Qamişlo
Wezareta Perwerdehiyê ya Sûriyeyê çend roj berê fermanek belav kiribû û têde gotibû ku dê kurdî hefteyê sê saetan li dibistanan wekî ders bê dayîn. Kurd dijî vê yekê dertên. Yek ji saziyên dij derket jî Zanîngeha Rojava ye ku îro ligel hîndekar û rêveberên xwe daxuyanî dan çapemeniyê.
Di daxuyaniyê de bal kişandin ser biryara wezanetê ya ku dema dersên kurdî kêm dike û got, "Zanîngeh bi rêya nirxandina xwe ya akademîk û perwerdeyê tekez dike ku ev rêkar paşveçûnek e ji modêla perwerdeyê ya pejirandî, û gaveke ber bi paş ve ye ku pêşketina berdewam a pergala perwerdeyê ya li herêmê di van salên borî de asteng dike."
Zanîngehê got, "Di van 12 salên borî de ezmûneke zanistî û meydanî ya giştgir li Rojava/Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kom bûye, ku tê de pergala perwerdeyê ya berfireh hate avakirin û zimanê kurdî wekî zimanê sereke yê perwerde û lêkolînê di hemû astên perwerdeyê de hate pejirandin û wiha dom kir, "Bikaranîna zimanê dayikê tenê bi beşên wêjeyî û mirovî re sînordar nema, lê dersdayîna hemû zanistên hûr, bijîşkî û sepandî -wek bîrkariyê, fîzîk, kîmya û endazyariyê- li gorî bernameyên zanistî û pîvanên akademîk ên pêşketî girt nav xwe. Cudakirin û sînordarkirina zimanê perwerdeyê di sê dersên heftane de û ragirtina wî wekî beşeke zimanî ya duyemîn, li dewsa ku bibe bingeha sereke ya dersdayîna mijarên zanistî, encamên neyînî yên perwerdehî û akademîk bi xwe re tîne."
Zanîngehê got kêmkirina hejmara dersani encamên neyînî bi xwe re tîne û ev yek wekî sê xal diyar kir:
- Kêmkirina şiyana têgihaştin û analîzkirinê ya xwendekaran bi rêya qutkirina wan ji jîngeha wan a zimanî ku zêdetirî 12 salan e tê de veberhênana zanistî kirine.
Destberdana ji jêrxane û destkeftiyên akademîk ên ku bi rêya hewldan û çavkaniyên perwerdehiyê di dirêjahiya 12 salên tevahî de hatine avakirin û pêşxistin.
- Piştguhkirina pîvan û peymanên perwerdeyê yên navneteweyî ku tekez dikin ku perwerdeya bi zimanê dayikê faktora sereke ye ji bo misogerkirina kalîteya perwerdeyê û pêkanîna nûjenî û ramana rexneyî.
Ji bo rastkirina rêgeha perwerdeyê, zanîngeh tekez dike ku çareseriya akademîk a çêtirîn ne di sînordarkirina zimanekî li ser hesabê zimanekî din de ye, lê di îmkana pejirandina modêla perwerdeya duzimanî de ye. Ev modêleke zanistî û di asteke cîhanî de sepandî ye. Derfetê dide dersdayîna zanist û mijarên sereke bi her du zimanên kurdî û erebî mil bi mil, bi awayekî ku parastina mafên zimanî û çandî yên xwendekaran misoger dike, ast û şiyana wan a zanistî û ragihandinê bilind dike, her wiha pireke yekbûna akademîk û neteweyî ava dike li dewsa polîtîkayên dûrxistin û kêmkirinê."
Zanîngeha Rojava bal kişandiye ser mafê perwerdeya bi zimanê dayikê di şaxên cuda yên zanîn û zanistê de ku mafekî akademîk û mirovî ye û di pîvan û peymanên navneteweyî de hatiye parastin, û amûreke sereke ye ji bo misogerkirina aramiya proseya perwerdeyê û pêşxistina lêkolîna zanistî.
Daxuyanî wisa didome, "Ji bo avakirina pergaleke perwerdeyê ya giştgir û domdar pêdivî bi xurtkirina pirzimanî û pejirandina bernameyên perwerdeyê yên giştgir heye, li dewsa sepandina polîtîkayên sînordarkirin û kêmkirinê. Li ser vê bingehê, Zanîngeha Rojava bang li aliyên peywendîdar dike ku biryara navborî ya ku qada perwerdeya bi zimanê kurdî sînordar dike di ber çavan re derbas bikin, û ji bo parastina astên akademîk û bernameyên zanistî yên giştgir ên ku di dirêjahiya 12 salên borî de bi zimanê kurdî hatine xwendin û pêşxistina wan de bixebitin -tevî vekirina rêyê ji bo pêşxistina modêlên perwerdeya duzimanî yên domdar- da ku paşeroja nifşên xwendekaran misoger bibe û kalîteya pergala perwerdeyê biparêze."


