kurd yên êzdî bide sekinandin. Ev navên popûler yên kesayetên hêj li jiyanê ne, di romanê de tê bikaranîn di hişên xwendevan de fikrên, nola ku daw û dozek rastîn wê bê çareserkirinê diafirîne.
Di vêgotina bûyer û pêhatiyên gundê Bacinê de mirov pir bi hêsanî dikare bibêje ku rastiya welatê me hatiye ravekirin. Ya rast gundê Bacinê Kurdistan bi xwe ye. Trajedî heman trajedî ye. Vegotina di dirûvê gundê Bacinê de rastiya serboriya welatê me bi xwe ye. Ji bo vê jî çareseriyek pirhêl tîne ziman. Ji bo çareseriyê ciwan, mirovên oldar ên ku li ser civakê bi bandor e, partiya ku pêşengiya doza welat dike, nivîskar û rewşenbîrên ku pênûsê dilivînin, jinên ku stûna têkoşînê ye; van hemû grubên aktîf dixwaze ji bo çareserkirina pirsgirêka gundê Baciniyan bike nava tevgerê. Ev hemû grubên çalak ên ji bo têkoşînê ked û xwêdanên mezin didin ji bilî doza welat û xelasiya wî ne tu tiştek din e. Koçek Birahîm ji bo vê dozê çareser bike wekî pêşeng dixuye. Ev pêşengtiya wî ji zarokatiya wî dest pê dike. Ji bo têgihîştin û fêhmkirina cîhanê di temenek biçûk de dev ji dê û bavê xwe berdide û berê xwe dide riya zanîn û zanyariyê. Dide pey armancên mezin, li rastiyê digere, li wargeh û dergehên pîroz yên êzdayetiyê dibe mêvan. Diçe Laleşa Pîroz. Fêrî gelek tiştên dê wî di jiyanê de ji tengasiyan xelas bike, dibe. Bi kevneşopiya ola êzdayetiyê mezin dibe. Di romanê de diyaloga Koçek Birahîm ya bi Çerxa Felekê re, dû re jî ya bi Kalê Spî re gelek balkêş e. Di van diyalogan de Koçek Birahîm bi inyat dide xuyanî ku li pey rastiyê ye û hetanî rastiyê fêr nebe û negihêje asta têgihîştina cîhanê dê ji riya xwe venegere.
Di beşa duyem ya pirtûkê de ku nivîskar wekî “Pirtûk Du” binav kiriye em bi saya xewn û xeyalên Koçek Birahîm, xwe bi temamî di nava Wargehê Pîroz Laleşê de dibînin. Bi vê rewşê re em ji toreya tolhildanê ya gundê Bacinê dûr dikevin û xwe di nava kûrahiya dîrok û felsefeya ola êzdayetiyê de dibînin: Destnivîsên li ser deh hezar çermên xezalan hatiye nivîsîn, goristanên bê kêl yên mezinên êzdiyan, Pîrê Çil Pîran yê ku di ola êzdayetiyê de cihek giring digire, peywirdarên tenê di êzdayetiyê de tê dîtin; mêrav, dunav, pêşîmam û yên din. Dîsa sembolên wekî Şems- Şeşims, Çûkê Tawûs ku hin pîroziyên ola  êzdatiyê ne bi me dide naskirin. Disa em bi xeyalên zaroktiya Koçek Birahîm li Newala Kûr ya ku nêzî Laleşa Pîroz e digerin, bi dengê bilûra Mamê Şivan mest dibin, bi teyr û tilûr, cur bi cur  canlidarên ku di nava bêdengiya xwezayê de, di ahengsaziyek xweş de bi aramî bi hev re dijîn re dibin heval. Beşa pirtûkê ya sêyem ku wekî “Pirtûk Sê” hatiye nivîsin nola ku beşa pirtûkê ya yekem - Pirtûk Yek-ê dubare bike tê xuyanî. Dîsa sê destbirak Serhan, Ûsê û Koçek Birahîm li hev dicivin û ji bo xwînrijandina bi salan e di nava gundiyên Baciniyan de berdewam e bidin rawestandin di nava xebatê de ne. Carinan bi hin kesên ku gotinên wan tê guhdarîkirin re pirgirêkê niqaş dikin. Lê di romanê de karakterê ku bi navê Koçek Birahîm wekî serleheng tê xuyanî di beşa dawî de me xeyalşkestî dihêle. Ji ber ku di destpêka romanê de bi vîn û biryardariyek mezin dixebite û bi gelek hêlan re têkiliyan datîne ku kevneşopiya xwînrijandinê bi dawî bike, lê nivîskar di beşa dawî de tu rol û mîsyonek nû nedaye lehengê sereke û ew bê nirx di nava pirsgirêkê de tenê hîştiye, ti asoyek nû li pêşiya wî ji bo çareserkirina pirsgirêkê venekiriye û tenê fikrê xwe yê di her rûpelên Pirtûk Yek û Pirtûk Sê” yê de dubare kiriye û monotoniyek daye romanê: ”:Eger em xwe bigihînin ciwanan, eger em ciwanan razî bikin, eger ciwan şaşî û çewtiyên bav û kalên xwe bi dengekî bilind bînin ziman emê bigihên qonaxeke xêrê.(rûp.345). Mixabin di sedan rûpelî de ev hevokinên li ser ciwanan tê rêzkirin hene, lê em di tu rûpelekê de nabînin ku ciwan li hev kom dibin û dibin hêzek çareseriyê. Nebûna vê yekê jî Koçek Birahîmê di destpêka romanê de wekî serlehengekî wê dozê çareser bike dixuye, di dawiya romanê de dişibe wan mirovên ku nivîskar wan bi “tênê diaxivin û tu xebatê nakin”  tawanbar dike. Nivîskar di gelek beşên romanê de rexneyê li giregir û gundî û kesayetên ola êzdiyan digire ku tenê diaxivin lê toreya heyfhilanînê çareser nakin. Heman tiştî bi devê Birahîm Koçek bi me dide guhdarîkirin û me hêvîşkestî dihêle. Mixabin serlehengê romanê bi xwe jî dikeve vê hezekê/lîtavê û “gotin heye pratîk tune ye” derdikeve holê. Û di dawiyê de ew lehengê bi biryar di nava dubarekirina gotinan de difetise. Di dawiya romanê de nivîskar bêyî toreya tolhildanê ya gundê Bacinê bi destê Koçek Birahîm an bi hin kesên din bide çareserkirin, romanê û lehengê romanê di nava toz û dûmana dubarekirina hevokan de dihêle. Nola ku xwendevan deng li Koçek Birahîm bike û biqîre: Niha dema qehwa tal e?  Ka qaşo te yê pirsgirêka gundê Baciniyan çareser bikira!
Kêmasiyek jî ew e ku beşên romanê di şûna ku “Pirtûk Yek, Pirtûk Du û Pirtûk Sê” were bi navkirin, divabû navinên din lê bikira dê çêtir bûya. Çimkî pirtûk yek e û em dixwînin, yên di nav rûpelan de êdî beş in û navên cihê divê lê bê kirin.
Dîsa nivîskar temenê Apê Cemîl ê ku nikare hînî jiyan û edetên Ewropayê bibe di nava çend rûpelan de geh biçûk dike geh mezin dike: “ Di temenê min î heftê û du salî de, her libikek bûyerek e, pêhatiyek e.”(rûp.22)  “…piştî heftê û çar salan, piştî ku diran di devê  min de neman…”(rûp.33). Du rûpel pêş de temenê Cemîl cardin diguhere: “Ji min, ji vî kalê heftê û yek salî qebûl nakin, dibêjin divê tu fêrî ziman bibe.”(rûp.35)
Zimanê romanê gelekî giran e. Peyvên tenê di ferhenga birêz Medenî de hene gelek in. Lewre tevî min li ferhangan dinihêrî jî gelek peyv tê de tunebûn. Lê dîsa jî vegotinek kûr ya felsefîk xwîner bi xwendinê ve girêdide. Hin hevokên aforîzmayî yên di romanê de, ji ber ku pir balkêş e û li xweşa min çûne ez dixwazim bi we re jî parve bikim:
• Di nava rekiheke zêrîn de jiyan, nikare rê û şiveleyên macerayên nû li ber mirovan veke.
• Çavkaniyên jiyana me pelixî ne, hêvî birîndar in, hewar û gazî dûr e.
• Çîrok û çîvanokên bav û kalên min çavkaniyên jiyana min in.
• Ava esîl genî nabe.
• Xêr û guneh bi hev re dimeşin. Ev cîhan wargeha xêr û gunahan e.
• Dil hem rêya bihuştê ye, hem rêya dojehê ye.
•  Eger hûn xwe nas nekin, hûn nikarin êşa dilê xwe derman bikin.
• Roj mirov germ dike, mirov jî gotinê germ dike.
• Dilê min distirê, lê zimanê min nalorîne.
• Dilek bi tenê têra jiyana bi rûmet nake.
• Rûdêna bêxîretiyê reş e. Xîret kiryara dilsoziyê ye.
• Jiyan ne mîna di pirtûkan de hatiye nivîsandin e.
• Kîn û buxz ejderhayê heftserî ne, bi xwînê xwedî dibin, her sê danê rojê xwînê dixwazin.
• Diranê şikestî parî hûr nake, gotina şikestî mirovan têr nake.
• Dilê bê dost û yar baş lê nade.
• Di rêya bihuştê de xêr, di rêya mirovaniyê de siyanet û rûmet, di rêya bext de rastî, di rêya olê de bawerî pêwîst e.
• Dîtin tenê bi çavan nabe. Dîtina erênî, dîtina hiş e, dîtina mejî ye… Çav tenê dûrbîn e.
• Tî bimîne. Tî bimîne da ku tu dikaribe avê bide mirovan. Dilê ji ber tîbûnê, ji bêaviyê çiqçiqî, ji hev şeqitî zuwabûna dilê mirovan fam dike…
• Jiyan tenê ne mêr e… Jin e jî… Jiyan nêr û mê ye…
• Jiyan du beş in…Şev û roj… Jin û mêr… Nêr û mê… Yek bêyî yê din nabe.
• Gotin xezîneya herî mezin e, çeka herî dijwar e…
• Tiştê di tûrikê we de ye bidin. Dayîn navê duyem yê Yezdan e.
• Tu zanistiyên cîhanê teva di bîra serê xwe de bide hev, bîra serê te tejî nabe.
• Qencî ew e ku hemberî kesên xerabî bi mirov kiribe jî bê kirin e.
•  Di strana jiyanê de her dem hêrsek heye, hêrsa xweparêziyê.

firatt_muratt@hotmail.com

**

Nivîsên Mahmut Ozçelîk ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Xezal: Wêneyê Şerê Kirêt
- 'Lerizînên Tenêtiyê' û jiyanên têkçûyî
- Jiyana kurdan ya bênasname: “Kitim”
- Şapînoz’a Enwer Karahan û Reşbîniyên Nepen
- Şêx Seîdê Kal û Sê Gavên Wî yên Dawiyê (Beş II)
- Şêx Seîdê Kal û Sê Gavên Wî yên Dawiyê
- Penaberên li ser çemê Elbeyê
- Moliére Kurdî Dipeyive
-
Rondikên ji jiyana kevneşopî diniqutin
- Lehengek Sêwî yê Tazî û Evîna wî ya Nîvcomayî
- ‘Gîtara Bê Têl’ û ‘Perde’
- ‘Berbiska Zer’ a bêmiraz



                                                         

Parve Bike

Youtube Me

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 30 05 2026

Çûyîna Bavo ya Hecê!

news
  • 25 05 2026

Di 'Dirindeyên Hesinî' de helbest, hêma, sembol û tiştên din

news
  • 24 05 2026

The Mist (Mija Kujer), rastî û windabûna hişmendiyê (Bi nêrîneke derûnkolînerî li ser rewşa kurdan)

news
  • 21 05 2026

Kurdan di 2 rojan de 4, di 6 mehan de nêzî 10 komeleyên kurdî vekirin

news
  • 19 05 2026

Di kûrahiya bîra jinê de: Nirxandinek li ser pirtûka Fatma Savci 'Bîrgeha Mê'

news
  • 18 05 2026

Trêna Li Stasyona Xwe Digere

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
Ev jî hene
ad

Bajar bi bajar Newroz -2

ad

Gelek hunermend gihandibûn û mir

ad

Di anketa Time de kurd jî hene

ad

Komîsyana Hilbijartin: 'Bila rêxistinên navneteweyî bên hilbijartina me bişopînin'

ad

Altan Tan: Pêdivî bi MHP'ê nîn e

ad

Salonê sînema benê a*

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çûyîna Bavo ya Hecê!

  • 30 05 2026
news

Arsenal an PSG? Encam diyar dibe

  • 29 05 2026
news

Mezinê Ewropayê diyar bû

  • 30 05 2026
news

Fîlozof Edgar Morin mir

  • 30 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname