___Brahîmê Alûcî___
Dema mirov li hizr û ramanên neteweyî dinêre, bi gelemperî ew tenê wekî diyardeyeke siyasî an dîrokî tê fêmkirin. Lê ji nêrîneke derûnkolerî ve (psychoanalytic perspective), her hest û her têgihîştina neteweyî di eslê xwe de xebateke psîşîk ango çalakiyeke derûnê (psychic activity) bixwe ye — tiştek ku di kûrahiya derûnê de çêdibe, berî ku bibe ramanek an sloganeke siyasî. Loma jî ger em bixwazin têkiliya di navbera "serdest" û "bindest" de rast rast biramin/bifêmin, divê em tenê berê xwe nedin dîroka wan a derxweyî, lê belkî berê xwe bidin wê ezmûna navxweyîn a ku her du alî lê dijîn û ku bi awayekî domdar wan diwelidîne/diafirîne.
DÎTIINA FREUD; DERÛN Û PSÎŞEYA MIROVÎ JI SÊ QATAN PÊK TÊ
Sigmund Freud, damezrînerê derûnkoleriyê (psîkanalîzê), dibêje ku derûn û psîşeya mirovî ji sê qatan pêk tê: nizimezî/id (daxwaz û şehwetên xwezayî), ezî/ego (ez ku hewl dide di navbera daxwaz û rastiyê de bibe mêzên) û bilindezî/superego (dengê exlaqî û rêzikên civakî yên hatine navxweyînkirin). Hizr û ramanên neteweyî, bi vî awayî, ne tenê encama raman û fikrên siyasî ne; ew di heman demê de berhemên şerekî navxweyîn in — şerê di navbera daxwaza serbixwebûnê (nizimezî) û zexta rêzikên derxweyî yên çandî û siyasî (bilindeziya ku carinan ji aliyê serdest ve tê ferzkirin) de.
Nexweşiyên derûnî (psychological disorders), li gorî vê nêrînê, ne tiştên ku ha yela derdikevin holê. Ew çavkaniya xwe ji serpêhatî û ezmûnên rastîn ên mirovî werdigirin. Dema ku mirov nikare êş û jana xwe rasterast, bi zimanekî zelal, derbibire — ango dema ku êş nikare bibe beşek ji axaftin û çîrokê û bibe şîn û şûn — ew êş tu carî der -nabe û der- naçe. Ew hey dimîne, lê vediguhere teşeyên xwebûna xwe: dibe derhişî (unconscious), dibe tiştê ku em pê nizanin û li-xwe-hay-nabin lê bandorê li laş, fikir, tevger, reftar, nest û hestên me dike. Paşê li gorî radeya giraniya wê ya rageşiyê, ew dibe bingeha bêpergaliyên derûnî û giyanî.
JACQUES LACAN: TRAVMA NE TENÊ ‘BÎR’ANÎNEK E
Yek ji girîngtirîn têgehên derûnkoleriyê ya ku alîkariya me dike da ku em vê rewşê fêm bikin û têbigihîjin, têgeha "trawma"yê ye. Li gorî Freud û li dû wî Jacques Lacan dibêje, trawma ne tenê ‘bîr’anîneke rageşî û xemgîniyê ye; ew tiştekî ku bi tevahî nikare bibe beşek ji "rêza sembolîk" (symbolic order) — ango ew ziman û wateya ku em pê jiyana xwe rêz dikin/digirin û fêm dikin. Ji ber ku trawma nikare bi zimên bê gotin, ew nayê ji-bîr-kirin, lê belkî tê tepisandin (repression). Ew diçe der û binê hişmendiyê (derhişî), dibe beşek ji derhişiya me û ji wir, bi awayekî neyekser, bi rêya semptoman, xewnan û bi taybetî bi rêya dubarekirina kompûsiyona (repetition compulsion), xwe ji nû ve dide der – mîna rehê firêzê ye heya neyê dermankirin, ji kok û xerdoloka xwe zîl dide. Ango, mirovê ku trawmayek jiya ye, carinan bêyî ku pê bihese, heman qalibên êşê di jiyana xwe ya rojane de dubare dike — mîna ku derhişî hewl dide bi rêyeke din tiştê nehatiye çareserkirin çareser bike.
ÊŞA HEVPAR
Ev hewla takekesane, di asta civakî de jî xwe dide der. Bîra trawmatîk a hevpar (collective traumatic memory) — ango êşa ku komek an neteweyeke bi hev re dijîn — dibe mekanîzmayeke berevaniyê (defense mechanism) ya bi hêz. Dema ku mirovek bi tena serê xwe êşê hilgire, ew dikare bi hêsanî têk biçe; lê dema ku komek bi hev re heman êşê hilgirin, ew êş bi xwe dibe hêmaneke ku wan bi hev ve girê dide, dibe beşek ji nasnameya wan a hevpar. Ji ber vê yekê ye ku gelên bindest, her çiqasî di bin zextê de bin jî carinan hêza herî mezin ji vê bîra hevpar a êşê werdigirin.
PAŞDEBIRIN Û PÊŞDEBIRIN
Di vê çarçoveyê de, du diyardeyên din jî hene ku pir girîng in: paşdebirin (flashback) û pêşdebirin (flashforward).
Paşdebirin ew e ku mirov, bêyî daxwaza xwe, xwe û xwebûna xwe di nav rûdaneke borî ya êşdar de dibîne, mîna ku ew rûdan êdî ne di bîrê de ye, lê belkî ji nû ve xwe di jîna takekes de dubare dike (kompûsiyon). Pêşdebirin jî wê rewşê berevajî dike: mirov siberojê wekî dubarekirina heman trawmayê dibîne, berî ku ew trawma bi rastî çêbibe. Her du diyarde jî nîşanî me didin ku trawma têkiliya mirov bi demê re xera û bêpergal dike — mirov êdî nikare bi awayekî sade û siruştî di dema niha de bijî, ji ber ku borî û siberoj her tim li ser dema niha siwar dibin.
Ji bo fêm û têgihiştina baştir a têkiliya di navbera serdest û bindestan de, em dikarin xwe bispêrin têgeha Lacan a "yê-Din ê mezin" (the big Other). Li gorî Lacan, mirov ji zaroktiya xwe ve xwe di neynikeke derxweyî de nas dike — ango em ne bi xwe bi xwe, lê bi rêya çavê yê-Din, xwe nas dikin û wateyê digihînin xwebûn û hebûna xwe. Ev qonax ku Lacan jê re dibêje "qonaxa neynikê" (mirror stage), nîşanî me dide ku ezî û xwebûna me ji destpêkê ve girêdayî tiştekî derxweyî ye, ne tenê tiştekî ku ji navxweyî (hundir) tê.
Serdest, di têkiliya xwe ya bi bindestan re, hewl dide bibe ev "yê-Din ê mezin" — ango cihê ku lê ferman, ziman û wate têne danîn. Dema serdest ji bindestan dixwaze dev ji zimanê xwe û ji nirxên çanda xwe berde, ev ne tenê fermaneke siyasî an rêveberî ye; ew bi rastî hewldanek e ji bo veguhertina wê neynikê ku bindest xwe tê de dibîne. Bi gotineke din: serdest naxwaze tenê reftar û tevgera bindest vebiguherîne, ew dixwaze cihê ku bindest jê wateyê werdigire jî vebigire destê xwe.
CUDAHIYA DI NAVBERA EZA RASTÎN Û EZA DEREWÎN DE
Encama vê yekê, li gorî derûnkoleriyê, ducemseriyeke kûr a derûnî ye ango parçebûn û dabeşbûna derûnê (psychic splitting) bi xwe ye. Derûnkoler Donald Winnicott, têgeheke gelek bikêrhatî pêşkêşî me dike: cudahiya di navbera ez a rastîn ango xwebûna rastîn (true self) û ez a derewîn ango xwebûna sexte (false self) de. Li gorî Winnicott, ez a derewîn ne tenê xapandinek e; ew bi xwe mekanîzmayeke berevaniyê ye ku zarok (an jî civak) ji bo berevanî û parastina ezî û xwebûna xwe ya rastîn, ya nazdar û êşbar, li hemberî zextên derxweyî pêş dixe. Dema ku zext pir tund û zêde dibe, ezî û xwebûna derewîn dikare bibe bend li pêşiyê û ezî û xwebûna rastîn xwe vedişêre an jî bi awayekî xeternak, dest bi ji-bîr-kirina ‘xwe’, hebûn û xwebûna xwe bike.
Ducemseriya ezî û xwebûniyê (sexte û rastî), bi vî awayî wateyeke kûrtir werdigire: ew ne tenê pirsgirêkeke exlaqî ye di navbera "rastî" û "sexte/derewîn"ê de, lê belkî lêgerîneke domdar a mirov e ji bo vegera yekîtiyekê ku carekê hebû an çêbibe an jî tu carî bi tevahî nehatiye wergirtin. Lacan vê yekîtiya winda bi navê heybera biçûk "objet petit a" bi nav dike — heybera (object) sedema arezû û daxwazê, tiştê ku em hertim li pey wê digerin, lê qet nagihîjinê bi awayekî rêkûpêk û bêkêmasî.
Di serdema aşopî (virtual) ya îro de, ev pêvajoya derûnî hêj kûrtir û aloz û tevlihevtir dibe. Propagandaya dezgehên serdest êdî ne tenê bi rêya aqilmendî û hişmendiyê kar dike, lê belkî bi rêya tiştekî hîn xeternaktir: bi rêya endezyariya arezû û daxwazan (engineering of desire) jî kar dike. Ango, serdest naxwaze tenê hiş û aqilê bindest vebiguherîne, ew dixwaze berî her tiştî arezû û daxwaza wî/wê ya derhişî û binhişî vebiguherîne — arezû û daxwaza wî/wê ya bi xwe ya ji bo heyber û tiştê ku ew dixwaze bibe.
ZIMANÊ SERDEST ÊDÎ NE TENÊ AMÛREK E
Derûnbijîşk û derûnkolerê kolonyalîzmê Frantz Fanon, di xebatên xwe yên li ser bindestiya reşikan li Alger de, têgeheke gelek balkêş bikar tîne: "Epîdermalîzasyona derûnî". Fanon dinivîse ku mirovê bindest, bi domdarî di bin çavê serdest de, hîs, fikir, ramîn û tewra xewnên xwe jî bi zimanê serdest dibîne. Bi rastî, zimanê serdest êdî ne tenê amûrek e ku ji derve tê ferzkirin; ew hêdî hêdî dibe zimanê xewnên bindestan bi xwe, dibe zimanê ku ew pê xwe û hebûn û xwebûna xwe difikire, berî ku ew bi xwe hay jê hebe. Ev ne tenê windakirina zimanekî ye — ew koçberiyeke navxweyîn a tevahî binhişî û derhişiyê ye, koçberiyek ku tê de mala resen û xwemal a derûnî ji dest diçe û mirov di jîngeheke biyanî ya navxweyîn de dijî, tewra di warê herî taybet ê xwebûn û hebûna xwe de jî ango di warê xewn û xeyalan de.
Lê li vir, Freud xwe tîne bîra me bi gotineke gelek girîng: tiştê ku tê tepisandin, her tim, bi awayekî din, li xwe vedigere — ev bi navê vegera tiştê tepisandî ango vegera yê tepisandî (the return of the repressed) tê zanîn. Yanî tevî hemû hewldanên serdestan ji bo jêbirina bîra bindestan, ew bîr bi tevahî nayê tunekirin. Ew di forma semptoman de, di hunerê de, di xewn û mîtolojiyan de, di henek û qerfên rageş, xemgîn û stranên evîndarî de, xwe dubare dike (asûwas û wasawas), dixwaze careke din bê nasîn û bê vegotin.
BI SÊ LAYAN ARAMÎ
Li gorî vê nêrîna derûnkolerî, aramiya rastîn — ya derûnî, ya civakî û ya zindeweriyê — bi hev ve girêdayî ne, mîna sê layenên yek pêvajoyekê. Dema mirov nikare xwe û hebûna xwe biwelidîne/biafirîne û xwebûna xwe bi awayekî serbixwe pêş bixe, ne tenê ew bi xwe zirarê dibîne; civak jî ji vê "derûna îzole û goşegîr" (isolated psyche) zirarê dibîne, ji ber ku civak ji berhevoka mirovên bi vî rengî pêk tê.
Bi vî awayî, mirovê ku digihîje ji-xwe-haybûnê (self-awareness) — ango ku bi rastî hay ji nest û hestên xwe yên navxweyîn hebe, ji êşa xwe hebe, ji arezû û daxwazên xwe yên rasteqîn hebe — dibe danerê ezî û xwebûna xwe. Ew êdî li benda vê nîn e ku yê-Din wateyê jê re bibîne/bidê; ew bi xwe dest pê dike ku wateyê ji nû ve ava bike/biafirîne, bi zimanê xwe yê navxweyîn. Ev pêvajo, li gorî derûnkoleriyê, ne tiştekî ku carekê pêk tê û diqede diçe; ew rêwîtiyeke berdewam e, tekoşîneke domdar a di navbera arezû û daxwaza serbixwebûnê û bandora her dem-amade û hazir a yê-Din ê mezin de.
Wekî encam, dikare bê gotin ku derûnnasiya bindestiyê ne tenê tomareke êş û janê ye ku li paş me maye; ew metneke vekirî ye ku her car, di her nifşî de, ji nû ve tê xwendin û ji nû ve tê nivîsandin. Rêwîtiya ber bi "ezî û xwebûna rasteqîn" ve — bi zimanê Winnicott — an ber bi "yekcemseriya rasteqîne" ve, ne pêvajoyeke rast-xetî ye ku carekê diqede; ew têkoşîneke berdewam e di navbera arezû û daxwaza serbixwebûnê û zexta yê-Din ê mezin de.
Ji ber vê yekê, hêza rastîn a bindest ne di ji-bîr-kirina êşa hebûn û xwebûnê de ye — ji ber ku wekî me got, êş bi rastî qet naqede û der-naçe. Hêza rastîn di şiyana veguherandinê de ye: veguherandina êşê ji tiştekî tepisandî û bêdeng, bo tiştekî hatiye gotin û hatiye fêmkirin; veguherandina semptomê bo axaftinê û veguherandina derhişiyê bo hişmendiyê. Ev bi xwe, di dawiyê de, wateya rastîn a derûnterapiyê ye: ne jibîrkirina trawmayê, lê belkî dana wateyeke nû jê û bi vî awayî, vegerandina desthilata li ser çîroka hebûn û xwebûna xwe — ya takekesane û ya hevpar û hevbeş (kolektîf), ya niha û ya siberojê.
**
Nivîsên Brahîmê Alûcî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Bandora lêborînê li ser tendirustiya laşî û derûnî (bi nêrîneke derûnkolerî)
- Narsîsîzm Wekî Avahiyeke Damezrîner
- The Mist (Mija Kujer), rastî û windabûna hişmendiyê (Bi nêrîneke derûnkolînerî li ser rewşa kurdan)
- Şîretên derûn(nas)iya bindestî, azadî û veguherînê
- Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf
- Êş û Elema Bêşahid; Bi Nêrîneke Derûnkolînerî
- Narsîzma bindestan; Xwendineke derûnkolorînerî li ser rewşa kurdan
- Bêçaretiya Fêrbûyî û Rewşa Kurdan
- Naskirina êşa bindestan; Dahûrîneke derûncivakî ya têkiliyên serdest-bindestan e
- Nirxandina Derûnkolînerî (Psychoanalysis) ya Komkujiya Robozkî
3- Rêyek ji rûpoş û maskeyên kolonyal ber bi nasnameya resen ve
2- Ji laşê Xwezayî heta Laşê Kolonîzekirî (rêze beşa 2'yan)
1- Dahûrîna Derûnkolînerî (Psychoanalysis) ya Frantz Fanon bi Neynika Kurdî (rêze beşa 1'ê)
- Lêborîn û bexşandin; travma û derûnterapî
- Lêborîn û Bexşandin; Bi nêrîneke derûnkolînerî û civakî
- Vegera Yê Tepisandî Û Mekanîzmayên Bergiriyê
- Jêbirin û jiholêrakirina nasnameya bindestan
- Hişê Çêkirî (Artificial Intelligence) û pirsên herî zêde tên pirsîn
- Şerê Derûnî (Psychological Warfare)
- Çawa çîrok dibin bawerî?
- Hêza nerm û hêza hişk, du rêbazên siyaseta navneteweyî


