___ Eyyup Gûven___
Dêrika Çiyayê Mazî li Kurdistana Bakur, li herêma Başûrê Rojhilat cih digire. Dema mirov bixwaze dîroka navçeyê fêm bike, divê bi du aliyan ve lê binêre: Aliyê yekem avakirina navenda navçeyê ye, ya duyem jî avakirina şaristaniyên li derdora navçeyê ye.
Avakirina Navenda Navçeyê
Avakirina navenda navçeyê nêzî 400 sal berê ji aliyê qebîla Mala Dawidê Kalo ve hatiye avakirin. Mala Dawidê Kalo bi eslê xwe kurd e û ji eşîra Rutan e. Eşîra Rutan li navenda Erzerom, Hozat û Pulumurê eşîreke pir mezin e. Ev qebîle ji herêma Dersimê ji ber mercên dijwar koç dibe û tê sînorê Amedê, herêma Têrkan. Li wir gundekî bi navê Rutan ava dike.
Li herêma Têrkan mîrekî pir zordest lê hebû û gundên derdora wî gişt bi vî mîrî ve girêdayî bûn. Demek derbas dibe, mîr û zilamên xwe êrîşî qebîla Mala Dawidê Kalo dikin û vê qebîlê talan dikin. Şerekî pir mezin derdikeve. Di vî şerî de Dawidê Kalo xwe digihîne mîr, mîr dikuje û ji gundê Rutan bar dike. Dema bar dike, Mala Dawidê Kalo û Mala Qeya bi hev re tên sînorê Dêrikê.
Dema ku ev her du qebîle tên sînorê Dêrikê, Mala Dawidê Kalo li ser zinarê wê navçeyê bi cih dibe û navê vê herêmê dibe “Garê Rezê David”. Mala Qeya jî li beriyê bi cih dibe û navê vê herêmê dibe “Xirbê Qeya” an jî “Mêrga Qeya”. Di vê demê de navenda navçeya Dêrikê hîn nehatibû avakirin. Dawidê Kalo li Kaniya Gûzê qesrê çêdike û ji wê demê şûn ve navenda Dêrikê tê avakirin.
Erdnîgarî û Demografiya Dêrikê
Erdnîgariya Dêrikê ji sê aliyên xwe zinar e, aliyê din jî ber bi beriyê ve vedigire. Li aliyê rojavayê navçeyê deşta Qerejdaxê heye. Koçer û gelek eşîrên mezin li vê derê jiyana xwe berdewam dikin. Di navçeya Dêrikê û gundên wê de gelek eşîr hene. Li navçeyê Rutî, Ebasî, Mehmûdî, Salkî, Xidirî, Delikî, Pîranî û Çayî; li gundên derdorê jî Sefî, Sorikî, Sarxwanî, Bêreşî, Hamî, Porî, Menda, Metînî, Îzolî, Şeyxî, Têrkî û Dewreşkî hene û ew gişt kurd in.
Li gorî lêkolînan li ser avakirina duyemîn, li derdora çiya û beriya Dêrikê şaristaniyên pir kevnare hene. Ev şaristaniya heyî ji dema şikeftan dest pê dike û berdewam dike; digihîje Mîtannî, Akad, Sûmer, Pers, Bîzans, Roma, Sasanî, Artûqiyan, Mediyan û heya dema 1923'an.
Tax û Dîroka Îdarî
Heşt taxên navçeyê hene: Taxa Kelê (Taxa Rutan), Taxa Kaniya Gûzê (Taxa Ebasîyan), Taxa Çiyê (Taxa Fîlehan, Cihû û Salkîyan), Taxa Kaniyaka Biçûk (Taxa Mehmûdiyan), Taxa Reza (Taxa Esê Emikê), Taxa Heramiya, Taxa Tilbism û Taxa Qetaro.
Navçeya Dêrikê di destpêkê de heya sala 1923'an bi Amedê ve girêdayî bû, lê ji sala 1923'an şûn ve bûye navçeya Mêrdînê.
Taybetmendiyên Xwezayî û Aborî
Dêrik sê aliyên wê zinar e, pişta xwe daye Çiyayê Mazî û berê xwe daye Wêranşarê û Qoserê. Beriya Dêrikê ji quntara Çiyayê Mazî dest pê dike û bi deştê re dadikeve. Li ser milê çepê sînorê erda wê digihêje deşta Qoserê û avhewa wê zivistan û havînan bi dijwarî derbas dibe.
Palên berwarên Çiyayê Mazî bi piranî bi dar û deviyên berû û mazî girtî ne. Di van salên dawî de dar û deviyên wê zêdetir dibin. Li beriya Dêrikê her çendî cihên qeraç hebin jî, erda wê pir bi bereket e. Li van erdên hanê genim, ceh, nîsk û nîskok tê çandin. Lê belê tişta ku Dêrikê pir bi nav û deng dike, zeytûnên wê ne. Li navçeyê nêzî mîlyonek darên zeytûnan hene. Cureyê zeytûnên herî baş û bi nav û deng “Xilxalî” ye.
Di van salên dawî de hin gav û pêngavên nû li herêmê hatin avêtin, gelek bîr hatin kolan û çandiniya wekî pembû, garis, kuncî û bostanên avî zêde bûn. Ji xeynî van tiştan rezên tirî, baxçeyên hîjîran, darên hinaran, mişmiş, gûz û ji her cureyî fêkî peyda dibin.
Debara kesên li navenda bajêr rûdinin li ser ajotin û çêkirina rez û zeytûnên wan e, beşek biçûk jî bi dikandarî û bazirganiyê mijûl dibe. Debara gundiyên li hêla çiyê rûdinin li ser xwedîkirina pez, hingiv û hejik u ezinganvaniyê ye; ya li beriyê jî li ser çandiniyê ye.
Ermeniyên Dêrikê û Avahiya Çandî
Di dîroka Mêrdînê de kîjan desthilatdarî û şaristaniyê hukum kiribe, Dêrik jî ketiye bin bandora wan. Heya demek nêzîk de jî qismekî mezin ji rûniştvanên Dêrikê ermenî bûn. Di van salên dawî de ji ber sedemên aborî, civakî û siyasî, ermeniyên Dêrikê ber bi Stenbolê, Sûriyê, Ewropa û Amerîkayê koç kirin. Vê gavê tenê malbatek ji wan li Dêrikê maye. Di dema xwe de senhetkarî û hostatî di destê ermaniyan de bû. Li Dêrikê behsa 5 dêran tê kirin ku yeka ji wan a dîrokî “Dêra Sor” (Surp Kevork) e û li ser navê ermaniyan maye.
Dêrik ji aliyê av, çem û kaniyan ve herêma herî dewlemend e. Piraniya çeman di zivistanan de der dibin û di havînan de dimiçiqin. Çemê Xabê, Çemê Şêbê, Çemê Zorava, Çemê Circibê û Kidaba Kulêbe hinek ji wan çeman in. Ji xeynî van çeman, ji bo avdaniyê gol û barajên bi navê Kunreş, Sûbetan, Qurixî û Sêpnatê ku ji aliyê dewletê ve hatine çêkirin hene. Kaniyên di navçeyê de ev in: Kaniya Kulêbe, Kaniya Gûzê, Kaniya Biçûk, Kaniya Mîsrikê û Kaniya Pan.
Rûerd û Sînor
Dêrik bi sînorê Şemrex, Qoser, Serê Kaniyê û Wêranşarê ve girêdayî ye. Rûpîvana Dêrikê 1397 kîometreyên çargoşe ye. 82 gund û 98 mezrayên wê hene. Lê belê piştî ku statuya gundan hat guhertin, bûn tax. Bi giştî nifûsa navçeyê 61.200 e. Raqima Dêrikê 780 metre ye û bilindahiya çiyayê wê 1500 metreyî derbas nake. Çiyayê wê bi navê Çiyayê Mazî tê binavkirin.
Bi beriya xwe heta sînorê deşta Heranê û erda Nisebînê digire nava xwe. Li beriyê kevirên şeharîn hene. Girqîjotên ji beriya dîroka navçeyê teqiyane hene û wan keviwan derdorê belav bûnin. Ji wan qirqijotan madeya bi navê “klînker” û çîmento tên hilberandin û havên tên bikaranîn.
Kesayetên Navdar û Dîroka Şaredariyê
Navçeya Dêrikê di warê siyasî û edebî de gelek nivîskar û rewşenbîr mezin kirine. Wekî Melê Hesenê Tawîkî, Melê Eskender Kazîm, Seydayê Cegerxwîn (Seydayê Cegerxwîn li Dêrikê li cem Seydayê Mele Eskender şagirtî kiriye) û hunermenda navdar Eyşe Şan. Her wiha kesên wekî Reşîdê Kurdî, Qedrîcan, Edîb Karahan û rewşenbîrên navdar Ezîzê Biro, Mecîto, Ehmedê Cimaa, Eliyê Sitîka li vir jiyane. Ji bilî van, nêzî pêncî nivîskar û hunermendên xwedî berhem û xelatgirtî yên din jî hene.
Di warê siyasî de gava herî mezin ku li Dêrikê hatiye avêtin damezirandina “Kurd Kulubu” (Klûba Kurd) bû. Lê belê kesên ku ev klûb damezirandibûn gişt hatin girtin û ji aliyê dadgehên mezin ve rastî biryara darvekirinê hatin. Di dema Serhildana Şêx Seîd de damezrîner û endamên vê klûbê Mecîto û Hecî Seydî tên zanîn.
Dîroka şaredariyê li navçeyê di sala 1874'an de dest pê dike. Pêşî navê wê “Mahfel” bû û paşê bi navê “Xelqebî” berdewam kir. Di sala 1926'an de jî bû “Şaredarî”.
18.08.2026
**
Nivîsên Eyup Guven ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Efsaneyên Dêrika Çiyayê Mazî: Birca Pîro, Çil xortên bi gulî
- Li Dêrikê qeydên heta 1924'an û windakirin, talankirin!


