Diyarname
Lîstikvanê navdar Lionel Messi ku piÅŸtî 17 salan ji Barselonayê veqetiya bi awayekî fermî ligel tîma fransiz PSG'ê peyman girê da.
Tîma Paris Saint-Germain (PSG) ku li Fransayê di lîga mezin Ligue 1'ê de dilîze û her dixwaze tîma xwe xurtir bike ragihand ku wan ligel Messi peyman girê daye.
Lionel Messi 17 sal Tîma A û 4 sal jî di tîmên jêrîn ên Barselonayê de lîstibû û îsal peymana wî temam bûbû. Ji ber rewÅŸa aborî ya Barselonayê û ji ber rêgezên La Ligayê ligel ku her du aliyan dixwest ligel hev dewam bikin jî peymaneke nû saz nekirin. Bi vî awayî Messi ji Barselonayê veqetiya. Û îro PSG'yê transfera wî ragihand.
PSG'ê ragihand ku ligel Lionel Messi 2+1 peyman girê dane. Messi li tîma xwe ya nû dê formaya bi nimreya 30'î li xwe bike û ji bilî bacan dê nêzî 35 mîlyon Euroyî pere bigire.
Messi piÅŸtî girêdana peymanê got, "Ji ber ku di nav kariyera xwe de min rûpeleke nû vekir ez bi heyecan im."
Di nav kadroya PSG'ê de lîstikvanên navdar ên wekî Neymar, Kylian Mbappe hene.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Messi bi hêstirên çavan xatir xwest
- Messi wê here kîjan tîmî, kîjan welatî?
- Messi Barselona ra xatir waÅŸt