• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Serbest

Medya, pêþeroj, mirovahî û kurd

Dîrok : 13 12 2009 | Beþ :

Serbest

Faysal Dagli

Mirovahî tevî rojgerena me ya kevn berbi nava dilê sedsala nûh ve dimeþe. Hevkarî têne tezekirin, berjewendî jihev dikevin, ref diyardibin. Hakimên cîhanê ji nûh ve þekil didin dinyayê.

Di sedsala derbasbûyî de em bûn þahidê têkçûna sîstemên ramyarî û dîktatorî. Di encama valahiya ku derket de, berjewendiyên aborî di jiyana ciwakî û dewletî de wek sîstemên nûh ê ramyariyê derketin holê. Edî li piyasa dîplomasî û siyasetê nirxên bilind ê mirovahiyê hijmarên panoyên borsaya ne, globalîzm wek hespên serxweþ li hemû sînoran didin. Sînorên nû bêsînorî ye.

Li gor pêþveçûnan wê motora sedsala me û sedsalên li pêþ me qudreta maddî ya netewan be.

Þêniya cîhanê bilez zêdetir dibe, lê çavkaniyên jiyanê yê rojgerena me jî bi heman lezî kêmtir dibin. Dewlemendên cîhanê dewlemendtir, xizan jî xizantir dibin. Însan ji bo ku ji refaha cîhanê zêdetir par bigrin an jî ji bo ku bijîn wê bikevin nav têkoþîneke xedartir. Wiha xuyaye ku wê ev têkoþîn ne nêzî rêbazên dadmendî û edaletê be.

Teoriya Maltûs a kêmkirina nifûsa cîhanê belkî careke din were bîra hin kesan. Kî kare bêjê, piþtî ev gengeþiyên li ser çavkaniyên petrol û madenên stratejîk wê pêþeroja mirovahî û rojgerena me di sedsalên pêþ de wek kehanetên hin fîlmên fantastîk nebe.

Li aliyekî dewletên xewdî qudreta atomîk yên wek Pakistan û Hindistan ku piraniya nifûsa wan alfabeyê nasnake, li aliyekî din karesata ekolojîk ku hawîrdorê û jiyana xwezayî tehdît dike û di van rojan de li lûtkeyên Danîmarkayê jê re li çareyekî tê gerîn, li aliyê din îtîfaqên pîroz ê wek DYA/Ewrûpa ku ji bo berjewendiyên xwe li Afxanîstan, Ýraq û deverên din yên cîhanê diselimîne.

Helbet li piþt van hemû weneyan, li piþtperda van hemû bûyer, ‘dijminî û dostaniyan’ de qudreta daringî û bidestxistin an jî kontrolkirina çavkaniyên dewlemendî û firsendên jeostratejîk û jeopolîtîk hene.

Hin netew û dewletên ku xwedî jeostratejiya bilind in -ku ev nirx ji alî xwezayê ve ji wan re hatiye bexþkirin-, wê ev awantaja xwe bikarbînin. An jî wê di bin barê van awantajan de bibetilin, wek kurdan… Bûyerên li Kurdistanê careke din pirsa bêbersîv tîne bîra mirov: Di nav ev teþqele û pozberiyên cîhan û mirovahiyê de kurd çiqas hesabên pêþeroja dûr dikin?

Pirsgirêka Kurdistanê wek tariya li ber zayinê di pêvajoya çareserkirinê de ketiya reþtariyê. Rewþa kurdan ya sûbjektîf çi dibe bila bibe, herçiqas ew di rewþeke kambax de jî derbasdibin û bedelên giran dabin jî, þevtariya ku li ser welatê wan bariyaye, niha li ber zayinê ye. Çemê reþ yê qedera Kurdistanê jî wek mînakên beriya xwe, ber bi dawiya serpêhatiya reþ ve diherike.

Dengeyên nûh ê cîhanê, hêzên kurd yên netewî, rewþa welatê wan û ya heremê û îhtîmalên pêþketinên nûh ê sedsala me, ji kurdan re pêþerojeke nûh amade dike. Ger kurd xeletiyên întîxarî nekin, îþaretên vê pêvajoyê ji niha ve diyar bûne. Di demên pêþ de li ser rê û rêgezên çareseriyê wê gelek tiþt bên axaftin. Helbet alternatifên hemû pêþniyazan wê hebin. Dewletên serdest êdî li gor cîhana nû, li gor nîzama nû nikarin li ser kurdan hukum bajon. Ne dengeyên cîhanê, ne jî hêza kurdan destûr nade vê yekê. Lêbelê ji bo kurd û welatê wan ji forma kolonîbûna klasîk derkevin û nebin koloniyeke nû divê li gor rêbazan bilîzin. Divê neyê jibîrkirin, kurd çiqas bi adab û rêbazan ji bo demokrasiyê bixebitin wê çareseriya bi dilê wan jî ewqas bilez bide pêþiya wan.

Yek ji bingeha tevlîbûna pêvajoya global, medyayeke bibandor e. Li roja me medya êdî rola dîplomasî, nasandin, têkiliyên civakî û bandorên psîkolojîk yanê endezeriya civakî û global dilîze. Medya êdî li gor binavkirinên qirna borî ne ‘’quweta 5’em e’’ belkî di gelek waran de quweta yekem heta ya bê rakîb e jî.

Medya kurd heta niha di bin siya siyaset û siyasiyan de mabû. Ev rewþa ku wek nexweþiyeke zarokatiyê bû, divê êdî ji laþê medya kurd derkeve. Asta rojnamevan û burjûwaziya kurd gihîþtiye wê yekê ku êdî ew jî dikarin medyayeke netewî biafirînin û gav bavêjin nav cîhana medya navnetewî.

Herwiha desthilatdarên kurd jî divê êdî dev ji qirika rojnamegeriya kurd berdin da ku medya kurd bikaribe di geþbûna civakî û asta navdewletî de rola xwe bilîze.

Le Monde diplomatique yek ji van þansê kurda ye, ku medya wan bikaribe bibe xelekek ji zincîra global û di projeyên mezintir û serkeftîtir de rêya wan vala bike. Bi hêviya cîhaneke tijî aþîtî, wekhevî û demokrasî, bi hêviya saleke bextewar û tendurist…

Ev nivîs ji Le Monde diplomatique kurdî hatiye girtin
Wêneyê Faysal Dagli ji malpera celadet.com hatiye girtin

 

Hûn dikarin li van jî binêrin

Piþtî 30 salan bi 6 pirtûkên kurdî ji girtîgehê derket

Piþtî 30 salan bi 6 pirtûkên kurdî ji...

11 08 2022

TRT2’yê fîlmê ‘Jiyana Hinên Din’ sansur kir

TRT2’yê fîlmê ‘Jiyana Hinên Din’ sansur...

10 08 2022

Mîzahþorekî Salên 1990'î: Mahmûd Lewendî

Mîzahþorekî Salên 1990'î: Mahmûd Lewendî

08 08 2022

Dengbêj Silhedînê Gundê Mîra: “Klam gotin wekî ajotina erebeyê ye”

Dengbêj Silhedînê Gundê Mîra: “Klam...

03 08 2022

Ev jî hene

Nûçe TV

Nûçe TV

09 03 2013

3 Meselay Kirmanckî

3 Meselay Kirmanckî

17 01 2018

Oral Çaliþlar: Çima ezê dengê xwe bidim Sebahatê?

Oral Çaliþlar: Çima ezê dengê xwe bidim Sebahatê?

08 06 2011

Bedran Dere hem bi nivîsê hem bi deng tê

Bedran Dere hem bi nivîsê hem bi deng tê

23 04 2021

Yê ku ji PKKê xweþbîntir e, bila derkeve pêþ

Yê ku ji PKKê xweþbîntir e, bila derkeve pêþ

16 11 2014

Nivîsên Nû

Zekî OZMEN

Hemal

Zekî OZMEN

Çorê ARDA

Paradoksa hezkirinê, eþqê û welatperweriyê

Çorê ARDA

Omer Dilsoz

Keprokan çêkin ji þaxêt beranan

Omer Dilsoz

Helîm YÛSIV

Mane tu kurd î, naxwe normal e bavê min

Helîm YÛSIV

Mîrza Ronî

Qurmîcik

Mîrza Ronî

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname