Enqere
Bi beşdariya Sabahat Akkiraz, Burhan Berken û Grup Dalga Hayat TV şahiyeke li dar xist.
Şahiya piştgiriyê ya ji bo Hayat TV li Anatolia Showlandê li dar ket. Di şahiyê de bi hezaran kes amade bûn.
Pêşkêşvanê Navenda Nûçeyan ê Hayat TV Gokhan Çetin da zanîn ku li Tirkiyeyê du çapemenî hene, yek jê alîgirê AKP, TUSÎAD, Serfermandariya giştî û sermayeyê de ye, û ya din jî çapemeniya gel û gelê ku tê çewsandin e."
Piştî axaftinê bi rêzê Grup Dalga, Burhan Berken û Sabahat Akkiraz konser pêşkêş kir.
Bi alîkariya ku hatiye berhevkirin dê ji bo buroya wan a Enqereyê ku hatiye vekirin bê xerckirin.