Hesekê
Şandeyeke koçberên Serêkaniyê serdana parêzgarê Hesekê Nûredîn Îsa Ehmed kir. Di serdanê de li ser rewşa koçberên Serêkaniyê û rêbazên vegera li herêma xwe bi awayên guncav axivîn.
Şandeyê da zanîn ku Komîteya Koçberên Serê Kaniyê êş û zehmetiyên koçberan gihandine gelek aliyê fermî yên hundir û derve. Her wiha piştî lihevkirina HSD'ê û hikumeta demkî ya Sûriyeyê ya 29`ê Rêbendana 2026'an hîn zêdetir dosya vegera koçberan dişopînin.
Her wiha şandeyê bal kişand ser rola parêzgar di dosya vegera koçberan de û daxwaz kir ku dosyaya vegera koçberan bigihîje hemû aliyên fermî.
Parêzgar Nûredîn Îsa Ehmed jî got doza vegera koçberên Serêkaniyê yek ji dozên sereke ye ku di rojevê de ye û ew girêdayî peymana 29`ê Rêbendanê ne ku li ser rê û rêbazên vegera ewle ya koçberên Serê Kaniyê dixebitin.
Îsa di berdewamiya gotinên xwe de anî ziman ku ew her tim dosyaya koçberan dişopînin, êş û zehmetiyên koçberan digihînin gelek aliyan û ji bo vegerin bi hikumeta Şamê re di nava têkiliyê de ne.
Parêzger diyar kir ku di pêvajoya pêş de ew ê bi hikumeta demkî ya Sûriyeyê re bigihîjin rê û rêbazên vegera guncav û ewle ya koçberên Serê Kaniyê û bi Komîteya Koçberên Serê Kaniyê re di nava têkiliyê de bin.
Di civînê de parêzgar û şandeyê diyar kir ku dê di wexteke nêz de ji bo şopandina dosyaya koçberan li hev bicivin.
Di dawiya serdanê de parêzgar Nûredîn Ehmed xebatên Komîteya Koçberên Serêkaniyê bi nirx dît û got ew ê bi hev re li ser dosyaya vegera koçberan bixebitin.
*
Hin nûçeyên eleqedar:
- Di civîna li ser Rojava ya li Senatoya DYA'yê de kî, çi got?
- Li Kobanî rewşa dawî (9'ê mehê)
- 9'ê mehê agahiyên li ser Rojava...
- 8'ê mehê, nûçeyên li ser Rojava...
- Heta îro gavên bicîhanîna peymana HSD û Şamê (roj bi roj, va ne agahî)
- Li Rojava dibistan bûne malên koçberan
- Perwîn Yûsif: ENKS bêyî agahiya Heyeta Kurdî çû Şamê
- 6'ê mehê, agahiyên li ser Rojava...
- 5'ê mehê agahiyên li ser Rojava
- Ji Komîna Hunermendên Wanê "Sonda Rûmetê"
- Barzanî li Kongreya Tenduristiyê ya Mezopotamyayê axivî: Kurd dijî zordestan in
- Platforma Amedê: Ji ber derî venekirin me TIR'ên xwe vegerandin Amedê
- 4'ê mehê agahiyên li ser Rojava
- 3'yê mehê, agahiyên li ser Rojava
- Îro 'pêvajoya entegrasyonê' dêst pê kir, niha çi tê kirin, wê çi bibe?
- Rêza leşkerî çawa ye? Tûgayên HSD'ê wê ji çend kesî pêk bên?
- Heta niha 500 kamyon gihîştine Rojava (Va ne agahiyên herî dawî)
- Nûredîn Îsa yê wekî Waliyê Hesekê hatiye diyarkirin kî ye?
- Mazlum Ebdî: Artêş wê nekeve gund û bajarên kurdan
- Ji bo peymana HSD û Şamî kî çi got?
- Nadiya Mûrad li NY'yê daxwaz kir: Bila Şengal û Kobanî bê parastin
- Va ne xalên peymana HSD û hikumeta Sûriyeyê
- Balyozê Îsraîlê serdana ofîsa Rêveberiya Xweser a Berlînê kir
- Du senatoran pêşnûmaya "Zagona Parastina Kurdan" pêşKêşî senatoyê kir
- Le Pointê manşeta ‘Xiyaneta welatên rojava’ bikar anî
- 29'ê mehê, agahiyên li ser Rojava...
- 28'ê mehê, agahiyên il ser Rojava
- Gava pêşî ji Amedê hat: Hevşaredar û endamên meclisan meaşên xwe dan Kobanî
- Hemû Festîvalên Fîlman ên Kurdan banga piştgiriya Rojava kirin
- Li Başûr weşana Al-Jazeera, Al-Arabiya û Al-Hadath hat rawestandin
- Mike Pompeo: Bila DYA piştgiriya xwe ya ji bo HSD'ê bidomîne
- Le Monde: 400 kesayetên navdar banga ‘parastina Rojava’ kirin
- Bakirhan 'Bila ev lîstika 100 salî bê şikandin',
Ozel 'Bila Deriyê Sînorê ê Murşîdpinarê vekin'
- 27'ê mehê, agahiyên li ser Rojava..
- Senator Graham li ser kurdan dîsa Trump hişyar kir
* 26'ê mehê, agahiyên li ser Rojava...
- 1'ê Reşemî wekî 'Roja Rojava ya Dinyayê' hat ragihandin
- Mazlum Ebdî: Hevdîtin didomin, Artêş wê nekeve Herêmên Kurdan
- 25'ê mehê, agahiyên li ser Rojava
- Şaredariyên DEM Partî: Ji bo Rojava em hemû derfetên xwe seferber dikin
-- 24'ê mehê, agahiyên li ser Rojava
- Heyva Sor a Kurd ji bo rakirina dorpêça li ser Kobanî banga lezgîn kir
- Koma Berxwedan bi stran û peyaman piştgiriyê dide Rojava
-- 23'yê mehê agahiyên li ser Rojava
- 70 rexistinên li Ewropayê banga piştgiriya ji bo Rojava kir
-- 22'yê mehê agahiyên li ser Rojava yên derketine pêş...
- Heyetê li Rojava daxuyanî da: Divê her kes tevli berxwedana Rojava bibe
-- 21'ê mehê, nûçeyên li ser Rojava…
- Hevserokê DBP'ê Bayindir li Rojava axivî: Bila heyetên ji dinyayê jî bên vir
-- 20'ê mehê, nûçeyên li ser Rojava…
- Hevserokên DEM Partî ji ser sînor bang kirin: Vî şerî rawestînin
-- 19'ê mehê nûçeyên li ser Rojava...
- Xalên Peymana Şam û HSD'ê eşkere bûn, ewê îmze bikin? (18.01.2026)


