logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

'Roman û Gotar, Mîxaîl Baxtîn û Romana Kurdî' derket

Pirtûkek bi navê "Roman û Gotar, Mîxaîl Baxtîn û Romana Kurdî" ji Weşanên Peywendê derket.

  • Dîrok: 13/07/2019
  • Beş: Berhem

Diyarname

Pirtûkek bi navê "Roman û Gotar, Mîxaîl Baxtîn û Romana Kurdî" ji Weşanên Peywendê derket. 

Mîxaîl Mîxaîlovîç Baxtîn (1895-1975) yek ji qedirgiran ê edebiyata rus e. Di serdema jiyana xwe de gelek kes li ber destê wî mezin bûne, wî gelek ked daye edebiyata rus, edebiyata giştî û berhem jî pêşkêş kirine. Li ser wî heta niha bi zimanên cur bi cur pirtûk hatibûn weşandin, niha ew bû malê kurdî jî. Yek ji kedkarên kurdî Umran Aran berê xwe daye wî, berhemên wî û lêkolîn û nirxandinek amade kiriye. Ev xebata Aran ku wekî tezê hatibû dest pê kirin, paşê bi lêkirina hin beşên nû wekî pirtûk ji Weşanên Peywendê derket.

Aran lêkolîna xwe li ser Baxtîn kiriye û pêre jî sê romanên kurdî bi ser teoriya wî re nirxandiye ku ev yek di wêjeya kurdî de jî gavek nû ye.

Baxtîn qelek qîmetê dide romanê, li ser romanê nirxandinên girîng dike û fikrên nû diavêje meydanê. Aran vê nêrîna Baxtîn wisa pêşkêş dike: "Berevajî meyla giştî, Baxtîn di sedeya 16'an an 17'an de nabîne derketina romanê, ta ji antîkîteyê li kokên romanê digire û geşedana wê di nav geşedana dîroka çandê de dişayesîne, wê ji dîroka çandê naqetîne û bi nêrîneke gişgir lê dinêre. Baxtîn roleke muxalîf li romanê bar dike, li gora wî janrên din ên musteqîm di xizmeta yekdengî û yekîdolojiyê de ne, lê belê roman pirdengî û pirriwangehiyê di xwe de dihebîne."

Nêrînên Baxtîn û 3 romanên kurdî

Aran nêrînên Baxtîn ên wekî  "Pirdengî", "Heteroglossîa" û "Karnaval" girîng dibîne û ji ser van têgehan re sê romanên kurdî digire dest, wan dide berhev û dinirxîne. Ew bi ser "Pirdengî"  re romana "Mîrname" (Jan Dost), bi ser "Heteroglossîa" re romana "Saturn" (Remezan Alan) û bi ser "Karnaval" (H.Kovan Baqî) re romana "Aporîa" dinirxîne û xebata xwe temam dike.

Di pirtûkê de beşên teorîk û pratîk hatine danîn. Yên teoriya Baxtîn meraq bikin dikarin tenê beşa teorîk bixwînin, yan jî hemû bixwînin ku ligel beşên teorîk nirxandina li ser sê romanên kurdî û danheva wan û teoriya Baxtîn...

Di dawiya pirtûkê de hin termên cuda ku bikar aniye jî wekî ferhengokek kurdî, îngilîzî û tirkiya wan pêşkêş kiriye.

Umran Aran kî ye?

Umran Aran (Umran Altinkiliç) di sala 1985'an de li Qosera Mêrdînê hatiye dinê. Di sala 2010'an de li Zanîngeha Mîmar Sînanê bernameya lîsansa Matematîkê û di sala 2015'an de li Zanîngeha Mardin Artukluyê bernameya masterê ya Ziman û Çanda Kurdî kuta kiriye. Li Zanîngeha Dîcleyê di beşa Ziman û Çanda Kurdî de bernameya doktorayê dixwîne. 

Wî, di avakirina kovarên Wêje û Rexne, Zarema û Kund de cih girtiye ku hîn jî edîtoriya Kundê dike. Ew li Zanîngeha Mardin Artûklûyê di beşa Ziman û Çanda Kurdî de wekî lêkoler dixebite.


- Roman û Gotar, Mîxaîl Baxtîn û Romana Kurdî / Umran Aran / Weşanên Peywend / 2019/ 144 rûpel

 

 

**

  
Ji bo vexwendnameyan malpera ku hûn serî lê bidin: 
http://www.davetiyeonline.net/
Bi sedan cureyên vexwendnameyan li benda we ne. 
Bi her zimanî em dikarin ji bo we vexwendnameyan amade bikin.
Navnîşan:

Yıldıztabya Alibeyköy Cad.No: 156, Alibeyköy Eyüp-İstanbul
Telefon: 0212 -6266455
WhatsApp: 0533 474 2551

info@davetiyeonline.net            


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 21 10 2026

Pirtûkeke nû, 'Şebrona' hat

news
  • 15 10 2026

'Dengê Helbesta Kurdî' derket

news
  • 13 10 2026

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news
  • 12 10 2026

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

news
  • 06 10 2026

'Vateyê Verênanê Zazakî' veciya

news
  • 04 10 2026

'Destpêk û dîroka sînemaya kurdî' derket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Helbestvanê navdar ê filistînî Mahmud Dervîş mir

ad

Lêborîneke ji bo sernavê

ad

Kovarên mîzahê êrîşa li ser HDP'ê kir mijar

ad

Enstîtuya Kurdî bawername da mamosteyên zimanê kurdî

ad

NYT: DYA, hevkêşeyek di navbera Tirkiye û kurdan de saz dike

ad

Çarîk fînalîstên pêşî diyar bûn: Hollanda û Arjantîn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname