Stenbol
12'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê du meh cezaya girtinê da rojnameya Gunlukê.
Rojnameya Gunlukê ku rojnameyeke bi tirkî ya kurdan e rojane weşana xwe dikir. Niha dadgehê li ser hejmara wê ya 1 û 2'yê vê mehê du meh cezaya girtinê li rojnameyê birî.
Dadgehê îdîa kir ku rojnameyê di van hejmarên xwe de propagandaya rêxistinê kiriye.