Amed
5'emîn Pêşbaziya Nivîskariya Şanoya Kurdî ya Rehmî Hekarî ku ji aliyê Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat lidarxistin bi dawî bû. Yên bi ser ketin li Sînemaya Burhan Karadeniz piştî lîstina lîstika " bi merasimekê xelatên xwe girtin.
Endamên juriyê yên pêşbaziya Dilawer Zeraq, M. Emin Yalçinkaya, Gulê Ulusoy, Helket Îdrîs û Rugeş Kirici bûn, wan nirxandina xwe kirin û yên serketî diyar kirin. Ji bo pêşbaziyê bi giştî 35 berhem hatin şandin. Ji van ji van 12 ji girtîgehan û 15 jî ji Herêma Kurdistanê hatibûn şandin. Di dawiya pêşbaçiyê de Ahmed Osman bi “Fincana Serbixwîn” ku ji girtîgeha Tîpa H ya Dîlokê, Ahmet Bilge bi “Çîroka Pergalekê” ji Girtîgeha Tîpa E ya Elbistanê û Barzan Wehît Fetah jî bi nivîsa “Pirtûkên Xwînî” xelat girtin. Lîstika bi navê "Rastî" ya Onur Kepenek jî Xelata Taybet a Jûriyê stand.
Di merasima xelatdayînê du pêşkêşvaniya wê Gulê Ulusoy kir de, li ser navê juriyê Dilawer Zeraq axivî. Zeraq wisa got: "Îsal me guhertinek kir û me ne wekî yekemîn, duyemîn, sêyemîn hilbijartin, me sê hebên herî baş ji bo xelatê hilbijartin. Armanca me pêşxistina şano û nivîskariya kurdî ye.”