___ Yaqob Tilermenî___
Di Kûpaya Cîhanê ya 2026’an de ji bilî Deniz Undav jî futbolîstên netewkurd hene ku li ser navên welatên cuda dilîzin. Yek ji van, kelehvanê tîma îranê Alîriza Beiranvand bû ku me di nivîsa berê de behsa zîrekiya wî kiribû bê çawa nehiştibû 7 şûtên futbolîstên Belçîkayê bibin gol. Di vê nivîsê de em ê li ser futbolîstekî ji Zaxoya başûrê Kurdistanê rawestin: Merchas Doski (Mêrxas Doskî).
LÎSTIKVANÊN KURD
Mêrxas Doskî di tîma neteweyî ya Iraqê û tîma Komara Çekya ya bi navê FC Viktoria Plzenň de forma li xwe dike. Ew bi eslê xwe kurd e û malbata wî ji navçeya Zaxo ya bi ser bajarê Duhokê ve ye, lê ew li Almanyayê li bajarê Hanoverê di sala 1999’an de hatiye dinê. Ji sala 2020’an û vir ve wekî parazvanê aliyê çepê yê profesyonel bi goga lingan dilîze. Mêrxas Doskî ligel şeş lîstikvanên kurd di tîma Iraqê de dilîzin. Hin ji wan Yousseff Amyn, Akam Hashem û Marko Farjî ne. Di tîma Iraqê de her wiha pênc lîstikvanên asurî jî hene. Gelek kes û şîrovekarên futbolê navê şêrên Mezopotamyayê li tîmê dikin. Di maça Spanya-Iraqê de Mêrxas Doskî di deqeya 27’an de golek avêtibû û maç 1-1 qediya bû.
MÊRXAS DOSKÎ ‘GOLA HERÎ BI LEZAVÊTÎ’ QEYD KIR
Dema ku Doskî di tîma Çekya ya bi navê Slovacko de dilîst, di saniyeya 13’emîn de golek avêtibû û ev li wê derê wekî gola herî zûavêtî qetibû qeydan. Di lîga Çekya hefteya heftemîn de tîmên Slovacko û Slavia Praha hatibûn hemberî hev û bi destpêkirina maçê re di sanîyeya 13’emîn de Mêrxas Doskî gola herî zû ya welêt avêtibû.
Tîma Mêrxas Doskî di 22’yê pûşperê/hezîranê de hatibû hemberî tîma neteweyî ya Fransayê ku dû re şîrovekaran navê “Maçeke bêdawî û Dantewarî” li vê pêşbaziyê kiribûn. Di dewreya pêşî, deqeya 14’emîn de kaptanê Fransayê Kylian Mbappe golek avêt. Ji ber şertên hewayê dewreya duyemîn piştî du saetan dest pê kir. Di vê serdemê de jî Fransa bi lîstika xwe serdest bû û deqeya 54’emîn dîsa Mbappe gog ber bi tora Iraqê ve şand û ferq derxist diduyan. Ousmane Dembele yê ku bênavber di hewldanê de bû di deqeya 66’emîn de golek avêt û encamê pêşbaziyê wekî 3-0 diyar kir.
Pêşbazî ji ber şertên hewayê yên wekî qiyametê bi navê maça herî dirêj a pêşbaziyan kete nava dîrokê. Xwediyên formayên şîn 1-0 li pêş bûn, ji ber hişyarîyên firtoneya tund û brûskan maç piştî 2 saet 12 deqeyan dîsa dest pê kir. Bi vê encamê tîma Mêrxas Doskî bêyî ku tu golan biavêje ji tîma Fransayê sê gol xwarin û ji qadê veqetiyan. Iraqa ji hêla teknîkî ve zeîf bû, bêtir bi xweparastinê maç berdewam kir û heta dawiyê şûtek bi tenê neavêt keleha Mike Maignan.
MESSI, RONALDO, MBAPPE
Bi kêmanî ev sê Kûpayên Cîhanê ne ku sê futbolîstên golavêj, K. Mbappe, L. Messi û C. Ronaldo ji bo navên xwe wekî kesên sereke li dîroka futbola cîhanê binivîsin, di hewldaneke cuda de ne. Mbappeyê golavêj kaptanê Fransa, Messiyê golavêj kaptanê Arjantîn û Ronaldoyê golavêj kaptanê Portekîzê ye. Her sêyan jî di maçên dawîn de bi du golan mohra xwe li pêşbaziya xistin. Bi vî awayî Messi bi 18 golan, Ronaldo bi 17 golan û Mbappe bi 16 golan (rekora Miroslav Klose a 16 golan egale kir) bûn kesên herî sereke yên golavêjên Kûpayên Cîhanê. Pêşbaziyên her sê kaptanên golavêj jî şayanî pesinandinê ye ku mirov kêfeke bêpayan ji wan wergirt.
Di maça Arjantîn-Nemsa (Awistirya) de, encam bi her du golên Messi wekî 2-0 bi serkeftina Arjantînê qediya. Di deqeya 7’emîn de Martinezê ji teref du futbolîstan hate xistin bû sedema penaltiyê, lê Messi ew penaltî nekir gol. Di zimanê Fransî de peyva “exceptionnel (eksepsiyonel)” heye ku tê wateya şahane. Vebêjê maçê ji dêvla wê peyvê “ExcepLionel” bi kar anî ku wekî Lionelê Şahane wate girt.
ARJANTÎN - NEMSA
Tîma Nemsa ya ku li gor prensîbên Raif Ragnick lîstin (4-2-3-1), li navenda qadê preseke erjeng pêk anîn û wekî ekîbeke kompakt (sext, yekpare) cih girtin. Gelek caran destûr nedan tîma Arjantînê ku lîstikê saz bikin, li jorên qadê gog qezenc kirin û li herêma dawîn ji ber hesasiyeta teknîkî û nekarînên micidî bi ser neketin.
PORTEKÎZÊ UZBEK TÊK BIRIN
23’yê hezîranê Portekiz-Uzbekistan hatin hemberî hev û maç 5-0 bi encam bû. Maç di deqeya 6’emîn de bi gola Cristiano Ronaldo deriyê golan vekir. Di deqeya 29’emîn de futbolîstê Uzbekistan Ganiev golek avêt, lê ji ber faulê hakem gol betal kir. Criatiano Ronaldo, di deqeya 39’emîn de gola xwe ya diduyan avêt. Bi şûta futbolîstê Portekîzî lîstikvanê tîma Uzbekistan Khusanov di deqeya 60’emîn de gol avêt qeleya xwe. Rafa Leao, di deqeya 87’emîn de gol avêt keleha Uzbekistan û encama maçê diyar kir.
KANE NEKARÎ BERSIVA GOLAVÊJÊN DIN BIDE
Di heman rojê de maça Îngilîstan-Gana hebû û di destpêka maçê de pirsa ku hate bala min, gelo Kaptanê Îngilîstanê Harry Kane wê bi golên xwe bersiva sê kaptanan Mbappe, Messi û Ronaldo wekî kaptanê tîma xwe bi golan bide? Digel zexta Îngilistanê, Gana bi parastineke xurt nehişt ku tu gol têkevin keleha wan. Di deqeyên dawiyê de Îngilistanê li ser hev korner bi kar anîn lê encama maçê neguherî. Harry Kane wekî kaptan û golavêjekî nîşan da ku performansa wî ne bi qasî kaptanên dîtir ên golavêj e. Lê digel vê rewşê jî berendamê şampiyonayê wekî Îngilîstan dikeve bala min.
24.06.2026 / Swîsre
**
Di çarçoveya Kûpaya Cîhanê ya 2026'an de nivîsa Yaqob Tilermenî ya berê di Diyarnameyê de hatiye weşandin:
- Goga Lingan û Serê Hz. Huseyîn
- Şeva lîstikvanê kurd Denîz Undav a di Kûpaya Cîhanê de
- Ji bo cîhanê goga lingan, ji bo kurdan gef û gur û fişarên tirkan
****
Ji bo temamê maçên rojê:
- Roj bi roj maçên Kûpaya Cîhanê (temamê lîsteyê)
***
Dibe ev nivîs bala we bikişînin:
- Ji Messi dîrokeke nû: Di Kûpaya Cîhanê de kesê herî zêde gol avêtin
- 49 mîlyon kesî nikarîn bi 438 hezar kesî!
**
Rûpela Taybet a Kûpaya Cîhanê:
- KÛPAYA CÎHANÊ 2026


