Diyarname
Dawiya vê hefteyê li 6 bajaran lîstikên şanoyê, nîşandayîna fîlman û gotûbêjên bi kurdî hene. Me ew dan hev. Kerem bikin.
AMED:
Şano: Li Şanoya Bajêr a Amedê 10'ê mehê standup heye. Salih Ozyildiz saet 19.30 de bi standupa xwe "Du ziman" derdikeve pêşberî amediyan.
Li Şanoya Bajêr a Amedê 11'ê mehê jî lîstika "Gonulsuz gonul doktoru" tê lîstin. Gotûbêj: Bi navê "Dengê jinan di wêjeyê de' li Egîtîm Sena Amedê çalakiyek 11'ê mehê saet 14'an de li dar dikeve. Di çalakiya Komeleya Wêjekarên Kurd organîze dike de moderator Dilawer Zeraq e û Mizgîn Ronak jî wekî axifger beşdar dibe.
BATMAN:
Şano: Lî Batmen Yenîsahneyê lîstika "Soytari" 10'ê mehê saet 19.30 re derdikeve pêşberî temaşevanan.
Çîrok û Kilam: Li Batmanê bi navê "Bûyer û çîrokên hêrema Xerzanê" çalakiyek li dar dikeve. Ayhan Erkmen dê çîrokan bêje, dengbêj Salihê Qubînî jî kalaman. Çalakî 10'ê mehê saet 19'an de li Baroya Batmanê ye.
MÊRDÎN:
Şano: Li Mêrdînê, li Şaneşîn Performanê 10'ê mehê lîstika "Galegal" heye. 11'ê mehê jî lîstika zarokan "Şengê û Pengê".
STENBOL:
Gotûbêj: Nivîskarê me Sîdar Jîr li Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) wê li ser romana xwe ya nû "Duşema Rengîn" biaxive. Çalakiya ku moderatoriya wê Zana Farqînî dike 10'ê mehê saet 16.00'an de ye. Piştî gotûbêjê Jîr dê pirtûka xwe îmze bike.
Li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî jî bi sernavê "Çagimizin Sokratesi İsmail Beşikçi" gotûbêj heye. Îbrahîm Gurbuz ku bi heman navî pirtûkek derxistibû wê biaxive. Çalakiya ku moderatorê wê Şefik Çolak e 10'ê mehê saet 15'an de ye.
Fîlm: Li Kolektîfa Sînemaya Mezopotamyayê fîlmê Yilmaz Guney "Baba" (Bav) tê nîşandayîn. 11'ê mehê saet 18.00'an de bê pere tê nîşandayîn.
BEDLÎS:
Stand-up: Erdal Kaya di çarçoveya tûrneya xwe de 10'ê mehê li Bedlîsê ye. Lîstik li Îl Kultur Merkezî saet 15.00 û 19.30 de, du caran dê derkeve pêşberî temaşevanan.
ENTAB:
Şano: Şano Ar bi lîstika xwe "Qral û Travis" li tûrneyê ye. Di vê çarçoveyê de 11'ê mehê li Zeugma Muzesi Kultur Merkezi a Entabê, 12'ê mehê jî li Rihayê li Urfa City AVM'yê dê bilîzin.
NOT: Çalakiyên haya me jê tune bin hebin û agahî bo me bên, emê belav bikin.


