logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Siyasetmedar Mehdî Zana mir
  2. Afîşên Mîhrîcana Fîlman a Rojava hatin belav kirin
  3. Jinên Amedsporê bi 7-0 li pêş bûn, reqîb vekişiya
  4. Festîvala Fîlman a Bogazîçî li benda fîlman e
  5. Zanîngeha Rojava dijî biryara Wezareta Perwerdehiyê derket
news-details

Namzêtê guhertina zihniyeta yekparêzî Demirtaş

Yekemîn car e ku Kurd, bi navê xwe û demokrasiyê dibine daxwazkarê tacîdariya Komara Tirkiyê. Ev tê wateya ku Kurd dibêj

  • Dîrok: 04/07/2014
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Medenî Ferho
 

Yekemîn car e ku Kurd, bi navê xwe û demokrasiyê dibine daxwazkarê tacîdariya Komara Tirkiyê. Ev tê wateya ku Kurd dibêjin, “em jî xwediyê vê Komarê ne”, komar ne ya Tirkan û desthilatdarên ku şovenîzma Tirkîtî dikin e. Namzêdê Kurd, di 10 Tebaxê de, çend dengan bistîne ne giring e. Ji ber ku Selahaddîn Demîrtaş, li hemberî du namzêdên “Îslama Tirk”, muxalefeta esasî ye û temsîliya demokrasî û serdestiya hiquq dike. Komara Tirkiyê behişta partiyên siyasî ye. Her partiya ku dibe desthilatdar, berî her tiştî “komartiya” xwe îlan dike û serokwezîrê xwe jî weke, “şefê ezel-ebed-abadanî” derdixe pêş. Partiyên Tirk, enternasyonalîstên laîk bin jî bin, faşîst bin, misilmanên şerî’eta Tirk bin jî,  li ser xeta stratejiya “Tirk” û îdeolojiya “Tirk” dimeşin. Teva jî mîratzadeyên  ecdadên cîhanşimûlî ne.  Balkêş e ku nebiyên cîhanşimulan, 90 sal in, ji bilî zindan û xeşîmên mirinê tiştkeî din radestî gelên li Tirkiyê nekirine. Ji destpêkê û heta îro, gelê Kurd, bi têkoşînên berdewamî “meşaleya azadî û demokrasî” hilgirtine. Tevgera Azadiya Kurd û Birêz Abdullah Ocalan, nuner û pêşengên dawî yên Kurd in û car din “meşaleya azadî û demokrasî”yê   dihilgirin.  Ne tenê riya gelên li Tirkiyê, riya gelên li herêmê teva ronî dikin. Tenê gelê Kurd hedef nagirin; tevahiya gelan û civakên xwedî baweriyên cûda hedef digirin. Pêşî sîstema li Rojava; piştre  damezrandina partiya HDP û namzêdiya Selahaddîn Demîrtaş mînaka vê ne. Selahaddîn Demîrtaş, ji Palû ye, 41 salî ye, Zanîngeha Hiquq ya Enqerê xelas kiriye; parêzer e, burokrasî û hunandina dewletê baş nas dike. Endamê Federasyona Rêxistina Efuwa Navnetweyî ye, Endamê Weqfa Mafên Mirovan ya Tirkiyê ye, Endamê Komela Mafên Mirovan IHDê, endamê saziyên parastina xwezahî û endamê Platforma Demokratîk ya Amedê  ye. Yanî pirsgirêkên Tirkiyê, yên hiquqî, sosyolojîk û civakî baş dizane.  

Taybetmendiya Selahaddîn Demîrtaş,  ji her du namzêdên “Îslama-Tirk a muhafazak” gelekî  cûdatir e.  Tirkan, Îslama ku baweriya “reb-ul alemîn” û Îslama cîhanşimulî”  kirine malê xwe; Xweda kirine “reb-ul Tirk”, Îslam  jî kirina “Îslama-Tirk” û di dixwazin ku bi vê baweriyê, gelên di nava xwe de, yên li herêmê teva, wek “ummeta xwe” dizayn bikin. Hinekî baweriya cîhanşimuliya Osmanî ye. Xanedaniya Osmanî, xwe wek şûrê xweda û di xizmeta Xweda û ola Îslamî de didîtin: Lê zihniyeta Komara Tirk,   yek-parêzî ye, Xweda û ola Îslamî dikine xizmeta Tirkî’tiyê. Bi utopya û kozmoza Roma dijîn û xwe wek çêlikên Dêlegura Asêna dibînin. 

Namzêdê ku herî bi şans tê dîtin,  nam-i deger Patî-Erdogan e. Patî-Erdogan di  aliyê siyasî, hiquqî, sosyo-economîk, kulturî, mafên mirovan, îdeolojî û ewlekariya gelan de baş tê naskirin. Desthilatdariya wî ya 11 salan firazeya wî ye. Qarneyek -reportek- reşbînî heye. Efsaneya xwedestî ya Erdogan û partiya AKPê, bi dagirkeriya Iraqê (20ê Adara 2003), dest pê dike. Lê piştî demekê Erdogan hevsarê xwe qetand. Di riya tîrantiyê de dimeşe. Herî dawî, yekemîn gava tîrantiyê, di torena  tacîdariya serokkomartiyê de,  ji raya giştî re eşkere kir.  Hemberî ku “taqên zafernameya serketinê” ne hatin danîn jî, Erdogan  serketina xwe ji raya giştî re deklere kir.  

Em bêjin; lêgerîna cîhanşimûlên cîhanê, ji bo alternatîfa Erdogan ketiye nava hewldanan, gava yekemîn jî Ekmelettîn Ihsanoglu ye. Lê, xwedayê navê bi sîstema morfolojîk, Ekmeleddîn Ihsanoglu nikare bibe alternatîfa Erdogan. CHPe jî MHPe jî,  di îdeolojiya fermî de, li pey AKPê dibezin. Teşkîlata Gulen jî heta doh hevkarê AKPê bû. Vêce;   Ekmeleddîn navekî Misrî  ye, Ihsan Erebîstanî ye,  Oglu Tirk e.  Ev hunerê morfolojîk, namzêdê sê hevkaran e. Sê hevkar jî, pratîka dogmatîzma kor a Komara Tirkiyê ne. CHP sefaleta sosyal demokratan e, Teşkîlata Gulen sefaleta mirîdan e,  MHPe jî sefaleta faşîzmê dijî. Bingeha her sê havkaran, li ser  şer, dek û dolaban hatiye rûnandin. Namzêdê wan jî, ne berhemê wan e,  qewêtî ye.  Formulasyoneke derve ye û li derî îdeolojiya  şeş tîran e, li dijî îdeolojiya delêgura Asêna ye. Li gorî formulasyona Teşkîlata Gulen û taşarontiya ku di çarçoveya “Îslama nerm” de be jî, termê li ser kevirê teneşîrê ye. Li gorî formulasyona Projeya Rojhilata Navîn a Mezin e û namzêdê Erebîstana Siudî, Rojava û Emerîka ye. 

Dahatuya Tirkiyê, ne di Ekmeleddîn Ihsanoglu de ye.

Lewma em dibêjin, alternatîfa Tayyip Erdogan namzêdê aştî, azadî û demokrasî Selahaddîn Demîrtaş e. Vê eniyê, di vê pêvajoya dîrokî de, şaşiyên  stratejîk ne kirin. Ne di pratîkê de , ne di teoriyê de!...  Birêz Abduulah Ocalan, di  arena siyasî de wek desturnameyek siyasî, îdeolojîk û felsefîk rawestiya. Ev sekna di arena siyasî de, dibin  her mercên giran de, ji têkoşîna li dijî faşîzmê tawîz nedan. Ji siyaseta demokratîk û gelên demokratîk  tawîz nedan.  Di encama têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd, Gelê Kurd  û Cenabê Abdullah Ocalan de,  karakterê dewleta Tirk hate guhertin. Dema ku di parlamena Tirkiyê de, îradeya gelê Kurd, Suryanî û eniya demokrat û çepgirên Tirkiyê hate rûnandin, karakterê Komara Tirkiyê hate guhertin. Îro têkoşîna guhertina zihniyeta yekparêzî tê kirin.   

Selahaddîn Demîrtaş jî, nûnerê modernîteya demokratîk e û alternatîfa her du basikên ku ji yek çavkaniyê hatine xwedî kirin e. Yanî namzêtê guhertina zihniyeta yek-parêzî ye. 

04.07.2014, Ozgur Polîtîka 


Parve Bike

Youtube Me

Pirtûka helbestan a bi navê “Serêkaniyê” ku ji aliyê Dîlan Şewqî ve hatiye nivîsandin,

news

Siyasetmedar Mehdi Zana ku ev çend roj bûn nexweş bû û li rexweşxaneyê bû îro mir.

news

E-Pirtûka “Gotinên Derûnkolerî” derket û jibo daxistinê linka jêr bitikîne

news

Romanek û çîrokek, du klasîkên din ji bo kurdî hatin wergerandin #audiobook

news

'Dilop'ek nû derket #diyarname

news

'Azadî: Bîranîn 1954-2021'#Angela Merkel bi navê "Freiheit. Erinnerungen# #diyarname #audiobook

news

Li Geverê bi deh hezaran kes hatin ba hev #podcast #diyarname #deng #live

news

Navçeyek, mîhrîcanek û fûareke pirtûkan ,diyarname podcast festival #diyarname #podcast

news

Efsaneyên Dêrika Çiyayê Mazî: Birca Pîro, Çil xortên bi gulî

news

Kerem bikerê; Bê pere ro fîlman temaşe bikerê #diyarname #deng #podcast

news

Pirtûkek çîrokan 'Kujer Kî ye?' derket #diyarname #podcast #deng

news

Yek helbest, yek destan du pirtûkên nû derketin #diyarname #deng #podcast

news

Salih Amêdî

news

Ji min nayê

news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

news

Stranbêj Salih Amêdî mir #diyarname #podcast #deng

news

Wesiyet e!

news

diyarname podcast festival3 6

news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

news

NOFA / Eylul Nazlier

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
news

Zerban

  • Omer Dilsoz
news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes de

  • Kazim Polat
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

Saziyên bi kurdî xebatê dikin: Em vê zilmê qebûl nakin

ad

Malpera pirtûkên erzan

ad

Hirvatanê hem rekor, hem yekemînî ji destê Spanyayê girt

ad

Belgefîlmekî li ser Saît Faîk hat kişandin

ad

Pişke hat kisandin, R Madrid û M.City bûn reqîb

ad

Pişkeya Tûra 2'yem a Kûpaya Tirkiyeyê çêbû

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Siyasetmedar Mehdî Zana mir

  • 29 08 2026
news

Afîşên Mîhrîcana Fîlman a Rojava hatin belav kirin

  • 29 08 2026
news

Jinên Amedsporê bi 7-0 li pêş bûn, reqîb vekişiya

  • 29 08 2026
news

Festîvala Fîlman a Bogazîçî li benda fîlman e

  • 30 08 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname