Rojek ji rojan, apê min Şêx Qasim li min geriya û xwest bibe mêvanê min. Min jî hema ji malê xwest ku şîveke xweş ji bo apê min amade bikin. Dem diherikî û ber ber êvarê ve diçû, apê min derbasî mala me bû. Hîn nû rûniştibû telefona xwe derxist û got:
“Biraziyê min mewlûda kûtilkan daniye! Ji kerema xwe werin...”
Bi vê gotina wî re, çend mêvanên din jî li şevbihêrka me zêde bûn. Yek ji wan mêvanan Eliyê Roşatî bû. Min ew cara ewilî didît; lê deriyê mal û dilê xwe jê re vekiribû.
Tejiya xwarinê li erdê hat raxistin, xwarin hat danîn ser û em bi hev re li ser sifrê rûniştin da ku bixwin. Lê mêvanê me Eliyê Roşatî tevnegeriya, ji cihê xwe neliviya û rasterast got:
“Ez naxwim!”
Min jî bi dilekî safî û mazûbanî jê re got:
“Heyran, tu çima naxwî? Xwarin ji bo xwarinê hatiye ser vê sifreyê û qismetê te jî tê de heye.”
“Na! Ez nanê Apociyan naxwim!”
“Ev ji ku derket? Sedema vê helwestê çi ye?”
“Ez Turkeşçî me û tu jî Apocî yî, ez nanê te naxwim!”
Civata li dora me ji xwe re dikeniyan û xwarina xwe dixwarin. Lê Eliyê Roşatî li ser sifreyê rûneniştibû; peyvek ji vir dibir, yek ji wir dianî, gotinên xwe tûj dikir, dawdişande min û pê re min diêşand. Çav li serê min sor bûbû; min hew debar kir û got:
“Derdê te çi ye? Tu hatiyî mala min ku bi min re şer bikî, an tu hatiyî mîna mirovan şevbihêrka xwe bikî û biçî?”
“Ez hatime şevbihêrka xwe bi te re şer bikim û biçim!”
“Hema wiha?”
“Belê, hema wiha!”
Hêrs di dev û pozê min re difuriya. Nizanim ka çi bikim jî... Bi gotinan em bi hev ketin. Yek ji min, yek ji wî; gotinên dijber û tûj xwe didan der û dawiya vê pevçûnê ne diyar bû. Sebr û hedan li min nemabû û min nikaribû ew ji mala xwe biqewiranda. Ew jî gihaştibû wê qenheta min û pê re tiliyên xwe mîna yên Turkeşçiyan bilind dikirin, dixist nav çavên min û heqaretên xwe didomand. Hey nanê min nexwar; tibabekî rûnişt û paşê rabû. Dema çû jî ji ya xwe nehat xwarê û bê xatir meşa xwe domand. Min jî hêrsa xwe di nava dilê xwe de jenand û bêdengiya xwe daqûltand.
Ji wê rojê bi şûnde, ne min ew dît û ne jî wî min dît.
Sal di ser re derbas bûn, temen ji kîs demê diherikî û min ev bûyer bi yekcarî ji bîr kiribû. Rojek ji rojên Xwedê ku di wê roja xêr ji xwe nedîtibû de telefona min lêket. Dengê li ser xetê bi lez got:
“Zû biçe ambûlansa komeleyê hilgire û were zanîngehê!”
“Çi bûye apo, xêr be? Kê rehmet kiriye?”
“Nesekine û zû were…”
Bêçare ketim nav pirs û galgalan û min berê xwe da komeleyê. Min birayê xwe Cemal girt kêleka xwe û me berê xwe da zanîngehê, ber deriyê cihê mirîşûştinê. Çawa ez ji ambûlansê daketim, min xwe gihand apê xwe û got:
“Xêr e apo, kê rehmet kiriye?”
“Eliyê Roşatî rehmet kiriye…”
“Rehma Xwedê lê be!”
“Lê wî ji min wesiyet kiriye; divê tu wî bibî Roşatê û em ê li gund binax bikin!”
“Çima ez? Ew qas heval, dost û merivên wî hene, bila pê re biçin.”
“Na! Gotiye divê tu bê wî bibî.”
Mecbûr mam; min nexwest li vir dilê apê xwe bihêlim. Ez li benda darbestê mam ku bînin û li ambûlansê siwar bikin da ku em berê xwe bidin gund. Piştî çend kêliyan, darbestek anîn ku aleke mezin lê hatibû pêçan û ew xistin ambûlansê. Bi dîtina vî tiştî re çavên min fireh bûn, rasterast berê xwe da apê xwe û got:
“Apo, ev çi ye?”
“Wesiyeta wî ye…”
“Ez di wesiyeta wî de jehr dînim! Ez nayêm!”
“Baqil be, bêedebiyê neke û bila kesek bi me nehese! Mirî ye, çûye... De sar bibe em bi rê kevin!”
“Apo, madem wisa ye çima ez? Û ev ala li ser darbestê?”
“Ewî wesiyet kir û got: ‘Divê mazûbanê şeva wî ya bêyom darbesta min a bi alê xemilandî bibe gund û min binax bike!’”
Çend nas û dost jî ketin navberê; gotin peyva apê xwe li erdê nehêle û wesiyeta mirî bi cih bîne. Em bêjin ev jî qedera min e an ya wî ye? Min û birayê xwe mil da hev, li pêşiya ambûlansê siwar bûm û me berê xwe da gund da ku Eliyê Roşatî bispêrin axê. Heta em çûn gund, çavekî min li rê bû û çavê din li darbesta bi al bû. Bi van hest û vê derûniyê em gihaştin gund û me ew darbesta wî ya bi alê xemilandî sipart axê.
Ew mir, lê ev wesiyeta xwe mîna bîranîneke kûr û tijî birîn di jiyana min de hişt û çû.


