Culemerg
Avahiya Rêxistina DTP'ê ya Rûbaroka girêdayî Şemzînana Culemêrgê ji aliyê kes an kesên nediyar ve hate rûxandin.
Rêxistina DTP'ê ya Şemzînanê, ev 4 meh in ji bo avakirina Rêxistina DTP'ê ya Bajaroka Rûbarokê xebat dimeşand. Di dawiya xebatê de sibê dê avahî bi merasimeke bihata vekirin lê îşev ji aliyê kesên nediyar ve hate bombekirin, dûre jî hate şewitandin.
Avahiya DTP'a Rûbarokê li ser Kolana Cumhuriyetê ye. Niha dozger li ser bûyerê lêkolîn dike.


