Li bajarê Warwickshire hate îdîakirin ku berkoleyeke hatiye dîtin aîdî lehengê navdar Robin Hood e.
Dîrokzan David Baldwin (64) got ku ew gelek sal in ku li ser cotkar Roger Godberg ê ku di vê gorê de ye lêkolînê dike, çîroka wî dişibe efsaneya Robin Hood.
Li gor Baldwin, Godberg jî wekî Robin Hood li hemberî rêwiyên dewlemend şêlandin pêk dianî. Baldwin wisa dibêje: "Robin Hood razberiyek e ku bi xeyala mezin a gel çêbûye. Lêkolînên min nîşan didin ku tiştên tekane mirovî kirine wekî vê çîrokê ne. Ew kes jî Roger Godberg e."
Robin Hood wekî efsaneyekê ye ku wî pêşî li rêwiyên dewlemend digirt, tiştên wan ji wan digirt û li feqîran belav dikir. Hood bi vê tevgera xwe di nav gel de wekî leheng tê zanîn. Li ser efsaneya Robin Hood heta niha gelek fîlm hatin kişandin.
Heta niha di fîlman de kesên wekî Kevin Costner, Russell Crowe rola Robin Hood lîstin.


