Diyarname
Yek ji Serfermandarên HSD'ê Sîpan Hemo li ser hevdîtina wan a di navbera wan û Şamê de agahiyên balkêş dan. Hemo bo Ronahî TV axivî.
Va ne ew dîtin:
- Civîna me ya dawî gelek baş derbas dibû, ji ber ku her du aliyan jî xal qebûl kiribûn. Hêzên navneteweyî jî dixwestin em vê lihevkirinê ragihînin raya giştî.
EZ NAV NADIM LÊ KESEK KET HUNDIR
- Di dema me xeber dide, ez nav nadim, rayedarekî dewletê ket hundir. Mêze kir civîn baş derbas dibe, berpirsê îstîxbaratê û Wezîrê Parastinê girt cem xwe û derket derve. Dema vegeriyan gotin, "Niha em daxuyanî nadin. Em vê bihêlin 7 an 8'ê mehê."
BÊHNA FENEK DIHAT
- Lîstikek hebû. Lê hê nediyar bû Şêx Meqsûd e yan cihek din e. Bêhna fenek dihat. Paşê zimanê tehdîdkar ê li ser Şêx Meqsûdê eşkere kirin.
ŞÊX MEQSÛDÊ BIRYARA BERXEWDANÊ DA, ME HURMET NÎŞAN DA
- Meclisa Taxa Şêx Meqsûdê biryara berxwedanê da. Em wekî HSD em ji wir vekişiyabin jî me hurmet nîşanî biryara wan da. Ji bilî xwedîlêderketina vê biryara berxwedanê tu firsenda me tune bû.
MESELE NE TENÊ ŞÊX MEQSÛD Û EŞREFIYE BÛ
- Helbet gelek tişt hatin gotin, gotin 'HSD bila bikeve nava tevgerê'. Lê bila bê zanîn ku ev hesabek piralîbû. Mesele ne tenê Eşrefiye û Şêx Meqsûd bû.
- Çapemenî jî dizane êrîşa li ser Şêx Meqsûdê ne çapemeniya Sûriyeyê, çapemeniya derve eşkere kir û şopand. Rayedarên hin dewletan heman rojê li Şamê bûn û peyama ew li peşta wan in dan. Bi vê peyamê piştgiriya êrîşa Şêx MeqSûdê kirin.
- (li ser pirsa 'Hevdîtina HSD û Şamê bidome an na) Em hê êşa dijîn. Em şîna şehîdên xwe digirin, birîndarên xwe derman dikin. Em hê li ser vê meseleyê neaxivîne. Miheqeq bi awayekî fermî nirxandin dê çêbe. Helwesta rast çi be emê wê derxin pêş.


