logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Piştî 60 salan cara yekem madalya girtin
  2. Şerê Falklandê û pêşbaziya nîv fînalê
  3. Tîmê ku heq dikir bi ser ket; Mezinê dinyayê Spanya ye
  4. Yamalê ji teşta Messi derketî, Williamsê ji Çola Sehra hatî
  5. Gotûbêja li ser 'Kurdnasiyê'
news-details

Piştgirî ji bo daxwaznameya 'sonda me' ya Demirtaş

Parêzvanên mafên mirovan, siyasetmedar û hindekaran, piştîgirî dan Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş ku bi daxwaznamey

  • Dîrok: 01/04/2011
  • Beş: Nûçe

ENQERE
Parêzvanên mafên mirovan, siyasetmedar û hindekaran, piştîgirî dan Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş ku bi daxwaznameyekê xwest keça wî Delal Demîrtaş "Sonda Me (Andimiz)" nexwîne. Parêzvanên mafên mirovan gotin ku divê ev sond bê rakirin.

Piştî ku Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş daxwaznameyek da Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî û da zanîn ku, êdî keça wî Delal Demîrtaş dê tevlî xwendina "sonda me" ya her roj serê sibê li dibistanan tê xwendin nebe, nîqaşên di mijara rakirina "sondê" de, dîsa hatin rojevê.
Serokê Giştî yê MAZLUMDER'ê Ahmet Faruk Unsal yê ku di sala 2009'an de ji bo "sonda me" bê rakirin kampanyaya "Ez ne tirk im, mirov im" daye destpêkirin, diyar kir ku nîqaşên tên kirin, erênî ne. Unsal wiha got: "Ev 2 sal in em vê xebatê bi kampanyayê dikin. Gelek kes ji ber vê yekê gilî dikin. Li gel xebatên me, israra ranekirinê, didome."
Unsal bibîr xist ku pêkutiya tê kirin, bandorê li derûniya zarokan dike û wiha axivî: "Divê zarokên me ne ji bo nîjada tirk û ne jî tu nîjadên din sonda xwe fêdakirinê nexwînin. Divê zarokên me ji qalibên bîrdoziyan derkevin."

EGÎTÎM SEN: DIVÊ DEST JI PÊKÛTIYA YEKPARE BÊ BERDAN

Sekreterê Giştî yê Egîtîm Sen'ê Mehmet Bozgeyîk diyar kir ku, nîqaşên li ser vê mijarê, berê jî hatin kirin û bi bîr xist ku dema Wezîra Perwerdeya Neteweyî Nîmet Çubukçu hatiye ser kar, gotiye ku dikarin li ser vê mijarê nîqaşan bikin. Bozgeyîk, diyar kir ku sondên wekî "sonda me", li tu welatên cîhanê tune ne û wiha got: "Ev pêkutî ramana kesên desthilatdar îfade dike. 'Sonda me', li welatên ku lê gelek nasname hene, nirxa hevpar ya hemû kesan nîn e. Divê demildest dev ji vê pêkutiyê bê berdan."

HAS PARTÎ: EV DI LEŞKERIYÊ DE HEYE Û ŞAŞ E

Alîkarê Serokê Giştî yê HAS Partiyê Mehmet Bekaroglu jî diyar kir divê "sonda me" bê rakirin. Bekaroglu, bal kişand ser naveroka "sonda me" ya ku cudahî di nav de heye û wiha got: "Îtîraza min, li hemberî naveroka metnê ye. Lê ya ji vê girîngtir ew e ku zarok bi vê sondê dest bi perwerdehiyê dikin. Naveroka wê cuda jî bikin, dema zarok bi sondê dest bi perwerdehiyê bikin, ev tiştekî rast nîn e. Divê ev yek demildest bê rakirin."

KMM: NE TENÊ 'SONDA ME' DIVÊ HEMÛ MEWZÛATÊN YEKPARE BÊN RAKIRIN

Sekreterê Giştî yê KMM'ê Emrah Şeyhanlioglu jî diyar kir ku pêkutiya "sonda me", hilberîna ramana yekpare ye û wiha got: "Gelo kesek ku dest bi dibistanê dike bi tirkî nizanibe û piştî bi darê zorê hînî tirkî bikin, bêje 'Ne mutlu Turkum diyene (xwezî bi yên ku dibêjin ez tirk im)', çiqas li gorî mafên mirovan e? Di vê mijarê de helwesta me zelal e. Ne tenê sond, divê hemû mewzûatên hilberîna ramana yekpare bên rakirin."

ANF

 

**

Nûçeya eleqedar:

- Hevserokê BDP'ê Demirtaş "Andimiz"ê boykot dike

 

Parve Bike

Youtube Me

Keçikek û xapandina civakê

news

Dîroka Edebiyata Kurdî (Serdema Berî Îslamê, Serdema Xanedanan)

news

Ji bo kêfa dide me, 3 deqe bo wî

news

Dema ku dinya kêfê dike

news

Jinên kurd ên navdar

news

'Bavê Min ê Mitirb', Çiya Mazî qal dike

news

'Kêzxatûn'a Delalê

news

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 20 07 2026

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun îstîfa kir

news
  • 20 07 2026

Gotûbêja li ser 'Kurdnasiyê'

news
  • 16 07 2026

Dozger dixwaze ji ber pirtûka bi kurdî ceza bide weşanxaneyê

news
  • 13 07 2026

Serokê Saadetê çû serdana Demîrtaşî

news
  • 12 07 2026

Kraliyeta Brîtanyayê zora Kraliyeta Norwecê bir!

news
  • 11 07 2026

Helbestvan Ahmet Telli mir

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
news

Tifaqî = Hezkirin

  • Çorê ARDA
news

Şîrket çawa tê birêve birin, DEM Partî çawa?

  • Cemil Oguz
news

Ev resim ji ku nizilîn?

  • Dilşêr Bêwar
news

Konferansa Diyasporaya Kurdan

  • Zekî OZMEN
news

Însan hê nebûne însan li taxên paragrafên qetiyayî

  • H. Kovan Baqî
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
Ev jî hene
ad

Notên li ser Hilbijartina li Rojava-Bakurê Sûriyeyê (hat nûkirin)

ad

Torbe!

ad

Kovara Hawara Botan hat berhevkirin

ad

Festîvala Amedê dest pê kir, konser hat betalkirin

ad

1'emîn Festîvala Hunerî dest pê kir

ad

Encam: Amed: 3 FB: 3

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Piştî 60 salan cara yekem madalya girtin

  • 19 07 2026
news

Şerê Falklandê û pêşbaziya nîv fînalê

  • 19 07 2026
news

Tîmê ku heq dikir bi ser ket; Mezinê dinyayê Spanya ye

  • 19 07 2026
news

Yamalê ji teşta Messi derketî, Williamsê ji Çola Sehra hatî

  • 20 07 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname