___Kerim Koşar___
Wekî nûnertiya Weşanxaneya LÎS’ê, ji 5'ê gelawêjê heta 9'ê gelawêjê, bi minesebata 58'emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê em başdarî beşa Fûara Pirtûkan a Tetwanê bûn. Ev nivîs derbarê navçeya Tetwanê, mihrîcana Tetwanê û nêrînên hinek berpirsiyarên weşanxaneyên ku başdarî fûarê bûbûn de ye. Agahiyên derbarê Tetwanê de, çavkanî entelektuelekî rûspî yê Tetwanî bû ku ji dil yarmetiya me kir.
JI SALÊN 1940'Î HETA DERBEYA 12'YÊ REZBERÊ
Berî navçeya Tetwanê geş û xweş bibe, gundekî bi navê Tûx bû ye. Tetwan tê wateya Textê Wanê. Di sala 1940'î de pêşketin li Tetwanê dest pê kir. Di sala 1960'an de dibistana YÎBO vebû. Asta xwendinê bilind bû. Bi anîna xeta trênê re jî serjimariya Tetwanê zêdetir bû. Zêdetirîn nîştecihên navçeyê ji derve hatine. Bekiran, Cangoyiyan, Mala Mursel ji Motkî; piştî koçerên Elîkî, koçerên Silopî jî ji Sêrtê hatine. Wexta ku tersxaneya li Tetwanê hate vekirin, wê çaxê jî lazên ji Behra Reş wekî sirgûnî hatin li navçeyê bi cîh bûn. Lê piştî ku dewlemend bûn gelekî wan ji Tetwanê koç kirin. Paşê hinek meleyên ji medreseyan mezûn bûn hatin navçeyê û derdorek entelektuel li Tetwanê çêbû. Nifşa 1968'an berxedanek mezin rê dan û bandorek mezin li navçeyê kirin. Berî derbeya 12'yê Rezberê rêxistinên çepgir exlebî Rizgarî û DDKD xebatên neteweyî û şoreşgerî kirin. Piştî 12'yê Rezberê hemû rêxistinên çepgir bela wela bûn, heta sala 1984'an. Di pêşengtiya rêxistina PKK'ê û hinek meleyên bi KDP'ê re girêdayî li Tetwanê rewşenbirî û têkoşeriya gelê navçeyê ji nû ve aj dida.
PIŞTÎ 1992'YAN, NIHA MEDRESEYÊN CEMAETÇIYAN
Bi destxistina Şaredariya Tetwanê re hinek projeyên wekî sefandina avê, vekirina lîseyan, avakirina park û bexçeyan navçe geş bû. Xwendevanên di zanîngehên baş de mezûn bûn pîleya entelektueliya Tetwanê bilindtir kirin. Dewletê di sala 1992'an pîileya êrîşa xwe ya li nîştecîhê Tetwanê gihand lutkeya herî bilind. Gelek kes girtin, xistin binçav, di kiryarê kuştyarê nediyar de hinek hatin kuştin. Pêl bi pêl Tetwan bi awayeke sîstematîk û organîzekirî kete bin bandora cemaetçiyan. Niha ne kemî pênc medreseyên cemaetçiyên cur bi cur li navçeyê di fealiyetê de ne. Bêguman bidestxistina Şaredariya Tetwanê ya partiya HDP an DEP'ê, ji hezkirî û welatpareziya gel tê. Şehedeta keç û lawên niştecîhên Tetwaniyan egereke sitendina şaredariyê ye jî.
TETWAN NAVENDA NAVÇEYÊN DERDORÊ YE
Tetwan, navçeyek navenda hemû bajar û bajarokên mîna Bedlîs, Sêrt, Motkî, Elcewaz, Exlet û Norşînê ye. Navçe veguheriye navendeke turîzma hundirîn. Li Tetwanê jî wekî hemî derdorên wê, pêla pişaftin û neaxaftina zimanê kurdî pêş ketiye. Helbet di vê asîmilasyonê de polîtîkayên dewletê û hewldanên cemaetên heyî bandorker e. Partî, sazî û komeleyên bo pêşvebirin û perwerdehiya zimanê kurdî li Tetwanê hene û bi kêmderfetî be jî ji bo bibin bendek, li ber xwe didin. Di pêşerojê de êşbir û pêşilêgirtina vê pêla asîmilasyonê teqez pêşketina hişmendiya hestên netewîbûnê ye.
NAVEROKA FESTÎVALÊ
Naveroka bernameya 58'emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê têra xwe dewlemend bû. Giraniya beşa muzîkê ji nav û hejmara kom û kesayetên muzîkjenan ve xuya bû. Komên muzîkê yên navdar mîna Kamkar, Koma Agirê Jiyan, Koma Amed, Koma Rengîn û hunermendên wekî Serhedo, Delîl Dîlaner, Şahê Bedo, Tara Mamedova, Mehmet Atli, Cevdet Bagca, İlkay Akkaya, Mîzgîn Turan, Rûken Yilmaz, Neslîhan Edîş û her wiha komên erbanê û komên govendê, derketin pêşberî temaşevanan.
Pêşengeha Komuna Wêneyan a Aryanê, gera Gola Krater ya li serê çiyayê Nemrûdê; panel û gotubêjên li ser zimanê kurdî dewlemendiya mîhrîcanê pesend dikir. Pêşandana fîlm, şano û standapê jî rengeke erenî dabû mîhrîcanê.
Tetwan bi vê mîhrîcanê, kirasekî heftrengo li bejn û bala xwe alandibû. Sipehîbûna wê, bi bernameya têr û tije ya mîhrîcanê re zêdetir bûbû. Ji bajar û navçeyên cur be cur gel başdarî çalakiyan bûn.
MAZÛVANIYA ŞAREDARÎ BÊ QISÛR BÛ
Ji 5'ê gelawêjê heta 9'ê gelawêjê, di çarçoweya naveroka bernameya mîhrîcanê de; weşanxaneyên vexwendî mihrîcanê, standên xwe vekirîn. Hêjayî gotinê ye ku mazûbaniya Şaredariya Tetwanê bêqisûr bû. Hemû pêdiviyên weşangeran dihate bicîhanîn. Bengawaziya fûara pirtûkan lawaz bû. Diviyabû bêtir deng bidaya û pênasekirina wê xurtirîn bûya. Terciha gelê Tetwanê û girseya ji bajar û bajarokên ji derdora Tetwanê hatibûn, ne kirîna pirtûkên kurdî lê guhdarîkirina kilam û awazên hunermendên kurdî bûn. Her şev li lobiya otêla ku ji hemû weşangeran re hatibû terxandin de; krîtîk û nirxandinên bazara pirtûkan dihate kirin ku hema bêje hemî bi neyînî bû. Li jêr nêrîn û tesbîtên hinek weşangerên hatibûn fûarê me ji devê wan nivîsî. Fermo, ka bê çi gotine;
DÎTINÊN WEŞANGERAN
Berpirsiyara Weşanxaneya Belkî Asya Genim; Di çerçoweya Festîvala Tetwanê Fûara Pirtûkan hat li darxistin em karin wan tiştanan bînin zimên. Helbet em hemû karên ji bo bilindkirina çand, huner û ziman tê kirin girîng dibînin. Hemû xebatên li ser navê çand û hunerê tê kirin divê li ser bingeha ziman xwe bi rêxistin bike. Beravajî wê tu qîmeta wê û wê tu bandora wê tune be. Ziman kok e. Xebatên ji koka xwe dûr kêrî avakirina civak û neteweyê nayê. Festîval bi derfetên pir mezin hat li darxistin. Naveroka mîhrîcanê her çend baş be jî lê mixabin ew derfet û enerjiya mezin tenê ji bo muzîkê hat bikaranîn, wêje û xebatên ziman wekî hertim li rexê festîvalê ma. Civak muzîkê dixwaze. Helbet muzîk hunerek mezin e û hunerek bedew e lê divê rêveberên vî karî bikaribin pêşengiya xebatên ziman û wêjeyê jî bikin û di civakê de guherînek ramanî ya bi kurdî çêbikin. Civak xwe li ser qodên nivîsê teman bikê. Her wiha wêjeyê ava bike, pêşketin û guherîn xwe dispêre xwendina pirtûkan. Civakên şareza disîplîneke bêhempa ya xwendinê çêkirine û hemû heyamên mezin li ser keda nivîskar û li ser hêza ramanê avakiriye. Civaka kurdan naxwîne û hay ji hêza xwendin û ziman tune ye. Zimanê xwe erzan, wêjeya xwe belaş dibîne. Ehmedê Xanê sê sed û pêncî sal berê gotiye “Çi bikim ku qewî kesad e bazar / Nîn in ji qumaşî ra xerîdar(mişterî)"
Xwediyê Weşanxaneya Avayê nivîskar Ronî War fikr û nerînên xwe wiha anî zimên; Fikra pêşengeha pirtûkan li Tetwanê fikreke pîroz e. Kesên ew xebat kirine mala wan ava be. Divê ji bo bayê, baranê û tavê tedbîr were girtin. Heger mimkûn be dema pêşengeha pirtûkan û ya festîvalê ne yek be ew ê çêtir be. Gelekî qels derbas bû ji aliyê serdana xwendevanan û stendina pirtûkan ve. Bi hêviya pêşengehên xurtir.
Servet Ozkan ku yek ji berpirsiyarê Weşanxaneya Sîtawê ye wisa axivî; Tiştê ku me re bibêje zêde tune ye lewre her tişt li ortê bû. Ya herî baş di serî de, mazûbaniya Şaredariya Tetwanê bû. Hemû pêdiviyên me; xwarin, vexwarin û raketin baş hatibû organîzekirin. Lê ji bo pêşengeha pirtûkan xebateke ber bi çav tune bû. Ya duyemîn kesê ku eleqa wan bi weşangeriyê re tunebûn zêde hatibûn. Kesên ku çend heb pirtûk anîbû û danîbûn ser maseyekê, ew du heb hatibûn ku dibe sedema mesrefekê. Yanî sazî li ser navê saziyê, nivîskarê weşanxanê bin jî ew jî ji xwe re standek vekiribûn. Di pêşengeha pirtûkan de bi ya min divê kesên weşanger bin werin. Me bi hevalan re jî ev mijar nîqaş kir. Heke pêşiya vê neyê girtin dê di pêşerojê de hejmara weşangerên heyî di fûaran de kêm bibe. Ji bilî vê reklama pêşengeha pirtûkan zêde nehatibû kirin. Tenê di nava afîşa mihrîcanê de wekî du hevok hatibû nivîsîn. Ez karim vana bibêjim. Bi hêviya em ji wan tesbît û kêmasiyana dersan derxin da ku di pêşengehên pêşerojê de ji hêla firotina pirtûkan de mexdûr nebin.
Nûnerê Weşanxaneya Aramê jî, nerînên xwe bi wan hevokanan vegot; Ji bo fûara Tetwanê, organîzasyon hema bêje bê kêmasî derbas bû. Ji bo ku li bajarekî pêşengeha pirtûkan bigihîje armanca xwe divê li wî bajarî hişmendiya xwendin û lêkolînê were pêşxistin. Sazî û dezgehên wî bajarî û weşanxaneyên heyî serê xwe biêşînin. Piçekî xeyalşikestî bûm, lewre pêşengeh ne di asta ku me xwest derbas bû.


