Çeteyan li Qamişlo êrîşên întîxarî pêk anîn herî hindik 17 şehîd hene.
Vê êvarê saet li dor 22'yan li Lokantaya Mîamî ya taxa Wusta ya Qamişloyê û li Lokantaya Gabrîel ya li taxa Seyahiya Qamişloyê êrîşên întîxarî pêk hatin. Her wiha li Medinet Eş-Şebab (Navenda Ciwanan) ya li taxa Xerbî jî êrîş pêk hat.
Cîgirê Serokê Konseya Tenduristî ê Kantona Cizîrê Silêman Ehmed got ku di teqînan de 17 kesî jiyana xwe ji dest daye û bi ser 30'î re birîndar hene. Dîsa Ehmed got ku birîndar rakirine nexweşxaneyên Selam, El-Rehmê, El-Wetenî, Dar El-Şîfa û Nûr.
Her wiha çeteyan 4'emîn êrîş xwest li hemberî gelê ku li taxa Wusta hatin ba hev bike lê asayîşê ew bêbandor kir. Li taxa Wusta zêdetir suryanî lê dijîn.
Di heman demê de hin çeteyên DAIŞ'ê yên xwe veşartî êrîşê endamên asayîşê kirin. Asayîşê bersiv da û ev nûçe hat weşandin pevçûn dom dikir.
Konseya Tenduristiyê bang li gel kir ku ji bo birîndaran herin nexweşxaneyê û xwînê bidin.