___Berfîn Nûsret___
Dema ku hûn rûpelên dîroka hemdem a kurdan diqulibînin, zehmet e ku hûn navên malbatekê nebînin ku rêya raman û rewşenbîriya netewekê ber bi qonaxek nû ve biriye. Bedirxanî ne tenê mîr û hikumdarên ku ketine nav rûpelên pirtûkên dîrokê; belkî wan pêşengiya guhertinek mezin a rewşenbîrî kirin ku yek ji wan jî Rewşen Bedirxan bû.
Di nav vê malbata navdar de, nêrîna li ser jinan bi temamî li dijî kevneşopiya serdest a serdema xwe bû. Di heman demê de li piraniya devera jin li kêleka civakê dihatin girtin. Jinên Bedirxanî xwedî pozîsyonek nûjen û bi hêz bûn ku bi awayekî çalak beşdarî tevgerên civakî bûn û rêxistinên wekî Komeleya Pêşxistina Jinan di sala 1919’an de li Stenbolê damezrandin.
Di lûtkeya kariyera bêwestan ya malbata Bedirxan de, Rewşen Bedirxan ku di sala 1909’an de ji dayik bûye, wekî kesayetiyeke girîng a kurd a sedsala 20’an xuya dike. Tevî ku jiyana xwe di navbera Kayserî, Stenbol û Sûriyeyê de li sirgûnê dest pê kiriye jî, bavê xwe di zarokatiya xwe de winda kiribû. Lê wê astengiyên xwe veguherandin derfetan û bû yek ji pêşengên jinan li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê.
Di sala 1935’an de, Rewşen Bedirxan bi Mîr Celadet Alî Bedirxan re zewicî û du zarokên wan çêbûn. Wê demê, Rewşen di weşandina kovarên dîrokî "Hawar" û "Ronahî" de piştgirek xurt ya hevjînê xwe bû.
Lê belê, piştî koça dawî ya Celadet di sala 1951’ê de, Rewşen Bedirxan bi tena serê xwe barê giran yê mezinkirina zarokên xwe û berdewamiya têkoşîna xwe ya çandî û rewşenbîrî girt ser xwe. Wê, jinbûn tenê di nav malê de nedidît, lê bawer dikir ku erkê herî mezin yê jinê şerê li dijî nezanînê ye. Ji ber vê yekê, bi fêrbûna çend zimanan, li gel kurdî, erebî, tirkî, fransî û îngilîzî jî dizanî. Her wisa bi nivîsandin û wergerandina zêdetirî 10 pirtûkan di warên perwerde, dîrok û wêjeyê de xizmetek mezin ji rewşenbîrên neteweya xwe re kir.
Di nav çanda dewlemend a rewşenbîrî û wêjeyî ya ku Rewşen Bedirxan li pey xwe hiştiye de hejmarek berhemên çapkirî û destnivîsî hene ku pisporiya wê ya kûr nîşan didin.
Berhema wê ya herî navdar ya çapkirî "Rûpelên Wêjeya Kurdî" ye; pirtûkek 71 rûpelî ye ku bi erebî hatiye nivîsandin û di sala 1954’an de li Beyrûdê hatiye çapkirin. Di heman salê de, wê berhevokek ji helbest û stranên kurdî wergerand erebî, lê ji ber rewşa siyasî ya wê demê navê wê li ser nehat nivîsandin.
Her wiha, Rewşen Bedirxan gelek wergerên bi hêz ji tirkî bo erebî kirin. Di nav wan de “Bîranînên Jinekê” ku di sala 1951’ê de li Şamê, çîroka “Evîna Min û Êşa Min” ya ji 85 rûpelan pêk dihat di sala 1953’an de li Şamê, pirtûka bi navê “Bîranînên Mamosteyekî’ ku sê cild in di sala 1954’an de hat çapkirin. Her wiha “Nameyek ji Mîr Celadet Bedirxan bo Mustafa Kemal Paşa” di sala 1991’ê de hatiye weşandin. Her wiha berhema “Bîranînên Min – Selah Bedirxan” jî wergerandiye.
Ji bilî van berhemên weşandî, Rewşen Bedirxan xwediyê çend destnivîsên nehatine weşandin jî bû, yên herî girîng “Bîranînên Min” bûn ku destnivîsek ji bîranînên jiyana wê, wergerek destnivîs ya bi navê “Bavê Min Ebdulhemîd” ku ji hêla Ayşe, keça Sultan Ebdulhemîd” hatibû nivîsandin.
Tevî şert û mercên dijwar yên jiyana Rewşen Bedirxan, ew qet nebûn asteng ku ew ji helwestên xwe yên neteweyî bi paş ve gavan biavêje. Di sala 1957’an de, ew beşdarî Kongreya 34’emîn a Dij-Emperyalîzmê ya li Yewnanistanê bû. Her çend ji 65 kursiyên ku ji bo kurdan hatibûn veqetandin ji ber rêgiriyê tu kesî nekarî beşdar bibin. Tenê Rewşen Bedirxan wekî têkoşereke jin û nûnera tevahiya Kurdistanê beşdar bû.
Li wir, tevî êrîş û gefên dijwar yên dijberên xwe yên şovenîst, ew bi wêrekî li dijî parçekirina welatê xwe derket; deng û daxwazên rewa yên neteweya xwe ji bo cîhanê qêriya. Têkoşîna Rewşen Bedirxan heta kêliyên dawî yên jiyana xwe, ji beşdarbûna di damezrandina komele û sendîkayên jinan de bigire heya berhevkirina arşîvên dîrokî berdewam kir.
Rewşen Bedirxan di sala 1992’yan de li Şamê koça dawî kir û li kêleka Mîr Celadet hate veşartin. Lê belê şopa wê û ya malbata wî di dîroka azadiyê de wekî rêyeke geş û mayînde man.
Rojnews


