MAHABAD
Girtiyê kurd yê li girtîgeha Mahabadê, li rexmê zextên Dewleta Îranê greva xwe ya birçîbûnê didomand. Piştî 44 rojan hat ragihandin dest ji greva birçîbûnê berdaye. Hat diyarkirin ku rewşa girtiyê bi navê Rahîm Reşî yê li girtîgeha Mahabadê pir xirab bûye, jiber wê dawî li greva biçîbûnê aniye, lê nayê zanîn ka li kuye.
Rahîm Reşî di 29’ê Tîrmehê de li Mahabadê hatibû binçavkirin û heman rojê dest bi grevê kiribû. Hat diyarkirin ku ji ber rewşa wî ya tendûristiyê giran bûye, niha nikare xizmên xwe bibîne û berpirsyarên girtîgehê ji bo dermankirinê jî destûrê nadin. Hat ragihandin ku Rehîm dawî li greva birçîbûnê ya 43 rojan aniye.
Her weha Rahîm Reşî ji 26’ê Tebaxê û vir ve di girtegehê de di hucreyê de tê hiştin. Rêxistina mafê mirovan Revannyz di rapora xwe de diyarkiribû ku piştî çar rojên greva birçîbûnê rewşa Rahîm Reşî xera bûye û li ser vê yekê rêvebiriya girtîgehê ew rakirine beşa tenduristiyê ya girtîgehê da ku da ku greva wî bişkînin.
KÊŞA WÎ JI SEDÎ 50 DAKETIYE!
Hat ragihandin ku ev 39 roje girtiyê Kurd yê bi navê Rehîm Reş ku di girtîgeha Mahabadê de dest bi greva birçîbûnê kiriye. Jiber dirêjiya greva birçîbûnê ji sedî 50 yê kêşa wî kêm bûye.
Ji ANF'ê hatiye girtin


