Diyarname
Siyasetmedar Mehdi Zana ku ev çend roj bûn nexweş bû û li rexweşxaneyê bû îro mir.
Zana nexweşê KOAH'ê bû û çend roj berê ew biribûn nexweşxaneyeke taybet ya li Amedê. Cenazeyê Mehdî Zana wê li Goristana Yenîkoya Baglara Amedê bê definkirin.
Siyasetmedar, Şaredarê Amedê yê berê Mehdî Zana roja 20'ê berfanbara 1940'î li Farqîna Amedê hatibû dinê. Dema berdestê terzî bû bi kesên dihatin dikan û diçûn hînê siyasetê bû. Zana ku paşnavê wî "Bilici" bû, guhartibû û kiribû "Zana".
Zana di sala 1963'yan de ket nava siyasetê, di nav TÎP'ê (Patiya Karkeran a Tirkiyeyê) bû, sala 1965'an bû Serokê Rêxistina TÎP'ê ya Farqînê. Di heman demê de wî di nav DDKO'yê de jî xebat dikir.
Piştî salên 70'yî wî daxwaza birêxistinina serbixwe ya kurdan kir. Piştî 1974'an ji TÎP'ê veqetiya û ligel Kemal Burkay û 7 hevalên xwe TKSP (Partiya Sosyalîst a Kurdistana Tirkiyeyê) ava kir.
Di sala 1977'an de wekî berendamekî serbixwe hatibû hilbijartin û bû Şaredarê Amedê.
Di navbera Zana û TKSP ku îlegal bû de pirsgirêk derketin, Zana ji wan veqetiya. Zana heta sala 1980'yî ev karê xwe dom kir, lê Derbeya 12'yê Rezbera 1980'ê ew ji kar girt û tewqîf kir. Zana çend salan li Girtîgeha Bi Nimreya 5'an a Amedê girtî ma û rastî îşkenceyan hat.
Di salanê 90'î de ew hat berdan û piştî vê berê xwe da Swêdê. Zana 2004'an de vegeriya Tirkiyeyê.
Mehdi Zana mirê siyasetmedar Leyla Zana bû. Ew di sala 1975'an de zewicî bûn.
Sala 2021'ê ji Independent Tirkî Abdulhakim Gunaydin ligel Mehdi Zana hevpeyvînek kir. Li ser pirsa "Desthilatdariya heyî dibêje pirsgirêka kurd hatiye çapreserkirin. Bi rastî jî çareser bûye?" wisa gotibû, "Na, tu tiştekî çareser nebûye. Hema beje 40 milyon nifûsa kurdan heye. Mafê wan ê zimanê zikmanî jî tune ye. Dest ji çareseriyê berdin, li ser kurdîtî tu tiştekî tune ye. Destûrê didin hemû ziman Bêne bikaranîn lê ji bo kurdî destûrê nadin. Mînak li Amedê hilbijartina min ji bo ku ez xwedî li nasnameya kurdî derdiketim çêbû. Gel ne ji bo xizmetê, ji ber ku min bi kurdî xeber dida û ez xwedî li nasnameya kurdî derdiketim deng dan min."
PIRTÛKÊN WÎ
Mehdî Zana ligel siyasetê hin pirtûk jî nivîsandibûn. Di sala 1991'ê de pirtûka xwe ya bîranînan "Bekle Diyarbakir" nivîsandibû û dûre yên din.
Va ne pirtûkên wî:
- Bekle Diyarbakir (1991)
- Vahşetin Gunlugu (Diyarbakır Zindanlarından, 1992)
- Evîna Dilê Min (1993) / Bi kurdî
- Sevgili Leyla: Uzun Bir Surgundu O Gece (1995)
- Zelal / Zelâl: Yeniden Doguş (1996)
- Diyarbakır 5 No’lu (2012)
- Çarşiya Silîva (2002) / Bi kurdî
- Ay dayê (roman, 2005) / Bi kurdî
- Parastina min (2004) / Bi kurdî
MERASIMA CENAZEYÊ
Cenazeya Mehdi Zana sibê saet 11'an de wê bibin ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin û li wir merasimek li dar bikeve.
Paşê saet 13'an de li Ulucami pişti nimêjê wê bigirin û bibin Goristana Yenikoy.
Her wiha ji bo Zana li Şînxaneya Liceyiyan şîn danîne.
BAKIRHAN: EZ GELEK XEMGÎN IM
Hevserokê DEM Partî Tuncer Bakirhan çend roj berê li nexweşxaneyê çûbû serdana Zana. Bakirhan li ser X'ê ev peyam belav kir:
"Ji ber wefata Mehdî Zana gelek xemgîn im. Serê malbatê, heval û hogiran sax be.
Mehdî Zana têkoşerê demên herî zor û zehmet bû. Ji bo doza gelê xwe berdêlên giran da, jiyana xwe di vê rêyê de derbas kir. Cihê wî bihuşta nûranî be."


