logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

HERBA Kobanî

Merheba! Dîroka dinyayê pirtûkeke çikûs e, zû bi zû rûpelên xwe ji her bûyerê re venake; ji bo ku mirov xwe di dîroka di

  • Dîrok: 10/12/2014
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Rênas Jiyan

Merheba! Dîroka dinyayê pirtûkeke çikûs e, zû bi zû rûpelên xwe ji her bûyerê re venake; ji bo ku mirov xwe di dîroka dinyayê de bide qeydkirin hewce ye ku mêranî û fedakariyeke mezin bike. Berxwedana Kobanî bûyereke “dîrokî” ye û ne gengaz e ku dîrok xwe di ser vê bûyerê re biqevize, lê divê neyê jibîrkirin ku di herba Kobanî de wekî kurd me tu hesabê “dîrok”, “dewlet” û "cennet”ê nekir, me hesabê “rûmet”ê kir, me hesabê “medeniyet”ê kir û ew qas. Me bi herba Kobanî nehişt ku “etîk”a gerdûnî bin pê bibe. Herba Kobanî, da peyitandin ku dinyayeke bêkurd dinyayeke “kêm” e, ger li dinyayê kurd tune bin eniya ronahî û mirovahiyê li hemberî tarîtî û barbariyê kêm û qels e. Ji ber dîrok û koka xwe ya agir û ronahiyê heta ku kurd hebin wê li dijî tarîtî û barbariyê tê bikoşin welewkî bê dewlet û bê derfet bin jî. Şerê li hemberî “tarîtî” û “barbarî”yê, yê ji bo parastina mirovahiyê, li vê dinyayê, “qeder” û “peywir”a kurdan e, kurd ji bo vê yekê hene û divê her tim hebin.

***

Ne karê her mêrî ye ku “destvala” li hemberî “barbarîzm”ê li ber xwe bide. Li milletekî bifikirin ku bê dewlet e, bê derfet e û bê çek e û dîsa jî şer dike û welatê xwe û mirovahiyê radestî “serjêkar”an nake.

***

Ji 1187’an herba “Hîttîn”ê ya serkeftina Selaheddînî û bi vir ve cara yekem e ku kurd bi herba “Kobanî” dîsa derdikevin ser dika dîrokê. Îcar ji herba Hîttînê cudatir dost bûbin dijmin û dijmin bûbin dost jî kurd wekî xwe mane û dîsa wekî di Hîttînê de rêya başî û etîkê hilbijartine. Herba Kobanî ji xeynî herbeke siyasî di heman demê de têkbirina psîkolojiya bindestiyê ye jî, kurdên ku heta berî Kobanî ji xwe û ji nirxên xwe bawer nedikir êdî wê dest bi baweriyê bikin, ger mirov “bawer” neke nikare tu “serkeftin”an bi dest bixwe. Bi herba Kobanî me kurdan “neteweperwerî” û jê jî girîngtir me metodolojiya “yekitî”yê nas kir; em kurd êdî em ê çêtir zanibin ku yekitî bi kîjan alav û navgînan tê sazkirin. Me kurdan bi herba Kobanî ne bi tenê me “xwe” û “hêz”a xwe nas kir, her wiha me “dost” û “dijmin”ên xwe jî nas kirin û di heman demê de dost û dijminên me jî em û hêza me nas kirin. 

***

Herba Kobanî, qirdê kurdan ê mîrî dîsa rakir ser lingên wî, êdî qirdê kurdan wê dîsa bilîze. Piştî Kobanî tu kurd wê ne kurdê berê be, wê ji berê zêdetir bi xwe bawer û wê ji berê zêdetir nêzîkî azadiyê be. Wekî ku Weber dibêje; “Herbek dikare rihê miletekî ji nû ve paqij bike”. Bi herba Kobanî rihê kurdan ê “bindest” paqij bû. Herba Kobanî “çirûsk”a bawerî û azadiyê ye.

 

07.12.2014, Azadiya Welat

 

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Şanoyên Stenbolê saetên lîstikên guhartin

ad

"Siyah Beyaz" û filmên hefteyê

ad

Li bajarê kurdan postexaneya herî xweşik a dinyayê

ad

Notên ji Newroza Amedê 

ad

Pîroz be

ad

Operasyona Reqayê dest pê kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname