logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Taştekîn: Korîdora ji ser El Bab re hinek zor dixuye

Nivîskar Fehîm Taştekîn ku li ser Rojava pirtûk weşandiye û lêkolînên wî hene dibêje, "Çareserkirina girêka El Bab dê ne

  • Dîrok: 19/11/2016
  • Beş: Nûçe

Diyarname

Nivîskar Fehîm Taştekîn ku li ser Rojava pirtûk weşandiye û lêkolînên wî hene dibêje, "Çareserkirina girêka El Bab dê ne wisa hêsan be."

Di çarçoveya Fûar Pirtûkan a Stenbolê de bi amadekirina Weşanên Evrenselê panela bi navê "Texteya kişikê: Rojhilata Navîn" hat lidarxistin. Panela ku ji aliyê Ozlem Temena ve hat birêvebirin Fehim Taştekin, Ercument Akdeniz û Ayşe Hur axivîn. 

Lêkolîner Ayşe Hur li ser Peymana Sykes-Picot axivî, qala amadekirina wê peymanê ku di sala 1916'an de hate girêdan kir û got ku piştî vê hemû peymanên wê demê li otelan hatin amadekirin bêyî li rewşa bingehîn a wan deran bê nêrîn. Hur da zanîn ku sînorên hemû dewletên neteweyî ji aliyê dewletên mezin ve hatine xêzkirin.

Rojnameger û lêkolîner Fehîm Taştekîn jî li ser rojavayê Kurdistanê axaftina xwe girê da. Taştekîn got ku Tirkiye ligel Rusyayê li hev kir ket Rojava, derdê wê ne DAIŞ, derd Rojava bi xwe bû, dixwaze xweseriya kurdan ji holê rade, ew der dîsa teslîmê Sûriyeyê bibe.

Niha ku meseleya El Babê di rojevê de ye, kurd dixwazin ji ser wir re kantonên Kobanî û Efrînê bigihînin hev, Tirkiye jî dixwaze pêşî li vê bigire û El Babê bigire bin destê xwe, Taştekîn wisa got: "Wekî mijarek rojevî çareserkirina girêka El Bab dê ne wisa hêsan be. Niha korîdorek bi ser El Bab re hinek zehmet dixuye."

Taştekîn diyar kir ku dema mirov li Sûriyê bi kesek re diaxive sedema vê xirecirê Tirkieyyê dibîne û wisa dom kir: "Rêveberiya Sûriyeyê ji bo hinek vîna kurdan bişkîne ji bo ketina wir a Tirkiyeyê çavên xwe hinek git lê di dawiyê de Sûriye bi awayekî dê hebûna, yan jî xweseriya kurdan li wir qebûl bike, bi vî awayî bersivê bide tiştên ku Tirkiyeyê kirine."

Fehîm Taştekîn diyar kir ku niha Tirkiye bi sedema 'Korîdora kurdan saz dibe' dixwaze êrîşê wir bike, berê jî neteweperestên ereb bi sedema 'korîdora kurdan çêdibe' dest werdabû wir û 'Kembera ereb' çêkiribûn. Di dawiyê de Taştekîn bibîr xist ku li Rojava meseleya hevserokatî, ji jor heta jêr ne gotinek li ser kaxiz e, gavek gelek muhîm e, hebûna jinan di her asta rêveberî de ji bo Rojhilata Navîn gelek muhîm e û tê dîtin ku vê yekê heyecanek bi xwe re aniye. Dîsa Taştekîn bibîr xist ku ji ber kurdan lîstika DAIŞ'ê xira kiriye, ber bi pêşveçûyîna wê daye rawestandin DAIŞ li hemberî kurdan bi hêrs e.

Rojnameger Ercument Akdenîz jî qala penaberan, rewşa wan kir û diyar kir ku hikumeta Tirkiyeyê penaber her demê wekî qertek bikar anîne û wisa got: "Niha penaberên ji Sûriyê hatine ne dikarin herin Ewropayê ji ber ku sînor girtîne, ne dikarin vegerin û li wir jî bingeha teqîna bûyerên civakî saz dikin. Rewş ew qas tevlihev e."

Akdenîz bal kişand ser komeleyên wekî Komeleya Rojava, Komeleya Goç-Der û Komeleya Gundem-Der ku li ser zarokan dixebitîn ku ev komele çendek berê ji aliyê hikumeta dewleta Tirkiyeyê ve hatin girtin.


Foto: Cemil Oguz
 

 

 

**

Nûçeyên eleqedar:

- Di Fûara Pirtûkan de dawiya hefteyê 

- Hin panel û gotûbêjên li fûara pirtûkan 

- Vane weşanxaneyên kurd ên beşdarî TUYAP'ê dibin 

- Ji bo Fûara Pirtûkan a Stenbolê hindik ma  

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Piştî taloqkirinê roja Newroza Cizîrê diyar bû

ad

(Deqeya Dawî) Kurdên sînor derbas kirin rastî muduxeleyê hatin

ad

Festîvala Fîlman a Rojava bi fîlmê "Heval Birako" dest pê kir

ad

Encamên Konferansa Mamosteyên Kurd

ad

Tahir Elçî bi bernameyek tê bibîranîn

ad

Piştî 22 salan hêviya wan hat cih

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname