Wan
Li Wanê rêxistina DEM Partî ya Wanê jî têde 24 sazî ji bo 21'ê Reşemî Roja Zimanê Zikmakî li ber avahiya Aydin Perihan İŞ Merkezî hatin ba hev, daxuyanî dan çahemeniyê û ji wir heta ber avahiya ARSÎSA'yê meşiyan.
Çalakgeran pankarta "Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê" vekirin û dovîzên ku li ser "Kurd, kurdî, Kurdistan", "Kurdî rûmeta me ye, "Em bi kurdî biaxivin û bixwînin", "Ji bo kurdî têkoşîn" bilind kirin.
Berendamê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan, Hevberdevkê Komîsyona Çand û Zian ê DEM Partî Heval Dilbihar jî têde gelek kes beşdarî daxuyanî û meşê bûn. Dilbihar daxuyanî da û got ku niha gelek ziman di bin zordariya asîmîlasyonê de ye û yek ji wan zimanan jî zimanê kurdî ye.
Dilbihar gotina "Zimanê kurdî rih, aqil û bedenê kurdan e" anî ser ziman û wisa dom kir, "Zimanê kurdî pişta yekîtiya gelê kurd e. Ziman tune be kurd û Kurdistan tune ne. Kurd û Kurdistan yek in, nayên veqetandin. Yek tune be ew ê din jî tune ye. Azadiya zimanê kurdî di heman demê de azadiya kurdan û Kurdistanê ye. Têkoşîna 50 salan a kurdan ev yek nîşan daye."
Dilbihar daxwazên kurdan jî wisa anîn ziman:
- Em dixwazin di her qadê de kurdî bê bikaranîn û ji bo vê yekê em têdikoşin. Ev têkoşîna me ji niha û pêde jî dê bidome.
- Divê zimanê kurdî bi awayekî fermî û statuyeke wê ya navneteweyî hebe. Li her dewletê ku kurd lê dijîn divê ev yek bê qebûlkirin.
- Kurdî divê di Zagona Bingehîn û di zagonên navneteweyî de bê qebûlkirin.
- Kurdî divê bibe zimanê perwerdehiyê; zimanê kurdî wekî zimanên din divê li Meclisê, li walîtî, şaredarî, dadgeh, nexweşxaneyan bê bikaranîn.
- Enstîtuya Zimanê Kurdî bi awayekî fermî ji aliyê nûnerên gelê kurd ve divê bê avakirin û xebitandin.
- Ji butçeyê, ji xebatkar, ji aliyên din ji bo tirkî çi firsend hebin, divê ji bo kurdî jî hebin.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Ji bo Roja Ziman li ku çi çalakî hene? Va ye lîste
- Çalakiyek li ser Roja Ziman lidar ket
- Kayûmê Wanê nehişt afîşên bi kurdî bêne daliqandin
- 35 bajaran de qeybî 'Roca Ziwanê Dayike' çalakî virazênê